Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye!

Dadgeha Federal a İraqê, dadgehek sîyasî ye. Ne dadgeha Destûrê ye. Ji ber wê jî mafê vê dadgehê tineye ku destdirêjî mafên destûrî yên miletê Kurd û Kurdistanê bike.

Şeyhmus Ozzengîn

13.03.2024, Çar | 12:54

Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye!
Nêrîn Belav bike

Ev demek dirêje Dadgeha Federal a İraqê, bi behaneyan destkarî di mafê Herêma Kurdistanê yên destûrî de dike. Ev destkarî, niha gihîştîye astek ku mudaxaleyî sîstem û demokrasîya navxwe ya Herêma Kurdistanê bi xwe.

Dadgeha Federal a İraqê, dadgehek sîyasî ye. Ne dadgeha Destûrê ye. Ji ber wê jî mafê vê dadgehê tineye ku destdirêjî mafên destûrî yên miletê Kurd û Kurdistanê bike.

Destkarîyên Dadgeha Federal, destdirêjîya biryarên Parlementoya Kurdistanê û binpêkirina îradeya miletê Kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Parlementoya Kurdistanê, di sala 1992an de di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ji bona pêkhateyên Kurdistanê, ku di parlementoyê de bên temsîn kirin, biryara kutayê a 11 kursiyan da ku li wan pêkhateyan were parvekirin. Li gor vê biryarê, hejmara kursîyên parlemetoya Kurdistanê dibû 111 kursî. 11 kursî ji van yên para pêkhateyên Kurdistanê bûn, ku bi şîveyek demokratîk xwe di parlementoyê de temsîl bikin. Di sala 2024 an de Dadgeha Federal a İraqê, destdirêjî vê biryara Parlementoya Kurdistanê kir û ew mafê kutaya kêmhateyan ji holê rakir û hejmara parlementoya Kurdistanê jî daxist astek 100 kursî.

Ev binpêkirina biryara îradeya Parlementoya Kurdistanê bi xwe ye. Ev daxwaz ya YNK bû. YNK bi hesabên partîzanî serî li Dadgeha Federal a İraqê xist û ev daxwaz kir. Dadgeha Federal a İraqê jî ev serîlêdana YNK fersend dît û biryar girt. Niha pêkhateyên Kurdistanê hewl didin xwe ku vê biryarê protesto bikin û beşdarî hilbijartinên 10.06.2024an nebin.

Dadgeha Federal A İraqê, li ser mûçeyên karmend û Pêşmergên Kurdistanî jî biryar stend û mudahaleyî sîstema şandina mûçeyan kir. Şandina Mûçeyên karmend û Pêşmergên Kurdistanê, bi İraqê ve girêda û kir di nav sîstema bankî a İraqê de dîrekt ev mûçe bi destê İraqê bên belav kirin. Ev jî destdirêjîyeke li ser îradeya Sazîyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Binpêkirina îradeya miletê Kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Di virde jî YNK ev serîlêdan çêkir û bû sebebê stendina vê biryarê.

Ji 2014an de dewleta Federal a İraqê, dest dirêjî mafê destûrî yê herêma Kurdistanê dike. Miletê Kurd û Kurdistanê bi birçîbûnê tehdît dike. Li ser vê Herêma Kurdistanê Neft û gaza xwe xwest ku bi destê xwe derxîne û bişîne bazara navdewletî, ku bandora tehdîdên Dewleta Federal a İraqê vala derxîne. Di vî warî de Parlementoya Kurdistanê biryar girt. Dest bi firotina nefta Kurdistanê kir.

Di vir de jî İraqê serî li dadgeha navdewletî a enerjîya cîhanê xist û biryar derxist, ku „Herêma Kurdistanê nikare nefta xwe daxîne bazara navdewletî.“ Ev nêzî du sala ye nefta Kurdistanê hatîye sekinandin. Hin herêma Kurdistanê û hin jî şîrketên ku li Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê re kar dikin, ketin bin maxdûrîyetek mezin. Ev biryar jî bûye sebebê qeyranek aborî li herêma Kurdistanê.

Ev demek dirêje, ji ber nakokîyên hizbî yên navxweyî, herêma Kurdistanê nedikarî biryara roja hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê eşkere bike. Dadgeha Federalî ev nakokîyên nav mala Kurd ji xwe re fersend dît û mudaxaleyî roja hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir. Ev jî binpêkirina îradeya miletê Kurd û Kurdistanê ye, ku bi destûra Federal a İraqê hatîye pesend kirin ku; li Kurdistanê sazîya herî meşrû, ku hêza xwe ji îradeya miletê Kurd û Kurdistanê digire, Parlementoya Kurdistanê ye. Dadgeha Federal destdirêjî vê îradeyê dike.

Li henber van deskarîyên Dadgeha Federal a İraqê, divê Herêma Kurdistanê di wexta xwe de hilbijartinên xwe çêke. Parlementoya Kurdistanê çalak bike. Di derheqa destdirêjîyên Dadgeha Federal a İraqê de biryaran derxîne û destkarîyên vê dadgehê red bike û xwedî li îradeya Miletê Kurd û Kurdistanê derkeve. Ji ber tenê îradeya meşrû a ku miletê Kurd û Kurdistanê temsîl dike, Parlementoya Kurdistanê ye.

Mecbûre îradeya sîyasî a herêma Kurdistanê bi berpirsîyarî tevbigere û sebebên wan destverdanên Bexda û Dadgeha Federal a İraqê ji holê rake. Bi berpirsîyarî, xwedî li îrade û berjewendîyên herêma Kurdistanê derkeve û destkevtinên miletê Kurd û Kurdistanê biparêze.

Divê jibîr nekin, wendakirina îradeya miletê Kurd û Kurdistanê, wendakirina hemû hêzan bi xwe ye. Ji bona têkbirina hevûdû û zeîfkirina İradeya Herêma Kurdistanê, destverdana hemû destkevtinên Miletê Kurd bi xwe ye. Berpirsîyarî û vebalên van destverdanan pir girane. Ji ber wê jî divê îradeya sîyasî hevgirtî tevbigere û nakokîyên hizbî nebin sebebê wendakirina destkevtinên miletê Kurd û Kurdistanê.

Roj, roja parastina îrade û destkevtinên miletê Kurd û Kurdistanê ye. Ti hêz, berjewendîyên wan ne di ser berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê re ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1725 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:14:00

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x