Dilovanekî Kurd; Abit Gurses

Abit Gurses, bi rojnamegerîya xwe dabû dû girêkên pêşîya doza Kurd û Kurdistanê

Şeyhmus Ozzengîn

02.07.2022, Cts | 09:04

Dilovanekî Kurd; Abit Gurses
Nêrîn Belav bike

Jîyan kurte û her mirov, di kurtaya emrê xwe de xwedî çîrokek dirêj e. Dixwaze serwext, pir tiştan bike, biafirîne û meramên xwe bîne cîh. Lê pir caran, ev fersend nakeve destê mirovan û nivco, xatir ji me dixwazin û koça xwe bardikin, diçin ser dilovanîya xwe û hezkirîyên xwe jî di nav êş û xeman de dihêlin. Abît Gurses yek ji wan bû.

Van deman, qadroyên sîyasî, ku emrê xwe di ber têkoşîna doza Kurd û Kurdistanê de dane, dilsoz û fedakar; di armancên xwe de nivco, yek bi yek koç dikin û ji nav me bardikin. Vê barkirinê du êşan bi hev re ji yên mayîn re dihêle.

Yek; bê ku kurdan xwedî dewlet û azadîya Kurdistanê bibînin, bi çavekî vekirî ji nav refên têkoşeran koça wan, jîyanek nivco dihêle û em bi dû wan de dibêjin “heyf e ku zû çû!”.

Duyem jî; ewe ku dilê yên mayî bi dû wan de, bi êş, wan yek bi yek bi rê dikin û li benda dora xwe dimînin. Di virde jî em bi dû wan de dibêjin “heyf, hîn dikarî xizmetên hêja bikira. Lê me hişt û çû!”

Abît Gurses, yek ji wan kesan bû, ku bi koça xwe dilê me, hestên me birîn kir û di nav refên têkoşîna welat de welahîyek derxist holê û ket nav kerwanê nemiran. Abid, em nav xem û gumanan de hişt û Çû.

Abît Gurses; di sala 1957an de, li Bilîsê ji dayîk bû. Bi destpêka xortanîya xwe re, xwe di nav germaya têkoşîna Rizgarîya Kurdistanê de dît. Ji 1977an û virde wek têkoşerekî doza welatê xwe hinbêz kir û di nav refên Komal-Rizgarî de cîhê xwe girt.

Abît Gurses, têkoşer, dost, henûn û civathez bû. Kedkar û jîr bû. Bi hemû hewlên xwe, ew jîrbûn û keda xwe xistibû xizmeta miletê xwe û welatê xwe. Şev û roj di kelecanekê de, dixwest ku ji kurdan re du keviran deyne ser hev.

Wexta ku min Abît naskir, yek gotin bi Kurdî nizanîbû. Wek bajarîyên Bilîsê ew jî asîmîle bibû. Lê di demek kurt de hînî Kurdî bû û bû ewîndarê zimanê xwe. Bi Kurdî, pênûsa wî ket xizmeta Kurd û Kurdistanê.

Piştî kudetaya 1980 a 12 Êlûnê, rêxistinê ew bi çend hevalan re şandibû Roavayê Kurdistanê. Di navbera salên 1982 û 1984an de nûnertîya Rizgarî a Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê dikir. Ez jî di payîza 1982 an de derbasî Roavayê Kurdistanê bûm. Qederê salekê em bi hev re xebitîn. Ji civat, henek û germîya Abit mirov têrnedibû. Paşê ez bi grûbek heval re vegerîyam bakurê Kurdistanê. Piştî demekê ez hatim girtin û bi salan di zîndanan de mam. Ew jî di 1984an de derdikeve Swêdê û li Stokholmê bicîh dibe.

Di sala 1986an de çalak, di damezirandina Rojnameya Kurdistan Press û Ajansa Nûçeyên Kurd (ANK) de wek têkoşerekî doza Kurdistanê cîhê xwe digire. Bi rahmetlî Orhan Kotan û birêz Çetin Çeko û hinek hevalên din re di Kurdistan Press û ANK de xizmetên hêja meşand. Bi hevalên xwe re arşîvek hêja ji miletê xwe re tomar kirin.

Abit Gurses, bi rojnamegerîya xwe dabû dû girêkên pêşîya doza Kurd û Kurdistanê. Îmza xwe avêt bin pir belge û roportajên hêja. Bi Kek Mesûd Barzanî re, bi Mam Celal Talabanî re, bi Îbrahîm Ehmed re, bi helbestvanê hêja Hejar re, bi xanima Qazî muhamed Mîna Xanim re, bi xanima Celadet Bedirxan Rûşen Xanim re, bi Hesen Hîşyar û pir kesayetîyên dîrokî û navdar re roportaj çêkirin û di Kurdistan Press de wek belge ji me re tomar kirin.

Di demek pir zahmet de derbasî başûrê Kurdistanê bû. Xwe gîhand refên pêşmergan û bi rêznivîsên belgesel û kamera xwe re, ew tecrîta ser têkoşîna milî a kurdan û Pêşmergên qahreman û miletê Kurd rakir û dengê wan gihand qada navnetewî. Bû berdevkê wan, doza wan û jîyana wan. Zor û zahmetîyên wan bi rêka Kurdistan Pressê û ANKê gîhand raya giştî. Êş û enfalên ser miletê xwe belge kir.

Abît Gurses, ji roja ku di nav refên têkoşeran de cîh girt û doza Kurd û Kurdistanê hinbêz kir û heta roja ku çavên xwe girt û ji nav me koç kir, bêşik doza miletê xwe meşand.

Piştî ku înternet û medya civakî ava bû, di pir malper û rojnameyan de nivîsand. Piranîyên wan nivîsên xwe bi navê “Kultureke Politîk û Paradîgmayeke Nû” di pirtûkekê de tomar kir û berî ku koç bike, di demek kurt de pirtûka xwe danasîn. Lê mixabin doza Abît Gurses, armanc û xizmetên cenabê wî nîvco man. Bi çavê xwe Dewletek Kurd, îlankirina serxwebûna Kurdistanê nedît û ev wek kul bi xwe re bir. Vê jî dilê me kurdperweran dax da, ku çiqa zor û zahmete ev rewş.

Abît Gurses, endamê Sendîkaya Rojnamevanên Swêdî bû. Bi Keça Mecît Haco Henderîn re zewicî bû û du kurên wî Mîran û Goran hene.

Abît Gurses, wek stêrkek Hezîranê, di 12 Hezîran a 2022 an de ji ezmanê çiksayî, ji nav refên xwe şemitî, şopek dîyarde li pêy xwe hişt û rijîya. Di 22ê Hezîrana a 2022an de dost, heval, malbat û hezkirîyên cenabê wî, ew sipartin axa cemidî. Şopa wî, ramanên wî, doza wî doza me ye. Heta mirinê emê dozdar û sozdarê vê dozê bin. Di gora xwe de rehet be ezîzê ber dilê me, ez soz didim te, heta nefesa dawî, emê wek te xwedî li doza te, doza milet û welatê te derkevin. Doza te, welatê te, doza me û welatê me ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:10:32

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x