Hinek rêxistinên herêma Kurdistanê bi qasî wek biryar û nûner ji serî de di biryarên çêkirina referandûmê û di sazîyên rêvebirina Referandûmê de cîh girtibûn jî, heta berî bi rojekê jî li ser navê tevgerên xwe raya xwe eşkere nekiribûn. Yek ji van tevgeran jî YNK û Tevgera Goran bû. Şeva talî daxûyanîyên piştgirîya referandûmê dan, lê li yek bajarê herêma Kurdistanê mitîngek jî lidar nexistin.
Herdû rojên berî referandûmê givaşa li ser herêma Kurdistanê gihîşt astek bilind. Di dijayetîkirina mafê rewa yê miletê Kurdistanê de Emerîka, Brîtanya, Îran, Tirkîye û İraq hemawaz bûn û di givaştina dîplomatîk û sîyasî de hemahengîya wan ligel hevûdû dîyar bû. Li ser vê Kek Mesûd Barzanî dibêje; “..Gotinên wan gelek dişibîyan hevdu. Hemûyan daxwaza paşdegavavêtinê dikir lê belê ew paşdegavavetin divîya tenê li ser hesabê mafên miletê Kurdistanê be.”
Heyder Abadî peyayê Emerîkayê bû û Emerîka ne dixwest referandûm di dema wî de çêbibe. Bawerîya Emerîka Ew bû ku, “referandûm çênebe, wê Heyder Ebadî xurt bibe û wê Îranê ji İraqê derbixe.”
Li İraqê Emerîka xetayên mezin kiribûn. Her xwestibûn ku kurdan bikin qurban ji avakirina İraqek nû re. Ji ber wê jî di daxwazên İraqê de Emerîka her pêşî li kurdan digirt û nedixwest ku Kurd bimrin, lê pir jî xurt bibin. Xetayê Emerîka, İraq radestî Îran kir. Niha jî bi piştgirîya Heyder Ebadî dixwest wê xeteya xwe telafî bike. Lê dîsa di nîyetê de Kurd dibûn qurban. Ji ber wê jî divê Kurdistanê bi biryar di rêka xwe de bimeşîya. Miletê Kurd nikarî pişta xwe bi gotinên Emerîka ve girê bida.
Şevek berî referandûmê ez ji Hewlêr çûm Dihokê. Min dixwest roja referandûmê li Dihokê ya bav û kalan derbas bikim. Warê berxwedanê, warê beg, mîr û eşîrên Kurdistanê, kanîya pêşmergeyên Kurdistanê bû Dihok.
Ji Dihok û heta nêzî Musil, cîhên ku DAÎŞ ketibû wan ez û Serbazekî hêzên Zerevanî em gerîyan. Gund bi gund, navçe bi navçe, ku DAÎŞ çawa bi hawayekî hovane ev herêmên ku ketîye destê wan, kavil kirîye û hilweşandîye, min bi çavên xwe dît. Me serî li karargehek hêzên Zerevanî jî da û em ber êvarkî vegerîyan Dihokê. Li Dihokê em çûn ser sindoqê, me dengê xwe jî da û em vegerîyan malê. Piştî ku encamên referandûmê hêdî hêdî dîyar bûn, xelkê Dihokê daket kolanan.
Wê şevê ez li Dihokê, bûm şahidê xwedîlêderketina miletê Kurdistanê bo referandûmê. Dihokê, bi nifûsa xwe daketibû cade û kolanan. Hemû rê û sikakên bajêr kilît bibûn. Tenê bi ala Kurdistanê û bi yek şîarî digotin, “em dewletê dixwazin.” Tiştek din nedigotin, qêrîna zarokan ku digotin “em dewletê dixwazin” wek mezinan hesabê pêşeroja xwe dikirin û mesajên balkêş didan. Heta ji min hat ez wê rojê bûm dengê Dihokê bi wêne û vîdeoyan. Ev eşkere bû ku biryara referandûmê, ne biryarek hizbî an jî grûbî bû. Daxwaza miletetekî xwedîdoz, xwedî maf bû û miletê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe re pêşewazî li vê biryarê dikir. Ev Îrade, Îradeya Miletê Kurdistanê bû û divabû hemû hêzên sîyasî yên Kurdistanê ji vê biryarê re hurmetê bigirtina.
Biryar pir zelal bû: “Dema wê hatibû ku hemwelatî û niştecîhên herêma Kurdistanê bi xwe di atmosfereka azad de û bi proseseka tam aşitîyane û demokratîk fikra xwe di heqê man yan nemana İraqê de danin ber çavan. Dema wê hatibû ko em pirsiyarê ji xelkê Kurdistanê bikin ka aya dewleteka serbixwe divêt yan di wê tecrûbeya ko bi dirêjahîya sed salan her binketî bû de
Ew roja mezin hat: Miletê Kurdistanê di roja 25.09.2017 an de berê xwe da ser sindoqan. Prosesa referandûmê li herêma Kurdistanê û hin jî li deverên dervê herêma Kurdistanê destpê kir. Di dîroka Kurdistanê de cara yekê di tarîxê de bi awayekê azad û aşîtîyane û dûr ji şidetê çûn ser sindoqan û biryara xwe, xwestina xwe avêtin hindurê sindoqên referandûmê. Li ser sindoqan û meydanên Kurdistanê coş û cejn hebû. Miletê Kurdistanê berî ku encamên referandûmê dîyar bibe, ji xwe bawer, ev cejn pîroz dikir. Miletê Kurdistanê ne ji bona kesekî, an hizbekê ji bona xwe, ji bona çarenûsa xwe diherikî ser sindoqan û meydanan.
Kek Mesûd Barzanî, vê pîrozbahî û dilgeşîya miletê Kûrdistanê bi van xetan tîne ziman: “Ev bi xwe avabûna ruhekê niştimanî û hevdengîyê bû di nêv hemwelatîyên Kurdistanê de. Ew xwestina mafî û peyrewkirina mafî û îradeyê bû û li gor qenaeta min di jîyana siyasî ya miletan de hîç tiştek ji wê pîroztir nîne ko mafê dengdanê yê miletî bêt peyrew kirin û îradeya miletî bi ser keve. Lewra dikarim bêjim ko roja referandûmê rojeka pîroz bû.”s.82
Bi yek hevokê, armanca referandûmê ew bû ku, “hindê ye da rê bêt dan xelkê Kurdistanê gotina xwe bibêje.” Emerîka, Brîtanya, Tirkîye, Îran û İraq, tofan û givaşên wan yên li ser vê bikaranîna mafê miletê Kurdistanê bû. Di dîrokê de carek din Miletê Kurd rasererî bê edaletîyek mezin dihat. Rûpelên pêvajoka dîroka referandûmê şahidê kirinên dewletên herêmê û aktorên cîhanê û bê ahlaqî û bê edaletîya wan bû.
Encamê gotina miletê Kurdistanê di referandûmê de ji sedî 92.73 “Belê” ji sindoqan derket. Yanî ji % 92.73 ji miletê Kurdistanê Îradeya xwe ji bona serxwebûna Kurdistanê, ji bona daxwaza wan zarokên Kurdistanê ku digotin, “em dewletê dixwazin” bi kar anî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.