Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn!

Ku Kurd bi zanîn li henber vê pîlana malxerab rawestin û helwestek netewî deynin. Damara çepgirên tirkan, damara Îttîhat Terakî û Kemalîsta ye. Armanca wan, kontrolkirina tevgera Kurd û Kurdistanê ye.

Şeyhmus Ozzengîn

10.06.2023, Cts | 10:42

Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn!
Nêrîn Belav bike

Li ser hemahengîya armancên dewleta tirk a li ser kurdan; çepgirên tirkan û PKK/HDP, min pir tişt nivîsî û min xwest ku ez vê armanca ku kurdan bi mîsyon dibe berbi tirkbûnê de, derxim astek zanistîyê. Ku Kurd bi zanîn li henber vê pîlana malxerab rawestin û helwestek netewî deynin. Damara çepgirên tirkan, damara Îttîhat Terakî û Kemalîsta ye. Armanca wan, kontrolkirina tevgera Kurd û Kurdistanê ye.

Di pir nivîsên xwe de min; stratejîya dewletê li ser kurdan, a asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrekirina bi tirkîyê re (türkiyelileşme=Türkleşme) ku li ser kurdan dimeşe, bi istatîstîkan jî dan. Min di vê armanca dewleta tirk de, rolê PKK/tevgera wê a legal (HDP,DTP,YSP) û hemahengîya wan bi paramilîterên çepgirê tirkan re jî anî ziman. Min xwest bala akademîsyen û lêkolînerên Kurd bikişînim ser vê mijarê, ku derxin astek zanistîyê û Kurd tedbîrên xwe bistînin. Mixabin, em di vî warî de serkevtî nebûn û her ku çû li Bakurê Kurdistanê ev stratejî geştir bû di nav girseya Kurd de. Her ku diçe jî meşrû dibe û derketîye astek metirsîdar.

Di dema hilbijartinan de Reha Sûavîoglu di “Artı Gerçek”ê de îstatîstîkek belav kiribû. Îstatîstîk, pir balkêş bû. Ev îstatîstîk, di nav kurdan de li ser pirsa Tirkîyeyî bûnê meşîya bû.

1-“Türkîyelîleşme” çiye û hûn pişgirîyê didin vê an na?

Erê= ji sedî 42.6

Na= ji sedî 20.9

Di vî warî de fikrek min tineye= sedî 37.1

Dema yên ku Tirkîyeyî bûn (tirkbûn) red kirine û yên ku fikir beyan nekirine, em têxin ser hev (20.9+37.1) ji sedî 58 prosentan dike. Li henber vê prosentê ji sedî 42.6 bi şîveyek eşkere piştgirîyê dide sîyaseta PKK û tevgera wê a legal. Yanî piştgirîyê didin tirkîyeyîbûnê (Tirkbûnê). Ev jî tê wateya ku bi astek bilind bandora asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê li ser kurdan, bi hêzek organîzekirî dimeşe. Di nava vê organîzasyonê de Dewleta tirkan, PKK û tevgera wê a legal û Çepgirên tirkan, demokrat û alewî hene. Ev hêz hemû, bi hemahengîyek mezin û organîzekirî, bi armanca Tirkîyeyîbûn”ê kurdan dikişînin nav tirkbûnê.

Ev rewş, di hilbijartinên 14.05.2023 an de pir eşkere derket ber me. Ji Salahattîn Demirtaş bigire, heta giregirên PKK yên li Ewrûpa û Qendîlê, bi çepgirên tirkan re ji bona “tirkîyeyîbûnê” (tirkbûnê) gazî girseya Bakurê Kurdistanê kirin, ku dengê xwe “ji bona Tirkîyeyîbûnê bidin CHP”ê. Ji bona ku di nav vê hemahengîyê de bibin xwedî post, beşek ji wan partîyên kurdan û şexsîyetan jî serî li HDPê xistin ku wan jî bikin namzet.

Ev dihat çi wateyê?

Ji bona berjewendîyên xwe, ku postekî wekîltîya parlementoya dagirkar bidest bixin, ketin sirê û bûn piştgirê Turkbûna kurdan. Wate pir zelale: “Tirkîyelileşme” (Tirkîyeyîbûn) têt wateya tirkbûnê û ev prosentek mezin û organîzekirî, girseya Kurd xistîye bin bandora xwe.

Hêzên kurdistanî, ku di nav vê hemahengîyê de cîhê xwe negirtin, çiqa bi zanistî ev helwest girtin, ew jî ne dîyar bû. Ji ber xwestin “bi helwestek prensîban, ku li ser programekê bi HDPê re” lihevbikin û di nav vê hemahengîyê de cîhê xwe bigirin tevdegerîyan. Lê HDP nêzî vê nebû, an jî qîmet neda vê daxwazê. Lê ev nedihat wateya ku li dijî van armancên tevgera PKK û legal, çepgirên tirkan xwedî helwest bûn. Eger helwestek bi vî rengî, bi zelalî hebûna, daxwaza “di hilbijartinan de bihevre bi prensîp ji bo HDP”ê xebatê nedikirin.

Piştî hilbijartinan di nav tevgera legal a PKK de jî nerazîbûnek mezin derketîye holê. Dixwazin bi sûcdarkirina çend rêveberan ve ser vê nerazîbûnê bigirin. Ji hêla stratejîk de, redkirina stratejîya tevgera legal a PKK û sîyaseta PKK a Qandîl û baskê Ewrûpa ne mimkûne. Ji ber ku ev ji serkêşîya vê hareketê re di astek taşaronî de, li ser kurdan, bi statejî dimeşe. Di nava vê stratejîyê de hemû hêzên ku bi tevgera PKK a legal re di tifaqê de ne, bi mîsyon hatine cem hev û karê stratejîya dewleta tirk a li ser kurdan dimeşînin. Kurdan jî ji bona vê armancê bikar tînin. Ji xeynî zerarê, ti fêda vê hemahengîyê ji kurdan re tineye.

Hemû cûre çepgirên tirkan, ticarî di nav tirkan de ji bona piştgirîya doza Kurd û Kurdistanê xebat nemeşandine. Her tim hatine ku tevgera Kurd têxin bin kontra xwe û radestî dewleta xwe bikin, asîmîle bikin mîsyon girtine ser xwe û meşandine. Ev daxwaz jî a dewleta tirk bi xwe ye. Yên ku paramilîterên tirkan tîne Kurdistanê, cîh ji wan re di nav girseya Kurd e çêdike û van tirkan li ser serê kurdan dike efendî PKK û tevgera wê a legale.

Di sîyaseta PKK û tevgera wê a legal de hêvîya guhertina sîyasetê, ne hêvîyek raste. A rast ewe ku Kurd bi şîveyek zelal li henber vê sîyasetê, di astek redkirinê de helwestê bigirin. Vê sîyasetê teşhîr bikin û derxin astek sosretê.

Vê tevgerê, tirkbûna kurdan daye ber xwe û dimeşîne, divê her Kurd, xwe û malbata xwe, cînarên xwe ji vê sîyasetê û tehlûkên lipêş biparêze.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1988 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:56:14

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x