Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin!

Heta demek kurt jî ev wilo bû û hîn jî eşkere nebûye ku PYD, YPG û HSD çiqasî ji PKK û stratejîya malxerab a PKK azad, serbixwe wê di nav vê lihevhatinê de cîhê xwe bigirin û divêtîyên vê hevbeşîyê bînin cîh! Ev ne dîyare û ji bona hêvîyek birêk û pêk jî hîn zû ye.

Şeyhmus Ozzengîn

18.06.2020, Per | 20:31

Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin!
Nêrîn Belav bike

Li Baüşûrê Rojavayê Kurdistanê, di bin siponsorîya nûnerekî Emerîka û piştgirîya Başûrê Kurdistanê de, ENKS û YNK "DAXUYANIYA HEVBEŞ JI RAGIHANDIN Û RAYA GÎŞTÎ RE!“ hat dayîn. Li ber çavê medyayê, endamên ENKS, PYD, HSD û siponsorê Emerîkî ev daxuyanî hat dan. Di van rojên ku çîyayên Kurdistanê di bin êrîşên Tirkîyê û Îranê de ye, helbet ev gav ber dilê me xweş dike û ev xeber, hêvîyekê dide me.  Ji bona ku em di pêşewazîkirina vê daxûyanîyê de xeteya nekin û hêvîya me neşkê, divê em hişyar, xwedî agahî û bi mesafe nêzî vê bûyerê bibin. Lîstik û xefikên Tirkîye û Îran bibînin û tedbîrên xwe bistînin.

Tevgera sîyasî û leşkerî a li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi metod û îdeolojî, bi qadro û metodên şer, bi stratejî PKK ye. Heta demek kurt jî ev wilo bû û hîn jî eşkere nebûye ku PYD, YPG û HSD çiqasî ji PKK û stratejîya malxerab a PKK azad, serbixwe wê di nav vê lihevhatinê de cîhê xwe bigirin û divêtîyên vê hevbeşîyê bînin cîh! Ev ne dîyare û ji bona hêvîyek birêk û pêk jî hîn zû ye.

Ev demeke bi serkêşîya Mazlûm Ebdî, siponsorîya Emerîka û piştgirîya birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî dan û stendin di navbera PYD û ENKS de dimeşin. Tiştekî saxlem li ber çavan û eşkere derneketîye holê. Ji hêla sîyasî de li ser hinek xalan lihev kirine. Ev destpêka lihevhatinê ye û hêvîyê dide, ku wê gavên mezintir, hevpar bavêjin.

Gelo wê ev lihevkirin, bigihêjin astek bilind û wê PYD rêveberîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi hêzên muhalefeta xwe (ENKS) re parve bike an na?

Gelo wê YPG ji bin bandora PKK derkeve û bi Pêşmergên Roj re qanih bibe, ku artêşek netewî milî a Başûrê Rojavayê Kurdistanê bêt avakirin?

Gelo di destpêka damezirandina vê yekitîyê de wê hêzên leşkerî ji bin bandora hizbî rizgar bibin û wê artêşek milî bikaribin ava bikin?

A girîng ewe ku ji PKK azad, wê Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê li ser axa xwe wê bikaribin îradeya xwe bikar bînin, an na?

Em van pirsên xwe li vir bihêlin û carek din wegerin ser pêşengîya Mazlûm Ebdî!

Di 20ê Gulana 2020 an de „yekitîyek netewî ji 25 hêzan“ (PYNK) hat îlankirin. Ev mîna lîstikekê avêtin ber ENKS. ENKS ev qebûl nekir û muhatabê xwe PYD îşaret kir. PKK û beşek ji kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê li henber vê daxwaza ENKS derketin û eşkere kirin ku; „va me ji 25 hizban yekitîyek (PYNK ) ava kirîye, bila ENKS were bi van re dan û stendinan bimeşîne.“(!) Lê ENKS nehat vê lîstikê. Lê ev hêl hîn jî di têkilîyan de ne zelale.

PKK û îradeya Qendîl, ticarî li „yekitîyek sîyasî nav Kurdan“ bi çavekî stratejîk mêze nekirîye. Hertim bi çavê di demên ku ketîye tengasîyê de, bi çavekî xwe ji tengasîyê rizgar bike, bi hesabên partîzanî, li tifak û yekitîyên nav mala Kurd nerîye. Ji ber wê jî ev 40 sale PKK di nav kurdan de xwe nêzîkî yekitîyek bingehîn û stratejîk nekirîye. Her bi çavê ku vê hêla kurdan ji bona xurtkirina xwe bikar bîne li „yekitîya nav mala Kurd“ nerîye.

Li 2012 an Hevlêr û 2014 an jî li Duhok, du hevpeyman hatin Îmzekirin di navbera PYD û ENKS de. Ev herdû peyman jî di bin çavdêrî û siponsorîya birêz Mesûd Barzanî de hatin Îmze kirin. Qandîl mudaxaleyî herdû peymanan jî kir û hîn ew endamên ku sînor derbas nekiribûn jî peyman binpê kirin.

Du hêzên ku di nav ENKS de cîh digirtin; El Wahde û Wîfaq sef guhertin û bi rêka van herdû hêzan peyman hilweşîya. Bi êrîş û qedexeyan hatin ser ENKS û dijminatîyek malxerabî destpê kir. Kujtin, girtin, zîndar kirin, qedexe kirin û avêtina dervê sînoran bi sîyasetek totalîter û bibandor xistin pêvajokê. Vê sîyaseta totalîter li Başûrê Rojavayê Kurdistanê bû sebebê wendakirinê. Îro 80 ji% axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji destê kurdan derketîye. Nêzî 500 hezar Kurdê van herêman di qampên derdorê Hesekê de penaberin. Kurdên li ser axa xwe mane, rû bi rûyî xîzanîyek mezin bûne di van qampan de. Berî şerê navxwe yê Sûrî, 2,5 milîyon Kurd li Rojavayê Başûrê Kurdistanê li ser axa xwe bûn. Niha ev hejmar daketîye bin milîyonekê. Ku alîkarîya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Weqfa Xêrxwaza Barzanîyan nebe, wê Kurd li ser axa xwe jikestinek pir mezin bixwin. Bi demografîya van herêman têt lîstin û destdirêjîyek mezin li ser kurdên van herêman heye. Rewş, gîhaye astek ku bingeha jîyanê li van deveran bicarekê de rû bi rûyê wendakirine hatîye.

Li gor vê daxûyanîya ku PYD û ENKS bi siponsorîya Emerîka û piştgirêya Başûrê Kurdistanê daye, hêvîyekê ji kurdan re li vî beşê Kurdistanê çê dike. Merc û têkilîyên di navbera Kurdan de li vî beşê Kurdistanê ber bi nermbûnek erênî de diçe. Lê Îran û Tirkîye ji bona ev rêkevtin neçe serî, wê hemû pergalên didest xwe de û liber dest bikar bînin. Îro êrîşên ser xaka başûrê Kurdistanê jî beşek ji van karane.

Tenê hêvîyek min û xwezîyek min heye. Eger tirkîye û Îran bi van êrîşan re PKK raserî vê rêkevtinê nekin û bihêlin ku kurdên vî beşê Kurdistanê Îradeya xwe bikar bîne, wê biserkevin. Ev merc hene û Başûrê Kurdistanê jî piştgirê vê lihevhatinê ye.

A girîng ewe ku Kurd, sîyaseta Kurd li ser xaka Kurdistan îradeya xwe bikar bîne.

18.06.2020

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2875 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:23:26

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x