Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in!

Li ser navê serokatîya Konseya Rêveberî a KCK Cemil Bayik, di 26.10.2021 an de roportajek da rojnama Al Nahar, ku li Misrê derdikeve.

Şeyhmus Ozzengîn

28.10.2021, Per | 18:21

Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in!
Nêrîn Belav bike

Cemîl Bayik, di vê roportajê de pir hêl û têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîyê re û helwesta wan a stratejîk di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, bi armanc û daxwazên xwe yên li ser Başûrê Roavayê Kurdistanê eşkere dike.

Hin rewşa têkilîyên HSD û Emerîka-Hêzên Hevpeymanan, hin yekitîya nav mala Kurd, ku bi alîkarîya Emerîka û Fransa dimeşîya û hin mîsyona Mazlûm Ebdî di van xebatan de, van rojan pir agahî zelal bûn.

Çend rojan berê, Konseya Rêveberî a PKKê li Qendîlê civîyaye û biryara ji destgirtina hemû erkên Mezlûm Evdî daye.

Biryar ewe ku; „Mezlûm Ebdî ji fermandarîya hêzên Sûrêyê yên demokratîk HSD’ê were bidûr xistin û kesê bi navê Mehmûd Berxwedan bi kod navê ‚Mehmûdê Reş‘ li cihê wê were erkdar kirin.

Li gor agahîyên ku ji herêmê tên:

„Mezlûm Ebdî şandine İngilîstanê û li wir ew bi vê fermanê hatîye haydar kirin. Mazlûm Ebdî hîn jî di erka xwe de ye. Lê belê tev desthilat jê hatine standin, mayîna Mezlûm bi koalîsyona navnetewî a dijî DAIŞê ve elaqedare, ji ber ku Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, ji xeynî Mezlûm ebdî ne amadene serederiyê li gel tu kesên din bikin.“(JK)

Wek ku em dizanin, ev qederê çend salan e, ji bona avakirina nav Mala Kurd, bi piştevanîya Emerîka û Fransa xebatek dihat meşandin. Aktorê navbêna yekitîya Nav Mala Kurd jî wek nav Mazlûm Ebdî derdiket pêş. Lê ji serî de PKK li dij vê yekitîyê derket û îdîa kir ku; „ev yekitîya Nav Mala Kurd lîstikek emperyalîsta ye û armanca wê tasfîye kirina PKK ye.“ Bi vê sebebê jî rêveberîya PKK pêşî li vê xebatê girt û nehişt ku encam bide. Dîyare ku yek ji sebebên ji erk dûrxistina Mazlûm Ebdî, têkilîyên ku wek mîsyon girtibû ser xwe ye. PKK, van têkilîyan wek sebeba dijberî Sûrîyê nirxandîye.

Di vir de Cemîl Bayik sebeban berfireh dike ku:

\"Yên ku dixwazin têkilîyên me û Şamê û bi malbata Esad re xera bikin, xwestin ku ênîyek kurdistanî li Rojava çêbikin, ku em bibin dijberê Sûrîyê. Ev dijitîya armancên PKK bû. Me rê neda wan. Em nahêlin ku tiştekî bi vî rengî li Sûrîyê çêbibe. Em hin di nav ênîya kurdistanî de û hin jî di opozîsyona Sûrîyê de cîh nagirin. Ji ber ku herdû jî dijberê Sûrîyê û malbata Esad in. Ji dema rêber Apo de û heta niha têkilîyên me bi malbata esad re pir germ dimeşin. Dewleta Sûrîyê û malbata Esad ticarî tiştek nerênî li ser me nikare bêje. Ji ber ku em bi van têkilîyan re pir sadiq mane.\"(26.10.2021. El Nahar, Misir)

Di pêvajoka Şerê navxweyî yê Sûrîyê de PKK, tu carî li henber dewleta Sûrîyê Şer nekir. Her bi dewleta Sûrîyê û Malbata Esad re, di têkilîyê de, xwe birêk û pêk kir. Dewleta Sûrîyê wek dewlet bingeha xwe ya leşkerî û îstîhbaratî her li Başûrê Roavayê Sûrîyê parast. PKK jî dengê xwe jê re nekir. Dema ku Cemîl Bayik pir zelal dibêje; “Têkiliya PKKê ya bi Sûriyeyê re xwedî bingeheke dîrokî ye.“ Dixwaze bêje ku têkilîyek stratejîk di navbera me û dewleta Sûrîyê de heye û em ticarî xîyanetê bi vê têkilîyê re nakin!

