Dîyalogên fabelan hin bi rîya helbestê û hin jî bi rîya nivîsarê derdikeve ber me û celebek ji wêjeyê ye.
Naveroka peyva „fabl“ ji „fibula“ derketîye, Latînî ye û di maneya „çîrok“an de ye. Fabel kurt in û bi wate ne. Piranî ji bona zarok û ciwanan têr û tije dersên jîyanê ne. Bi gelemperî zeîfîya mirovan, xeletîyên wan û hêlên wan yên xerab, bi rêya axivtina ajalan û bi zimanekî ezop têt bikaranîn. Di wêjeya roj ava de mînaka yekem Ezop afirandîye û xwedî dîrokek B.Z. dihere heta sedsala 4 emîn e.
Di wêjeya cîhanê de; Horatius, Plutharkos û Lukianosê Samsatî modelên Ezop bikar anîne.
Di „Dema Navîn“ de Marie de France navekî herî lipêş e di vî warî de. Dûre, du heb helbestvanên İngîlîz wek Edmund Spenser û John Dryden jî berhemên hêja afirandine. Di sedsala 17 an de La Fontaine li ser pozbilindîya mirovan berhemên binav û deng afirandîye. Di sedsala 19 an de fabel pir bipêş ketîye û bala xwedevanan kişandîye. Di warê nivîsa fabelan de; Lewis Caroll, Kenneth Grahame, Rudyard Kipling, Beatrix Potter navên ku herî pir derdikevin ber me ne.
Li Kurdistanê bi Kurdî fabel, di çîrok û metequlkande bi wêjeya devkî xwedî dîrokek kevnare û texmînî diçe heta berî Zayînê. Di çîrok û metequlkên kurdan de fabel cîhekî girîng digire. Kurdan bi rîya çîrok û metequlkan ev hêla wêjeyê di warê mînak û dersdayînê de pir baş bikar anîne.
Di sedsala borî û sedsala nûha de gelek fabelên Kurdî derbasî warê nivîsê bûne.
Hunermend, Sonet û Fabelnivîserê hêja Riza Topalê Hulmanî di vî warî de sê heb pirtûk dîyarî wêjeya Kurdî kiriye; „Pîrê û Rovî, Karda û Sefer û Kodkên Hirçê.“ Fabelên xwe ji çar beşan nivîsîye. Beşa 1. Danasîna cîh û lehengên Çîrokê. Beşa 2. Cîhê ku bûyer lê geş dibe û kilîd dibe. Beşa 3. Bûyer ber bi dawî de diçe û naverok derdikeve û beşa 4.an jî mesaja ku nivîskar bi zelalî dide xwendevanan.
Riza T. Hulmanî, wek di warê Sonet an de, di vî warê Fabil an de jî xebatek hêja, têr û tije ders ji kurdan re afirandîye. Ezê li jê mînakek ji fabelên R. T. Hulmanî bidim we:
Kerek Kême
Li gundê Axdad
Apê Mixdad;
Cînaran dabûn
Hazir kiribûn
Ew heft ker,
Bi heft ser.
Palik û palas
Cirik û werîs
Da biçûna bo aşan,
Rêk, gelî, tir û kaşan.
Hemû ji malan anîn ber der,
Hazir kiribûn ew gişt ker.
Dihejmard û dihejmard
Tevî ew çawalên ne ard.
„digot:va kera me
Lê belê ha kerek kême.“
Digot: „ma qey ez şaşim,
Xewda me an xuhnaşim!
Kanê êw kera paşîn?
Dîsan hêjmard ser ta bin.
Lê kanê ewê reşbeş
Lê ewê pişt neqeş
Lê kera doç qontoz
Lê kera reng boz
Kanê ew kera serçav tujî toz?
Belê min hebû heft ker
Yek ji mala mamê Sefer
Ewê rengboz ji mala Rizgo
Kera reşbelek ji mala Temo
Kera şînboz ji mala Elo
Wayan jî kera Delo
Wendaye kera Xelo.“
Got: „Malmîrata keran,
Hejmartin neket seran.
Hejmard û hejmard
Tevî tale çawalên ne ard.
Digot: „Hin hin!
‚Lê kanê ew kera reş
Yêk, du sê
Çarpê
Va kera mê
Va yê nêr
Ezê camêr.“
Digot: „Ahan
Waye dîsan
Şeş ker
Tevî hefsar
Cilik, palas û dar
Ji kera sîwar
Jê hat xwar.
Hêjmard heft ker
Heft ser
Çar çim
Çar sim.
Apê Mixdad
Ji gundê Axdad Bîr dikir tim car
Kera ku jê dabû siwar
Zîwar dibû şeş ker;
Jê dihat xar heft ker.
8.8.1976
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.