YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist!

YNK, ne kongre, lê şanoyek lidar xist. Kongre ya ku nikaribe hesab ji Pavel Talabani û Lahor Cengî bipirse, rêya wê xiyanete!

Şeyhmus Ozzengîn

26.12.2019, Per | 15:36

YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist!
Nêrîn Belav bike

YNK di çaremîn kongre ya xwe de xîyaneta 16 Cotmeha 2017 an neanî rojevê!

Gelo di nav YNKê de siyasetmedarekî Kurd, dilsoz û niştimanî tinebû, ku sînor ji bo wan xîyanetkarên nav YNK deyne?

YNK, ne kongre, lê şanoyek lidar xist. Kongre ya ku nikaribe hesab ji Pavel Talabani û Lahor Cengî bipirse, rêya wê xiyanete!

16 Cotmeha 2017an, xencerek jahrîn bû û bidestê beşek ji YNK, ji paşde li pişta Kurd û Kurdistan ket. Xakên ku bi xwîna xwebexşên Kurdistan, pêşmergên qahreman ji destê DAÎŞ hat rizgarkirin, bi destê xîyanetek ji nav mala Kurd e radestî dijminan bû. Kesayetîyên vê xîyanetê; hinek ji rêvebirên YNK, ku bi ser malbata Celal Talabanî û Îbrahîm Ehmed ve girêdayî bûn.

Ev kes (Pavel Talabanî û Lahor Cengî) hemwelatîyên Îngîltere ne û têkilîyên wan yên derve bi Îngîltere û Îran re hene. Ne li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistan, li gor berjewendîyên Îngilte û Îran tevdigerin. Divê di kongre ya YNK de pêşî li van kesan bihata girtin û sîyasetek Kurd û Kurdistanî bi sîyasetek nûjen-kurdewarî, rol bigirta ser xwe. Mixabin ev nebû.

Di nav YNK de çima xetek Kurd û Kurdistanî nekarî rolê xwe bilîze?

Dusal zêdetir di ser bûyerên 16 ê Cotmeha 2017 an re derbas bû. Ji 16 Çotmeha 2017an de Kerkûk, Duzxurmato û deverên din, ji ber zilma dagirkeran, digirîn û diqîrin. Îro rewşa ewlehiya Kerkûkê xirabe û teqîn, kuştin, revandin û avêtina ser malên kurdan, bûye bûyerên rojane. Jiyana Kurd û Kurdistanîyan li Kerkûk, Xaneqîn û Dûzxurmato di bin metirsîyek mezin de ye. Beşek ji Kurdên Kerkûk û Duzxurmato, Xaneqîn, di qampên koçberan de derbederin. Demografîya van herêman têt guhertin û ev rewş jî bandorek neyênî derdixe holê, ku Kurd vê xaka bav û kalan wenda dike.

Berpirsîyarên vê xîyanetê kî bûn, çima derneketin holê û nehatin sezakirin?

Xîyanetkar, di nav hêzên rêveberîya YNK de hatin parastin û bi hêz dewra xwe digerînin. Nefta Kerkûk bi destê dagirker û xîyanetkaran talan dibe!

DAÎŞ, ji valahîya asayîşa van herêman û ji alozîyên nav İraq, hêzê digire û carek din li van herêman xwe dihone û birêkûpêk dike. Yên ku rê dan vê karesata xîyaneta 16 û Cotmeha 2017 an û ji van mercên xerab berpirsîyarin, di kongre ya YNK de çima hesab nedan Kurd û Kurdistan?

Di nav YNK de, di kongre ya YNK de, rêvebirên wek Mele Bahtîyar, Şêx Cafer û Kosret Resul çima rolê xwe nelîstin?

Endamê polîtburoya YNKê û fermandarê yekîneyên 70 yê Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cehfer di hevpeyvîneke li gel Dengê Amerîkayê ya roja 27.12.2017an de ragehandibû ku;

Grubek nav YNKê de heye, ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin. Herwaha dixwestin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî radest bikin.’’

Di germîya bûyera xîyaneta 16.10.2017 an de, ku Kerkûk radestî dijminnan bû de, Kosret Resûl û Mele Bahtîyar jî daxuyanî dabûn. Daxûyanîyên van herdû rêvebirên YNK jî, daxûyanîya Şêx Cafer temam dikir! Dîyar kiribûn ku;

„Grubek nav YNKê de heye, ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin“(!)

Di wê demê de berpirsîyarî û rewşa xîyanetkaran ewqas zelal û eşkere, ji terefên van hersê giregirên YNK, Kosret Resul, Şêx Cafer û Mele Bahtîyar ve derketibû şîrovê. Xîyanetkar nehatin dadgeh kirin û di nav sazîyên YNK de jî di derheqa van xîyanetkarên wek Pavel Talabanî, Lahor Cengî û hevkarên wan de lêpirsîn destpê nekir. Hersê serkirdeyên YNK ku wê demê berpirsîyarên YNK bûn, rolên xwe nelîstin.

Piştî ku dusal di ser xîyaneta Kerkûk re derbas bû, YNK Kongre ya xwe a Çaremîn, di 21, 22,û 23.12.2019 an de lidar xist. Kongre li gor du rojan hatibû pîlankirin. Lê sê rojan domkir. Çavê her Kurdekî li hêvîyê bû, ku hesabê xîyaneta 16.10.2017 an di Kongre ya YNK de were rojevê û endamên kongrê hesap ji wan xîyanetkaran bipirsin. Kosret Resûl, Şêx Cafer û Mele Bahtîyar di kongrê de li pişt gotinên xwe rawestin û di derheqa van xîyanetkaran de lêpirsîn encam bide. Mixabin, di Kongre ya YNK de ev nebû. Ne tenê ev nebû! Wek ku bûyerek bi navê xîyaneta 16 ê Cotmehê di dîroka YNK de rûnedaye û tineye tevdegerîyan û kongre bidawî anîn.

Li gor hemû agahîyan, derket ber me ku YNK nikare neşterê li pirsgirêkên navxwe bixe û di nav YNK de nûjenîyekê peyda bike. Hemû birînên nav YNK hatin veşartin, arîya temarê avêtin ser pirsgirêkan, Xiyaneta 16 ê Cotmleha 2017 an binçav kirin û Kongreya xwe lidar xistin!

Ji bona ku YNK, di sîyaseta xwe de rûpelekî nû û erênî veke, divabû YNK, bi hestên Kurdewarî lêpirsîna 16 ê Cotmeha 2017 an bicîh bianîya. Berpirsên vê bûyera ku di dîroka Kurdistan de rûpelek rûreşîyê peyda kir, seza bikirana. YNK nehişt ku ev xîyanetkar bên sezakirin û xîyaneta wan hin di Kurdistan de û hin di nav YNK de meşrû kir. Carek din xîyanet ji xîyanetkaran re ma!

Carek din derket ber me ku berjewendîyên şexsî, hesabên peran-rant û hesabên partîzanî ji berjewendîyên Kurd û kurdistanîyan mezintir e.

23.12.2019

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2681 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:46:58

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x