Berî ku DAÎŞ derkeve holê, li ser axa Sûrîye hêza dewletê li ber têkçûnê bû. Opozisyonek xurt hebû û di qada navnetewî de jî xwedî bandor bû. Bi hêzbûna DAÎŞ re opozîsyona Sûrîye ket û têk çû. Ji %60-70 axa Sûrîye ket destê DAÎŞ. Ev rewşek metirsîdar bi xwe re anî. DAÎŞ êrîş anî ser Kurdistanê. Hin li Sûrîye û hin li İraq hedefa DAÎŞ a mezin bû têkbirina kurdan.
Vê rewşê pir zelal derxist ber me ku di organîzekirina DAÎŞ de, piştgirên herî mezin, dijminên Kurdan û dewletên hevalbendên wan bûn. Sûrîye bû, Tirkîye bû, İraq bû û Îran bû. Ji çarhawêrên cîhanê ew pîçên îstîhbaratan komkirin, organîze kirin û berdan ser pêsîra Kurdan. Di virde hêza ku herî serkevtî derket dewleta Sûrîye û hevalbendên wê bûn.
Emerîka û Hêzên Hevpeymanan dev ji hilweşandina îktîra BAASîyên Sûrî berdan û ev çar salin bi mebesta „li henber DAÎŞ şer“ hevalbendên leşkerî ji xwe re çêkirin û li herêmê tevdigerîyan.
Sûrîye, hin axa di destê opozîsyonê de û hin jî beşek ji axa ku ketibû destê DAÎŞ bipaş de vergirt. Vê jî hêzek siyasî da hêza dewletê.
Di vê pêvajoka têkbirina DAÎŞ de, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan ji hêla leşkerî de li henber DAÎŞ bi kurdan re ketin têkilîyê. Xwestin ku Kurd wek miletekî di nav xwe de yekitîya xwe çêkin û xwedî li axa xwe derkevin. Mixabin ji ber têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîye re, sîyaseta PKK ku li herêmê xwedîhêz bû, rê neda ku ev yekitî bêt avkirin. Li henber hêzên Kurd ku dijî wanin, bitûndî tevgerîya û bi helwestek totalîter li henber vê ênîya netewî helwest girt. Ênîyek netewî, hêzek netewî a leşkerî redkir. Piştî vê jî li gor stratejîya „Sûrîyek Yekgirtî“ HSD (Hêzên Sûrîye Demokratîk) hat avakirin. Emerîka û Hêzên Hevpeymanan di avakirina HSD de rolekî serete lîstin û Piştgirîyek leşkerî, lojîstîk û perwerdeyî dan HSD û YPG. Bi vê hemahengîyê li ser axa Sûrî û Başûrê Rojavayê Kurdistan, DAÎŞ jikestin xwar.
Di vê pêvajokê de Tirkîye rehet nesekinî. Pêşî di kûraya 40-45 Km. de ket herêma Cerablûs û Efrîn îzole kir. Piştî ku li vê herêmê armancên xwe bicîh kir, ket Efrîn û derdorê wê jî. Ji hêla Hatay de ket jêra herêmê û li İdlib û Minbic bicîh bû û bi armanca parastina van hêzên tûndrev, heta nêzîk Hama bandorek leşkerî ava kir. Tirkîye, bi hêzên tundrev û îslamîst re tevgerîya, di ser Tirkîye re rêya alîkarî û lojîstîkê ji wan re vekir. Ev hêzên Tundrev anî li Efrîn û Carablûs bicîh kir. Li gor agahîyên di dest de, Tirkîye ji hêla demografîk de herêma Efrîn û Cerablûs bi carekê de guhert. Nêzî 400 hezar penaberên Ereb anîye û li ser axa Kurdan, li ser mal û milkên kurdan bicîh kirîye. Rojavayê Firat bi carekê ke xist destê xwe û ji hêla demografîk de serûbin kir. Îro li ser beşek ji axa Başûrê Rojavayê Kurdistan revandin, talan, kujtin bi destê dewleta Tirkan têt meşandin.
Li ser esasên dijminatîya kurdan, Tirkîye ev qozên xwe bi hevalbendên xwe yên Astana re meşand. Ev hin li hesabê Rusya, hin li hesabê Îran û hin jî li hesabên Sûrîye dihat.
