Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e!

Civata Kurdên Êzdî, civakeke zanyar e.! Kurdîstan ya me ye, Kurdîstan tinebe rewş û pergala me wê xirabtir bibe. Bi sedan nîrxê me Ziyaretgehên me, Lalişa me ya Nûranî û gelek xasên me yên Pîroz li Kurdîstanê ne…!

Şeyhmus Ozzengîn

11.01.2023, Çar | 15:14

Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e!
Nêrîn Belav bike

Wek ku em dizanin; Ev demeke di nav civata kurdên Êzdîde bêtifaqîyek hebû. Dilnexwazên doza Kurd û Kurdistanê, bi destekî dijminane ketibûn nav vê civata resen a Kurd û dixwestin Serkêşîya Mîrîtîya êzdîyan û serkêşîya Rûhanî (Laleşê) bêbandor bikin, ku tifaka kurdên êzdî şikestinê bixwe.

Bi êrîşên DAÎŞ re (2014) Kurdên Êzdî raserî jenosidek mezin hatin. Bi sedhezaran ji şengal, şêxan, Başîq û derdorê koçkirin. Li derdorê Dihok, di kampande bicîh bûn. Beşek piçûk ji wan jî desbasî Tirkîyeyê bûn û piranîyên wan hatin Ewrûpa.

Piştî ku Şingal ji DAÎŞ hate rizgarkirin, divabû Şingal bêt avakirin û Kurdên Êzdî vegerîyana ser cîh û warên xwe. PKK û Haşdî Şabî bi tifaqekê ev derfeta valahîya Şingal ji xwe re bikar anîn. Bêtifaqîyek xistin nav Kurdên Êzdî, ku ev civat di bin bandora wan keve û ji xwe re bikar bînin.

Sebeba duyem jî Kirasgûhartina Mîr Tahsîm beg bû. Kiras guhertina Mîr Tahsîn Beg, valahîyek di nav serkêşîya civata kurdên Êzdî de çêkir, ku fersend têkeve destê PKK. PKK, bi vê fersendê Şingal û Laleş, serkêşîya Rûhanî anî henber hev. Li Şingal hinek dengên ku Mîritîya malbata Mîr Tahsîn Beg red bikin û Laleşê wek kevneşopîyek rizîyayî nîşan bidin derket holê.

Du salên Şewba Covîd 9 jî mudaxaleya vê rewşê dereng xist. Piştî kirasguhertina Mîr Tahsîn Beg, hilbijartina kesayetîyek li dewsa Mîr Tahsîn Beg jî demek ajot. Belê di nav Civata kurdên Êzdî de bi serkêşîya serokatîya beşa Rûhanî Hazim Beg hat hilbijartin. Beşik piçûk ji Şingal, Êzdîyên Rojavayê Kurdistanê û ji dîyaspora li dij Mîritîya Hazim Beg derketin. Di nav civata kurdên Êzdî de, ev herêmên ku li dij Mîritîya Hazim Beg û bandora Laleşa Pîroz derdiketin Herêmên Kurdên Êzdî ku di bin bandora PKK de bûn. Van kiryarên PKK jî bandorek neyênî û xerab di nav tifaqa civata Kurdên Êzdî de çêkiribû.

Ev demeke birêz Hazim Beg, ji bona carek din tifaqa nav mala Kurdên Êzdî nû bike û ava bike li Elmanya dan û stendin û civînan li dar dike. Ev gava Hazim beg, her çiqa ji ber hinek sebeban dereng ketibe jî, gavek erênî ye. Divêtîya parastina vê civata resen a kurdên Êzdî bi yekitîyek hevgirtî heye. Lazime ev gav roj berî roj bêt avêtin ku, ev civata Kurd a resen bêt parastin. Divê her hêlê de Kurd piştgirîyê bidin van hewlên Hazim Bek û baskê Rûhanî.

Di konferansa Koln a 07.01.2023an de ji bona sazkirina yekitîya nav mala kurdên êzdî, çend biryarên girîng hatin stendin.

bi sedan Êzdî di hûzûra Mîr Hazim Beg de hatine ba hev. Pirsgirêkên civata xwe guftûgo kirin. Ev xewnek bi hezaran ya Kurdên Êzdî bû, ku hate cîh. Gavên biryar û projeyên yekitîya nav mala kurdên Êzdî hatin ber guftûgoyê û hatin avêtin.

Wek: Biryara avakirina Meclîsekê,

Di nav Civata Kurdên Êzdîde avakirina Komîsyonan,

Kurdên Êzdî wek civat, bê ku bandora fikrên sîyasî civatê perçe bike, avakirina yekitîya Civatê,

Biryara ku hemû rewşenbîr û berpirsiyar, divê di nava xebatê de cîh bigirin hat stendin.

Divê Kurdên Êzdî bi tifaqek xurt, wî destê reş, ku tifaqa wan xeradike ji nav civata xwe derxînin. Bi serkêşîya Hazim Beg, ev dan û stendin û civînên ku ji bona tifaqê lidar ketin pîrozin. Divê Êzdî, ji hevûdû re bihurmet bin û hevûdû tehamûl bikin. Mîrîtî, sazîyek temsîla civata Kurdên Êzdîye, divê hurmet ji vî postî re bêt kirin. Bê Civata Rûhanî jî Êzdî nikarin xwe û yekitîya xwe biparêzin. Parastin û xwedî lêderketina van herdû sazîyan ji bona yekitî û parastin vê civatê pir girîngin.

Di van civînan de hinek hêlan, piranî nûnerên Êzdîyên Rojava û Şingalê hinek rexneyên neyênî, ku tifaqê perçe bikin û bandora Mîrîtî û rûhanîya kurdên Êzdî bişkînin hatin kirin. Lê ev kes bêbandor û ji terefê piranîya beşdaran ve hat redkirin.

Civîna Kolnê bi şîarên Hazim Bek hat bidawî bûn;

„Civata Kurdên Êzdî, civakeke zanyar e.! Kurdîstan ya me ye, Kurdîstan tinebe rewş û pergala me wê xirabtir bibe. Bi sedan nîrxê me Ziyaretgehên me, Lalişa me ya Nûranî û gelek xasên me yên Pîroz li Kurdîstanê ne…! Em nikarin êzdiyan ji Kurdîstanê veqetînin.!“

„Ez vê yekê ne jibo partiyên siyasî yên Kurd dibêjim.! Kurdistan baxçe û parêzê me Êzdiya ye, ciyê me ye û mafê me ye. Kes nikare me jî welatê me dûr bike.! Divê hûn pişgirtina min û Heyeta Ruhanî bikin.!“

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:34

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x