Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê!

Kek Mesûd Barzanî gotina dawî a li ser biryara miletê Kurd û çarenûsa wî bi van xetan tîne ziman: “Ew hemî sebebên wê çendê bûn ko em digel alîyên Kurdistanî bigihîn wê netîceyê yan divêt em di dewleta İraqê de şirîk bin yan jî wekî sedsala borî her di xeleka vala de bizîvirin. Madem Bexdayê jî nekarî me wekî şirîk qebûl bike divêt em bidin ser rêya xwe.”

Şeyhmus Ozzengîn

21.09.2023, Per | 09:16

Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê!
Nêrîn Belav bike

Wan hemî binpêkirinên qanûna-esasî ku çêbûn, digel binpêkirina peymanan, têkçûna tifaqê di qanûnnivîsandinê de, nemana balansê di dezgehên dewletê de, qutkirina butçeyê û givaştinên li ser Kurdistanê wisa li me kir ko bigehîn wê bawerîyê hêdî em ne şirîkên dewleta İraqê ya piştî 2003-yê ne û di paşerojê de jî ew me wekî şirîk qebûl nakin û lewra divêt em li dûv çareyekê bigerin”shf.64

Li gorî gihîştina vê qeneetê, Serokê Kurdistanê yê wê demê Kek Mesûd Barzanî, di 03 Tirmeha 2014an de Parlementoya Kurdistanê zîyaret dike. Di parlementoyê de li ser vê mijara girîng axivtinek dîrokî pêşkêşî endamên parlementoya Kurdistanê dike. Pir zelal rewşê derdixîne ber gitûgoyê û eşkere dike ku;

“..Niho wexta wê ye ko Kurdistan bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û ew maf jî li qanûna esasî ye ji ber qanûna-esasî ya Îraqê rê daye Kurdistanê ko çarenivîsa xwe dîyar bike, çimko di qanûna-esasî de hatîye nivîsandin ko ‘pêbendbûna bi vê qanûna-esasî yekperçetîya axa İraqê diparêze.’ Min ji Parlamentoya Kurdistanê jî xwest lezê li erêkirina qanûna Komîsyona Hilbijartinan û Rapirsîyê ya herêma Kurdistanê bike da di dema herî zû de Heyeta Bilind ya Hilbijartinan bêt damezirandin û herwiha xwest Parlamentoya Kurdistanê jî xwe ji bo derxistina wan rêbazên ko ji bo referandûmâ biryardana çarenivîsa miletê Kurdistanê pêwist in amade bike.”s.64

DAÎŞ, di herêmên li gor madeya 140ê de jikestinek mezin xwar û pîlan û hevdîtin li ser rizgarkirina Musilê destpê kir. Lê İraqê, li henber herêma Kurdistanê binpêkirinên xwe û zilma xwe dewam dikir. Bi qutkirina Butçeya Kurdistanê, İraq dixwest kurdan bi birçîbunê terbîye bike. Tam di vê demê de ji bona rizgarkirina Musilê ji DAÎŞê hevdîtinan destpê kir. Di navbera İraq û Herêma Kurdistanê de lihevhatin pêk hat û Pêşmergên Kurdistanê, li gor vê lihevhatina di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de; wê pêşmergên Kurdistanê li ser dirêja 107 km. di ênîyekê de li henber DAÎŞ têkeve şer. Piştî ku DAÎŞ şikest, wê dîsa vegerin “ nuqteya berî 17ê meha dehê ya sala 2016ê ko roja destpêkê ya operasyona azadkirina Mûsilê bû.”

Pêşmergên Kurdistanê, di vî erkê xwe de şerekî dijwar meşand û “xeta parastinê ya DAÎŞê şikênand û kilîda Mûsilê da dest hêzên İraqê û bi temamî pêbendên lihevkirinê bûn, (..) lê belê Heşdê û hêzên İraqî lihevkirin binpê kir.” Yek ji madeya lihevhatinê ew bû ku “Serokwezîrê İraqê bi qasî 10 milîyar Dînaran alîkarîyê ji hêzên pêşmergeyan re rêke da xeta nû ya pêşmergeyan bêt qayîm kirin.” Lê İraqê ev pabendîya di rizgarkirina Mûsilê de jî binpê kir.

