Denklem Tên Guhertin!

Heger Kurd ji hêla leşkerî de teslîmî Sûrîye bibin û hêzên xwe yên leşkerî ji holê rakin, wê çi bibe?

Şeyhmus Ozzengîn

17.10.2019, Per | 13:58

Denklem Tên Guhertin!
Nêrîn Belav bike

Di van çend rojên pêşîya me de wê pir tişk zelal bibin.

Emerîka çima Mazlûm Kobanî derxist pêş? Li pişt vê çi heye?

Emerîka di eynî demê de çend qozan bihevre dimeşîne:

Qoza yekem; bicarekê de xwe vekişandina ji Sûrîye bû! Ev daxwaz a Trump bû. Li dîwarê civîna Kongre ya Emerîka ket û bi şîweyek sert bipaşde vegerîya. Ev tê wateya ku Kongre a Emerîka vê sîyaset û hewlên Trump napejirîne. Ji kurdan re derîyekî vekirî dihêle.

Qoza duyem, navbênçîya di navbera Kurd û tirkan de ye. Ev jî bi destê serleşkerên HSD/YPG ket bin bandorek nedîyar. Bi lihevkirina leşkerî dinavbera HSD/YPG û Rusîya-Sûrîye de, ev blofa Emerîka jî ketîye bin bandorek xerab. Heyeta ku îro li Tirkîyê ye, her çiqa bixwaze ku rê ji vê re veke, îhtîmala ku Tirkîye Qebûl bike zeîfe. Wê ev jî bi xwe re derfetên serkevtinên sîyasî û dîplomasî ji kurdan re çêke. Dibe ku carek din Emerîka li kurdan vegere.

Gelo Kurd wê bikaribin van denkleman ji bona xwe bikar bînin? Ez di virde nepiştrast im.

Çima?

Ji ber ku Tirkîye jî di eynî demê de bi Sûrîye, Rusîya û Îran re di danûstendina deye û ev jî pîlanê Emerîka dixe tehlûkê û destê Rûsîya xurt dike.

Heger Kurd ji hêla leşkerî de teslîmî Sûrîye bibin û hêzên xwe yên leşkerî ji holê rakin, wê çi bibe?

Wê Kurd li beranberî vê tawîza mezin, ji Sûrîye û Rusîya çi bixwazin?

Hinek dibêjin; “wê li henber vê tawîzê, li Sûrîye pirsgirêka Kurd çareser bibe”(!)

Garantîya vê îdîayê çi ye?

Heta ku ev mejîyê îdeolojîk û partîzanî, bibandor li ser axa Kurdistan rol bilîze, nahêle ku derfet ji bona kurdan bên bikaranîn.

Dema ku em Rûsîya, Îran, Sûrîye û Tirkîye bînin cem hev û di denklemekê de binirxînin: Di vê denklemê de ti şensê Kurdan ku, bi destkevtina mafekî rewa, di denklemê de cîhê xwe bigire, xuya nake. Ji ber ku hesab, bihêzkirina derfetên hêzbîne, ne yên millî û niştimanî ne.

Ji ber çend sebeban ez îhtîmalê nadim vê hewlê:

PYD û YPG di qada dîplomasîyê de ne serkevtî ne. Têkilîyên wan teng û di warekî partîzanî û îdeolojîk de ye. Tenê qozek di destê wan de hebû, ew jî têkilîyên wan yên bi Emerîka re bû. Ev jî niha ketîye bin bandorek xerab. Her çiqa li Emerîka, ew dostên kurdan, ku ji HSD û YPG re dibêjin; “ecele nekin”(!) jî, garantîya vê û çawayîya vê daxwazê ne zelale. Bi encama danûstendinên Emerîka, ku bi tirkan re tên meşandin ve girêdayî ye. Tirk wê îro gotina dawî ji Emerîka re bêjin!

Îhtîmalek pir mezin ewe, ku HSD û PYD, tercîh û berjewendîyên xwe di denklema Rûsîya, Sûrîye de bibînin. Ev jî, ji kurdan re nedîyarîyek xerab û întîharê tîne. Ji ber ku, PYD di denklemên dîplomasîyê de ne xwedî hêze û nikare bi dostê kurdan yên navnetewî û navdewletî re jî di cîhgirtina nav denkleman de, destkevtinan bihonin. Tenê qozek leşkerî didestê wan de ye û niha ev qoz jî ketîye bin bandorek man û nemanê.

Kurd, di qada navnetewî de hêza xwe a dîplomasîyê û hêza sîyasetê nekirin yek. Her çiqa Parlemena Kurdistan û Serokê manewî yê kurdan, Kak Mesûd Barzanî, çendîn car ev gazî derxistin û hewl dan xwe ku ev herdû alî hêzên xwe bikin yek, mixabin guh nedan van bangan. Rewşenbîr, sîyasetmedar, aqilmend û hunermendên kurdan jî ev bang derxistin, guhnedan wan jî. Ji ber helwestên sîyasî yên xerab, berxwedana şervanên kurdan, xwebexşên kurdan berbihewa dere.

Sebeba vê a herî bibandor jî Têkilîyên PYD bi Sûrîye re ne. Sebeba din, têkilîyên ENKS ku di nav Encûmena Opozîsyona Sûrîye de cîh girtine.

Ev cîhgirtinên di nav du denklemên cûda û dijraber de, mercên ku ev herdû hêz nêzî hev bibin, ji holê têt rakirin. Ev jî zîyanek pir mezin dide doza Kurd û keda bihezaran şervan û xwebexşên kurdan.

Kurd ku di vê pêvajokê de sîyaset û dîplomasîyek hevpar ava nekin, mercê ku peymanên sîyasî bi hêzan re îmze bikin û garantî bikin tine ye.

Li Emerîka, di qada navnetewî û navdewletî de pir dostên kurdan hene û di hewlên serkevtî de ne. Piştgirîyek hêjaye hurmetê didin. Mixabin Kurd jihev perçe perçe ne û bi mejîyê hizbî tevdigerin. Mercên ku van îmkanan ji bona miletê Kurd bikar bînin tine ye. Ji ber wê jî hewlên van dostan jî bêencam dimînin.

Kurd bê dîplomasî ne û li hêvîya ku dostên wan werin ji bona wan şer jî bikin! Lê tênagihêjin ku ev nemukûne. Kesek ji bona kurdan berjewendîyên xwe, dewletên xwe naxin bin tehlûkê. Tiştê maqul hene û dostên me vê dikin.

Îro eger hinek dengê me derdikeve ev jî bi saya serê şervan û xwebexşên Kurdistan, Îmkanên rêyên dîplomasîya Başûrê Kurdistan e. Ku ev jî nebe, wek bakûrê Kurdistan, li rojavayê Kurdistan jî rêya têkçûnê derdikeve ber me. Eger Kurd nexwazin ku vê hevokê ji Rojavayê kurdistan bibihîzin, divê divêtîyên çareserkirina pirsgirêkan bînin cîh.

Îro ne derenge, lê dibe ku sibe dereng be!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:58:03

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x