Mixabin rewşa hebûna Tirkîye li derdorê İdlib û Minbiç, têkilîyên Tirkîye bi van hêzên tundrev re li hesabê Rusya û Sûrîye û Îran nedihat. Ji ber vê jî, ji civînên bi hevalbendîya Rusya û îran re encam nedida. Ji ber ku Rusya, Sûrîye û Îran ji vê helwesta Tirkîye li İdlib û Minbic aciz bûn. Dan û stendinên Astana xetimîn.
Tirkîye bi hêzên Ereb yên tundrev re li ser rojavayê Firat guhertinek demografîk meşand. Niha dixwaze vî pîlanê xwe ji bona seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistan bikar bîne. Di avakirina „mekanîzmeke ewlehîyê“ de nakokîyên di navbera Emerîka û Tirkîye de yek jê eve. Tirkîye dixwaze vî pîlanê avakirina „mekanîzmeke ewlehîyê“ li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan, ji bona guhertinek demografîk li dij kuran bikar bîne. Ji ber wê jî di asta tehdîda penaberan de zirtan li Yekitîya Ewrûpa dike. Qozê penaberan bikar tîne, ji bona ku bikaribe beşek ji penaberên Ereb liser axa kurdan, li ser mal û milkê Kurdan bicîh bike, ku demografîya vê herêmê bêt guhertin. Ku pêşîya Kurd bigire, Kurd nikaribin doza axê bikin. Doza destkevtinên netewî bikin. Ev armancên tirkîye eşkere liber çavan e.
Di vî warî de bêdengîya YE. Jî vê derfetê dide Tirkîye. YE. Jî ji bona ku pirtir penaber berê xwe nedin welatên wan, li henber van kirinên Tirkîye bêhelwestin. Ev jî tê wê wateyê ku YE. Ji bona van şantajên penaberan, çavê xwe ji kirin û karesatên ku Tirkîye li ser axa kurdan dimeşînin re digirin. Rapora Rêxistina Mafên Mirovan ku li ser herêma Efrîn û tevahîya rojavayê Firatê hatîye amadekirin, kirin, barbarî û karesatên dewleta tirkîye eşkere derdixe ber me, ku hin Emerîka, hin Rusya û hin jî YE. Çavê xwe jê re digirin û li henber van kirinên barbarî ker û lalin.
Di warê çareserkirina pirsgirêka Sûrîye de NY. (Netewên Yekgitî) jî ti gavên berbiçav heta niha navêtine. Ne di warê avakirina nexşeya siyasî a Sûrîye de û ne jî di warê avakirina makezagonek nû ji Sûrîye re ti gavên nû xuya nakin. Ev jî tê wê wateyê ku NY. Jî ji xurtbûn û ji nûve rolgirtina Beşar Esad re amade ne.
Ku li ser axa Rojavayê Başûrê Kurdistan Kurd nebin yek, ênîyek Kurd û kurdistanî ava nekin, nikarin xaka xwe ji van êrîş, tehlûkan û karesatên xerab biparêzin. Ji bona ku Kurd li ser axa xwe xwedî destkevtin bin û hevgirtî, xurt cîh bigirin, ev şert e. Mixabin heta niha, siyaseta PKK û bandora wê li ser PYD û YPG, rê nedaye ku ev bingeh bêt avakirin.
Di vî warî de Emerîka jî ne xwedî helwestek erênî ye. Heta niha ti pîlanek emerîka yê erênî ji bona destkevtinên Kurdan û nexşeyek sîyasî nû ji bona Sûriye, berbiçav tineye. Di warê yekgirtina kurdan de jî bêhelwest xuya dike. İngîltere û Fransa di warê avakirina yekitîya Kurdan de hinek danûstendin meşandin. Heta niha ji van danûstendinan jî ti encam derneketine.
Ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan, Kurd di navbera xwe de Ênîyek Kurd û kurdistanî ava nekin, rojên reş li pêşîya wan in. Her ku rejîma Sûrîye xurt bibe, wê cîh li kurdan teng bibe.
Yekem berpirsîyarê vê rewşê rêveberîya Rojava û sîyaseta totaliter a PKK ye.
Bi sîyaseta "biratîya gelan û parastina yekitîya axa Sûrîye", pêşî li kurdan girtin ku li ser axa Xwe, wek miletekî xwedî li mafên xwe û axa xwe derkevin. Vê helwestê berjewendîyên miletê Kurd xist bin bandorek metirsîdar..
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.