Di vî warî de C. Bayik bi berfirehî tîne ziman û eşkere dike ku:

“Em nabin dijberê Sûriyê”

“Têkiliya PKKê ya bi Sûriyeyê re xwedî bingeheke dîrokî ye. Têkiliya me ya bi Hafiz Esad û malbata wî re ji nêz û germ bû. Em ne dijberiya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin. Me berê jî têkiliyên xwe li ser bingeha berjewendiyên giştî yên Kurdan û biratiya Kurd-Ereban ava kiribûn. Niha jî em dixwazin di nava têkiliyeke bi vî rengî de bin. Ji ber bûyerên li Rojava diqewimin nêzîkatiyeke sar û neyînî ya rêveberiya Beşar Esad li hemberî me hebe jî em neketin nava heman nêzîkatiyê. Me têkiliyên xwe yên bi Şamê re ti carî nebirî; heta ku ew nebirin em dê ti carî nebirin. Me dostaniya Rêber Apo û malbata Esad timî hêja dîtîye.“ .\"(26.10.2021. El Nahar, Misir)

Di virde peymana di navbera dewleta Sûrîyê, malbata Esad û PKK de derdikeve holê ku, PKK kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê ji bo çi erk û armancan bikar anîye. Di vir de hemahengîyek veşartî a di navbera îstîhbarata Sûrîyê û Tirkîyê de jî derdikeve ber me ku, PKKji bona kontrolkirina tevgera Kurd a li Başûrê Roavayê Kurdistanê, yek ji wan pergalê destê van îstîhbaratan e. Yanî bi emrê îstîhbarata Sûrîyê, hewlên li ser axa Başûrê Roavayê Kurdistanê, bi hebûna PKK li ser wê axê dimeşe. Ji ber wê jî ticarî hemahengîya di navbera van hêzan de rê nade yekitîya nav mala Kurd, ava bibe û li gor berjewendîyên Kurdan tevbigere. Kî di vî warî de xeyalan bike, ewê têk biçe. Kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê, divê roj berî rojê vê rastîya hebûna PKK li ser wê axê bibînin û helwestê deynin. Divê bibînin ku PKK, bi hêzên îstîhbaratan re îradeya wan girtîye destê xwe û ji bona armancên taşeronîya xwe bikar tîne.

Cemîl Bayik, li ser armanca avakirina PYD jî agahîyan dide me ku; Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), partiyeke ku xeta îdeolojîk a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pejirandiye.“ Û dom dike:

“Ji xwe, xwe spartiye karê 20 salan ê Rêber Apo yê li Sûriye, Lubnan û li Rojava û bi vî rengî ava bûye.“(!)

Rêberê PKK Cemil Bayik, di derheqa „Rêveberîya Xweser“ de jî raste rast dibêje:

“Me xwest ku Rêveberiya Xweser, pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vî warî de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast, lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ye.”

Û didomîne:

\"Hinekan xwest ku li Sûrîyê têkilîyên bi Emerîka re daxin astek stratejik û ênîyek kurdistanî li Sûrîyê ava bikin\" (!)

Rêveberê Konseya PKK, Cemil Bayik, di vir de pir eşkere hinek armancan û hewlên xwe eşkere dike û di vê rojnameya ereban de mesajê dide rêveberên Sûrîyê. Têkilîyên xwe bi dewleta Sûrîyê û malbata Esad re, di vî warî de „stratejîstê mezin Rêber Apo“ wek rêberê vî karî dide nîşan, ku ticarî ji vê xetê dernakevin.

Ya din, hebûn û têkilîyên Emerîka û Hêzên Hevpeymanan li Sûrîyê wek „dijî dewleta Sûrîyê“ dinirxîne û bi teorîya „dijberî emperyalîstan“ li henber hebûna wan derdikeve ku, zerarê didin dewleta Sûrîyê. Wexta ku C. Bayik dibêje:

Em ne dijberiya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin. Me berê jî têkiliyên xwe li ser bingeha berjewendiyên giştî yên Kurdan û biratiya Kurd-Ereban ava kiribûn.“(!) Qezda C. Bayik ewe ku ticarî di nav tevgerek dijberî malbata Esad û Sûrîyê de cîh nagirin û rê nadin ku li Başûrê Roavayê Kurdistanê jî helwestek bi vî rengî derkeve holê!

Eger kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê, sinifa sîyasî a vî beşê Kurdistanê û tevgerên dervê PKK, vê rastîyê nebînin û li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistanê helwestek rast nehonin, wê têk herin.

Ji ber ku li ser axa Başûrê Roavayê Kurdistanê hemahengîya veşartî a di navbera Sûrîyê, Tirkîyê û PKK de pêşî li hewlên Emerîka û Hêzên Hevpeymanan jî digire. Hewlên nû ku van rojan li ser Sûrîyê dimeşin, wê pir tiştan jî zalaltir bike.

28.10.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1582 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:00

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x