Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî diyar dike ku; „nabe tenê PYD di danûstandinên li gel Şamê de bibe nûner.“ê kurdan. Lê Mazlûm Kobanî û rêhevalên wî ji bîr dikin, ku ev heyşt sale, Kurd ji wan re dibêjin; „bi sîyasetek yekalî û totalîter hûn nikarin mafê kurdan biparêzin.!“
Gelo Mazlûm Kobanî gihîştîye wê astê, ku bi sîyasetek yekalî û totalîter „nikarin mafê kurdan biparêzin?“
Ez ne di wê bawerîyê de me!
Bi bawerîya min, rewşa wan ketîye bin alozî û wendakirinek mezin û li ber têkçûnê ne. Berê xwe dane rejîma Sûrîyê û dixwazin hemû hêzên dervê PYD, YPG û HSD, bikin şirîkên vê rewşê, ku bi teslîmbûna rejîma Sûrîye re; derfet di destê ti hêzên din de nemîne. Hêzên ji dervê xwe jî bikin şirîkê vê têkçûnê.
Vê jî eşkere dibêje;
„ew li ser vê bingehê li gel aliyên siyasî civiyane ku ENKS jî di nava wan de ye, û tevahiya aliyan jî amadebûna xwe ji wê yekê re nîşan dane.“
Heta niha ENKS daxûyanîyek bi vî rengî nedaye û negotîye „em bi PYD, YPG û HSDê re hevparên danûstendinên bi rejîma Sûrîye re ne!“ ENKS daxûyanîyek wilo da be jî, hayê min jê tine ye! Mazlûm Kobanî bi zanistî dixwaze ENKS bike şirîkê têkilîyên bi rejîma Sûrîye re.
Di dema derbasbûyî de, bi alîkarî û mêvandarîya Başûrê Kurdistan, sê rêkevtin di navbera wan û ENKS de hatin programkirin. Roja ku berpirsîyarên PYD û YPG vegerîyan Rojavayê Kurdistan, bi daxwaza rejîma Sûrîye û PKK, ev rêkevtin yek biyek hilweşandin, înkar kirin û yekalî, totalerîzma PKK damezirandin û parastin. Li ser vê jî bê ku berpirsîyarêya van rêkevtinan bigire ser xwe, Mazlûm Kobanî dibêje;
„di demên derbasbûyî de bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan sê rêkeftin li gel ENKSê îmze kirine, lê ti yek ji wan nehatine bicihkirin.“
Mixabin di virde jî berpirsîyarîya vê nagire ser xwe û nêzî xwerexnekirinê nabe. Ev jî wek helwestek konane derdikeve ber me, ku nîyetek xerab di armanca xwe de vedişêre.
Başûrê Kurdistan, di demên borî de her rolekî çêker lîst. Xwest ku her alîkarê Rojavayê Kurdistan be. Her ku derfet ket destê Başûrê Kurdistan, ticaran ev alîkarî jî rednekir. Hin di Rewşa Kobanê de û hin jî di dema Efrîn, Serêkanîyê, Girê Spî de, her alîkarî şand, rêyên dîplomasîyê bikar anîn.
Bi sedhezaran koçberan ji mirinê, birçîbûnê rizgar kir û dike.
Mixabin PKK û PYD li Rojavayê Kurdistan her dijminatîya Başîrê Kurdistan û bi taybet jî PDK û malbata Barzanîyan kir. Li Rojavayê Kurdistan Kurd, kirin dijminê kurdan. Li dij Başûrê Kurdistan, li dij axa azad û li dij malbata Barzanîyan propaganda û bi dezînformasyonan tevdegerîyan. Beşek ji rojavayê Kurdistan kirin dijminê Başûrê Kurdistan. Niha hûn ji her kadro û dilxwazên PKK û PYD bipirsin „Hûn çawa li Başûr û Barzanîyan dinêrin?“ Raser wê Başûrê Kurdistan û Malbata Barzanîyan wek dijminekî mezin bidin nîşan û bi „berdevkîya Erdogan“ binav bikin. Eynî mejî ji bona penaberên Kurd yên rojavayê Kurdistan, ku li Tirkîye û Başûrê Kurdistan bicîhbûne re jî bikar tînin.
Gelo Mazlûm Kobanî, PYD û PKK wê çawa ew dijminatîya ku di nav beşên Kurdistan, di nav kurdan de li Rojavayê Kurdistan çandîye, ji holê rake?
Bê ku xwe rexne bikin û uzrê xwe ji raya giştî, ji kurdan bixwazin, wê çawa bingehek hevkar avabikin? Ev ne mukûne!
Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyeke Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan"(!) hatiye avakirin. Rihê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî, şerê wekaletê ava bûne. Di vir de ji bona PKK Kurd, ji bona vê stratejiyê tenê qurban in. Ev di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî yên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî û destkevtinên şerê wekaletê ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Kobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.
PKK, armancên wê û tahrîbatên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan, yên îdeolojîk û partîzanî, bi rewşek pir zelal liber çavê me ye. Berî bi 7 salan hejmara Kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan nêzî 3 milîyonan bû. Ev hejmara kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan, li ser axa Kurdistan daketibû li dor 1.2 milîyon. Îro li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan hejmara Ereban ji ya kurdan pirtire. Ji Efrîn, heta Sînorê Qamîşlo axa Başûrê Rojavayê Kurdistan ji destê kurdan derketîye. Kurd ji axa xwe hatine derxistin û koçber bûne. Nêzî 400 hezar Kurd di kampên penaberan de, di nav xêzanî û perîşanîyek mezin de dijîn.
Gelo PYD, YPG, HSD û Mazlûm Kobanî, xwe berpirsîyarê vê malwêranîyê dibînin, an na? Rêya têgihîştina sîyasetek hevpar, bi têgihîştina sîyaseta çewt, totalîter û yekalî re derdikeve holê. Berpirsîyarî ewe, ku ji vê sîyasetê bipaş de gav bavêjin, uzrê xwe ji miletê Kurd bixwazin û bingeha mercên nû ava bikin ku bingeha sîyasetek hevpar derkeve holê.
Gelo Mazlûm Kobanî bi çi mîsyonê vê daxwazê dike?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.