Dewleta İraqê, ne tenê ev binpêkirin, dixwest ku li “gor pîlana hêzên Îraqî û Heşdî Şe’bî ko lihevkirina Mûsilê jî binpê kiribûn, pîlana wan ew e piştî şerê DAÎŞê ji deverê paşve xwe vekişînin û daxwaza wê yekê li Pêşmergeyan dikir ku vegerin tixûbên 2003 yê tixûbê 2003 yê jî tixûbên di navbera pêşmergeyan û rejîma Be’sê de bû û hîç rengekî ne tixûbên siyasî û îdarî bûn.”

Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bona rizgarkirina van deveran ji DAÎŞê, bi dehhezaran cangorî dabûn. Armanca İraq ew bû ku Şingal jî dinav de heta Kerkûk û Xaneqîn, Deşta Neynewa, carek din vegerînin ser axa İraqê. Çar sal zêtir bû ev deverên li gor madeya 140, pêşmergeyên Kurdistanê ji DAÎŞê rizgar kiribû û di destê Pêşmergan de bû. Bi mebesta “rezgarkirina Hewîcey”ê İraq, hêzek leşkerî mezin kişand herêmê. Ev tehdîtek çêdikir li ser Kerkûk û deverê. Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi xwe amade kirinekê kir. Di vir de Kek Mesûd Barzanî bi zimanekî zelel vê rewşê datîne ber me, ber dîrokê:

Em yên ko bi nîyeteka saf ji bo vergirtina Mûsilê hemahengî û hevkarî kir, me bi hîç rengekî bîra wê yekê nedikir ko ew bi vî awayî sîyasetê bikin û peymanan binpê bikin û bi vî rengî reftarê bikin. Me pêşbinî nedikir birayên me yên Şî’e ko li ser pişta me û bi hevkarîya me hatin ser desthilatê dê helwesta wan li henberî miletê Kurd dijminane be.” S.65-66

Halbûkî di jîyana Kurdan de, ji 2005 û şûnde İraq a nû, her mafên destûrî yên miletê Kurd hêdî hêdî dest bi binpêrinê kiribû. Ji 2007an û şûnde jî her gavên lihevhatinê yên destûrî ku bavêje, taloq kirîye û ji 2013an şûnde jî gihîştîye astek ku rizqê miletê Kurd û mûçeyên karmend û pêşmergeyên Kurdistanê qut bike û kurdan bi darê kotekê terbîye bike. Her nîyeta bi van binpêkirinan roj bi roj fireh bûye. Xuyaye rêveberên başûrê Kurdistanê bi seba “nîyeta saf” ji dîroka bi ereban re dersên dîrokî negirtine û ajendek saxlem dananîne ber xwe. Di çespandina bicîhkirina xalên dîrokî de jî armanca Kek Mesûd Barzanî jî ewe ku vê kêmasîyê bi “nîyeta saf” derxe ber şîroveyê.

Kek Mesûd Barzanî gotina dawî a li ser biryara miletê Kurd û çarenûsa wî bi van xetan tîne ziman:

Ew hemî sebebên wê çendê bûn ko em digel alîyên Kurdistanî bigihîn wê netîceyê yan divêt em di dewleta İraqê de şirîk bin yan jî wekî sedsala borî her di xeleka vala de bizîvirin. Madem Bexdayê jî nekarî me wekî şirîk qebûl bike divêt em bidin ser rêya xwe.”s.66

Li ser rewşa sîyasî a kurdan ya wê demê jî, Kek Mesûd Barzanî bi çend gotinan rewşê tîne ziman û îradeya miletê Kurd îşaret dike;

Krîza sîyasî û nêvxweyî bedena herêma Kurdistanê girtibû û hinek alî çûn alîyê cepheyê li dijî pêngavavêtina ber bi serxwebûnê ve lê belê dema wê hatibû rê bêt dan bo xelkê da gotina xwe bibêje û hemî alî bizanin ka vîyana xelkê Kurdistanê çî ye. Ji bo ew hêcet jî nemîne ko goya serxwebûn mijareka takekesî yan vîyana alîyekê ye, divîya em vegerîyana bo serkanîya herî bilind ya meşrûîyetê ko ew jî vîyan û daxwaza miletî ye.”s 67

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1473 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:06:02

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x