Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê!

Divê em vê tawîzê nedin ku waneya çavkanîyên Kurdistanê radestî Bexda bibe. Ji ber ku, neft û gaza Kurdistanê, çavkanîyen milî yên Kurdistanê ne û wê bi destê kurdan dakeve bazara navdewletî. Ev gavek serete ji doza milî a Kurd û Kurdistanê ye.

Şeyhmus Ozzengîn

23.05.2022, Pts | 12:13

Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê!
Nêrîn Belav bike

Karta dewlemendîya sererd û binerd a axa Kurdistanê, kartek siyasî, aborî û dîplomatîk e. Ji bona ku miletê Kurd li başûrê Kurdistanê ji bin nîrê Bexda rizgar bibe, ev kart pir girîng e. Nabe ku ev kart ji bona berjewendîyên hizbî, meramên partîzanî bêt bikar anîn. Kurd, divê wî mejîyê partîzanî, ku di hevaka „heger ne ji bo min be, bila bibe malê mîrate“(!) terk bikin.

Di warê berjewendîyên netewî û Kurdistanî de, yan divê Kurd bi hev re kar bikin, yan dê hemû destkevtinên xwe wenda bikin û ji hev perçe perçe bibin. Di vî warî de herkes mecbûre beşdarî ajenda netewî û niştimanî bibe û xwe li gor vê ajendê dîzayn bike.

Kurd divê bi tu mercî razî nebin ku îdarekirina dahatên Kurdistanê radestî İraqê bikin. Ev ji kurdan re gavek întîharê ye û destpêka wendakirina pêşeroj, serwerî, destkevtin û îradeya sîyasî ye. Beşek ji kurdan, sebeba qeyranên Kurdistanê milîkirina dahatên Kurdistanê didin nîşan. Ev nerîn, ji ramanên netewî niştimanî dûr, xefikek malwêranîyê ye. Biryara dadgeha Federal al İraqê siyasîye û di vê daxwazê de de bidestxistina îmkanê kontrolkirina Kurdistanê bi xwe ye.

Divê em vê tawîzê nedin ku waneya çavkanîyên Kurdistanê radestî Bexda bibe. Ji ber ku, neft û gaza Kurdistanê, çavkanîyen milî yên Kurdistanê ne û wê bi destê kurdan dakeve bazara navdewletî. Ev gavek serete ji doza milî a Kurd û Kurdistanê ye.

Ji 2014an de Bexda, dest danîye ser risqê miletê Kurd û bi birçîbûnê tehdît dike. Ku kurdan li henber vê zilma Bexda, gava milîkirina çavkanîyên aborîyê neavêtana, niha başûrê Kurdistanê piş tişt wenda kiribû.

Dibe ku Iraq çend mehan pereyên petrolê ji Herêma Kurdistanê re bişîne, lê ma kes dikare şandina wan pereyan du salan garantî bike? Tu carî li İraqê Kurd, wek welatiyên pile yek ên welatîyên Iraqê nehatine dîtin û wê ev tucarî jî nebe. Kurdan, piştî zilm û zordarîya Sadam, hukûmeta Malikî, Ebadî û Kazimî jî ceribandin. Derket holê ku ew bizrên nîjadperestî yên li Bexda ku hene, wê her şên, li henber kurdan bi astek dijminane rolê xwe bilîze.

İraq, her çiqa di qada navdewletî de „wek dewlet“ têt naskirin jî, di eslê xwe de İraqê bingeha dewletek yasayî wenda kirîye. Her serokwezîrê ku ji terefê parlemento ve hatîye hilbijartin, ji terefê hêzên çekdar ve desthilata wî hatîye sînor kirin. Serokwezîrê welatekî, nikare di bin bandora gefên hêzên çekdar de desthilatê bimeşîne. Îraq bi xwe di vê rewşê de ye.

Hêlek din a Neft û gaza Kurdistanê heye. Ew jî ew şîrketên gaz û neftê ku bi Kurdistanê re dixebitin. Ku başûrê Kurdistanê, bikaranîn û firotina gaz û nefta Kurdistanê radestî İraqê bike, ev şîrket jî hemû berjewendîyên wan bi İraqê re çêdibin û paşîyê nabe ku hukûmeta Kurdistenê wan bipaşde vegerîne. Di vî warî de jî kedek û xebatek bi salan têt wenda kirin.

Îro hinek hêz hene ku di vî warî de ji ber helwesta netewî a PDK, PDK berpirsîyarê qeyranan dibînin. Lê ev jî ne raste. Ku Kurd di vî warî de serê hefsarê dosyaya enerjîya Kurdistanê radestî İraqê bikin, ne YNK, ne Goran, ne jî Nivşê Nû carek din nikare van destkevtinan bipaşde vegerînin.

Xîyaneta 17.10.2017 a Kerkûk li ber me ye! Niha nalîn û qêrîna Kerkûk di destê İraqê de, bûye kanîya hêsrên çavan û kesek naxwaze ku bibîne jî.

Gotina kurt û gulover ewe; ku Kurdistanê desthilatdarîya xwe a liser serwerîya gaz, neft û dahatên xwe wenda kir, radestî İraqê kir, Kurdistan, giranîya xwe wenda dike. Rolê xwe di herêmê de û bingeha dîplomasîya xwe wenda dike. Divê Kurd vê rastîyê bibînin û rê nedin van lîstikên ku li ser kurdan tên lîstin.

Çareserîya qeyranên li başûrê Kurdistanê li Kurdistanê ye, ne li Bexda ye. Kurdistan ne di derdê Bexdayê de ye û Bexda naxwaze ku kevirekî kurdan li ser kevir bimîne. Ev helwesta Bexda di van 12 salên dawî de pir zelal derketîye ber me û divê em jê dersan bigirin, ne ku piştguh bikin.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê mecbûre çavkaniyên dahatên Kurdistanê di destê xwe de bihêle. Li ser vê qûmar nayêt lîstin. Ev gavek ji garantîya destkevtinên Kurdistanê bi xwe ye. Heger Kurd li ser çavkanîyên Kurdistanê desthilatdarîya xwe wenda bikin, Ew serwerîya xwe wenda dikin. Taybetmendiyeke giring a Destûra Iraqê ew e ku; mafê kontrola berhemanîna petrolê dide Kurdistanê. Kurd vî mafê destûrî bikar tînin û divê bipaş de gavê navêjin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1705 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:52:55

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x