Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye!

PKK ji serî de li ser esasên totalîter hatîye damezirandin û li henber hêzên dij xwe û di sîstema navxweyî de prensîbên dîktatorî meşandîye. Ji ber ku pirdengî, belavkirina dezînformasyonan eşkere dike û ev jî li hesabê PKK nehatîye û nayê. Metoda qedexekirinê, kujtinê û zîndankirinê ji xwe re hilbijartîye.

Şeyhmus Ozzengîn

06.02.2022, Paz | 21:13

Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye!
Nêrîn Belav bike

Medyayek xwedî hestên netewî, niştimanî û azad ji me kurdan re lazime. Ji ber ku medya, çav, guh û zimanê milet e. Sîyaseta yekalî û totalîter dijminê medya azad e. Ji ber ku civatê li ser esasên yekdengîyê dîzaîn dike, pirdengî li hesabê wan nayê. Kirinên xwe yên li ser civatê, zilm û zordarîya xwe bi van metodan dixwazin veşêrin. Her sîstema nemirovî, dîktatorî ev metod bikar anîye û ji xwe re jî her sebeb çêkirine. Lê tu sebeb, qutkirina dengê azad û piralî meşrû nekirîye û nake jî.

Ji yek têlê, yek nûçe, yek deng, yek îdeolojî, sîyasetek yekalî dîktatorî ye. Veşartina karesatên biqirêj e. Civatên modern vê sîstemê red dikin. Ne bi sîstema qedexekirinê, lê bi edalet û mafnasîya xwe bawer dikin. Dîktator û tirsonek ji medya azad, ji pirdengîyê ditirsin û metoda girtinê, qedexekirinê, kujtinê ji xwe re dikin kar. Ew karê wan jî xizmetê ji milet re nake.

PKK ji serî de li ser esasên totalîter hatîye damezirandin û li henber hêzên dij xwe û di sîstema navxweyî de prensîbên dîktatorî meşandîye. Ji ber ku pirdengî, belavkirina dezînformasyonan eşkere dike û ev jî li hesabê PKK nehatîye û nayê. Metoda qedexekirinê, kujtinê û zîndankirinê ji xwe re hilbijartîye.

Li Roavayê Kurdistanê li henber xebatên Rûdawê û xebatkarên Rûdawê, bêrêzîya PKK û Rêveberîya qaşo xweser di astek dîktatorî de ye.

Ez tenê ji nava mehektê çend bûyeran mînak bidim:

„Roja 08/01/2022, dema tîma duyem a Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji Vîviyan Fetah û Îsa Xelef pêk dihat, xwest biçe bajarê Hesekê, rêgirî li wan hat kirin û nehiştin ku herin Hesekê.“

„Çarşemê, (02.02.2022) demjimêr 14.00, di dema rûmala merasîma bixakspartina 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li Goristana Şehîdan a Qamişlo, hêzeke nenas êriş bir ser tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peyamnêr Vîviyan Fettah, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel pêk dihat.“

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Rojavayê Kurdistanê Barzan Ferman, ku bi hevkariya du wênegiran (Îsa Xelef û Ara Bîco) rûmala bûyera Girtîgeha Xiwêranê dikir, ragihand, roja 26ê Çileya 2022 hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û tîmên wan ên îstîxbaratî rêgirî li rûmala Rûdawê kirin û weşan bi wan dan rawestandin, herwiha ew ji Hesekê derxistin û ji wan re gotin `careke din venegerin“

„Li Goristana Şehîdan 6 jinên endamên Asayişa Qamişlo, rêgirî û bêrêzî bi peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fettah dikin û piştre dibin navenda Asayişa Qamişlo.

Di vê êrişê de kamêra, sîstema veguhestina weşana zindî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, çend belge û nasnameya peyamnêr Vîviyan Fettah ku di çenteya di otomobîla Rûdawê de bûn, hatine birin.“

„Her li Goristana Şehîdan, 5 kes ku cilên serbazî li ber bûn, lê endamên asayiş an hêzên polîs nebûn, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel siwarî otomobîleke Rûdawê dikin, dibin cihekî derveyî Qamişlo û piştî îşkence, lêdan û gefan, wan berdidin.“ (Çavkanî, medya Kurdistanê)

Berî van êrîşan jî 6 caran êriş li ser ofîsa Tora Medyayî Rûdawê ya li bajarê Qamişlo hatîye kirin. Beşek ji wan êrişan ji aliyê grûpa Ciwanên Şoreşger a ser bi PKK ve hatin kirin û heta niha hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ti kes ji wan encamderên êrişên bo ser ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo, desteser nekirine.

Di van nûçeyan de jî eşkereye, ku li Roavayê Kurdistanê, PKK li henber kurdan û medya azad sîstemek yekalî û dîktatorî dimeşîne. Rewşek aloz û biqirêj bi metodên qedexekirinê tên veşartin. Berî van bûyeran jî çendîn caran êrîş hatibû ser ofîsên Rûdawê û ofîsên partîyên Kurdistanê. Di van êrîşan de zîyanên canî û madî jî çêbibûne.

Rûdawê li henber van êrîşan serî dananî û prensîbên xwe yên nûçegerîyê û dengê azad û niştimanî bikar anî. Ev êrîşên ser axa Roavayê Kurdistanê û kirinên PKK û Rêveberîya xweser qeyd kir, bi raya giştî re her parvekir û xebatên xwe meşand. Ev helwestek rast û berpirsîyarîyek a xebatên medayayî bû. Divê tu carî medya serî ji dîktatoran re danexe û nebe alîyê yekdengîyê.

Li henber vê helwesta Rûdawê, Rêveberiya Xweser a Roavayê Kurdistanê mohleta kar ji Rûdawê stend û karê wê li Rojavayê Kurdistanê qedexekir. Rêveberîya Xweser, di sebeba „qedexekirina Rûdawê“ de jî dîyar kir ku:

“baweriya me bi azadiya medyayî heye, lê Rûdaw di nava pêkhateyên civakî de kînê belav dike û ev demeke Rûdaw li derveyê rênmayan kar dike û pabendî prensîbên kar nabe.

Li gorî yasaya medyayê û lîsteya îdarî ya yasayê, di demên borî de Tora Medyayî ya Rûdawê du caran (10.2021 û 22.10.2021) hate hişyarkirin, lê tevî vê yekê Rûdawê siyaseta xwe ya karkirinê ne guhertiye, lewma me biryar da ku xebatên Rûdawê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.“

Rêveberîya xweser bi emrê PKK ev biryar stend. Eşkere dibêje „me çendîn caran karmendên Rûdawê hîşyar kirin e“(!) Qezda vê „hişyarî“yê, ew êrîşên ku min li jor yek bi yek rêz kirine. Yanî Rêveberîya Xweser metodên hişyarîyê (tehdît, îşkence, revandin, jikenandina alavên medyayî, destdanîsa ser xebatên wan, şewitandina ofîsên wan) wek hîşyarî dipejirîne. Ev jî yek bi yek metodên nemirovî û dîktatorî ne.

Ez êrîşên ser medya niştimanî, azad û pirdengîyê şermezar dikim.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:03:30

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x