Jîna Emînî û Îran!

Îran, ji damezirandina 1979 a "Dewleta İslamî" de, navê wê bi terora İslamî û dîktatorîya ser netew, pêkhateyên olî-mezhebî re li dinê deng veda û her ku çû jî, di herêmê de bi serkêşî ya tevgera Şîe, terorê û fundamantalîzmê ve hat nasîn.

Şeyhmus Ozzengîn

21.09.2022, Çar | 10:05

Jîna Emînî û Îran!
Nêrîn Belav bike

Jina Kurd ne li gor fesala cil û bergên îslamîstan e. Hevîrê jina Kurd ji hevîrê mirovatî, azadî û rûmetê ye. Jîna Emînî ji bona van hêjayên xwe pêveberdarn neke û bi şêrane canê xwe kir bedel. Ev çend roje agirê ku Jîna Emînî vêxistîye li gund, bajar û navçeyên Kurdistanê û Îranê geş dibe.

Dîktatorîya îslamîstên Îran, ev çendîn sale bi zor û zilma xwe li ser jinê, li ser netewên din û mezheb û olên Îranê têt naskirin. Dîktatorîya îslamîstên şîe, bi qanûnên çêkirî, dixwaze jin û herkes li gor van qanûnan bijîn. Bi dîktatorîya xwe, şexsîyet, azadî û hebûna mirovî xistîye bin bandora xwe û bi perçiqandinê, îşkencê û kujtinê dixwaze Îran dîzayn bike. Ji bona berdewamîya rejîma îslamî, ev kar û kirinên dîktatorîya Îran her berdewame.

Bi qetilkirina Jîna Emînî re rêxistinên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê civîyan û daxûyanîyek hevbeş derxistin. Di daxûyanîyê de bang li Kurdistanê û hemû Îranîyan kirin ku girevgirtineke gelemperî bihonin û dest bi xwepêşandanan bikin.

Ev çend roje hejmarek berbiçav a girseyî ji Rojhilatê Kurdistanê bersîva bangewazîyê dan û daketin kolanan. Derîyê dikanan girtin û agirê azadîyê geş kirin. Ev bang li seranserê Îran belav bû.

Dîktatorîya Îslamîst ya Şîeyên Îran bi çekan êrîş anî ser xwepêşanderan. Heta niha 8 xwepêşander hatine qetilkirin û bi sedan birîndar hene. Xwepêşander, li hemû kuçên bajaran belav bûne û liber xwe didin.

Welatên wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye her karesatên sîstemên xwe bi van metodan vedişêrin û tehdîda xwe a dîktatorî bi rewşek olî, netewî tekez dikin, ku, piştgirîyê ji xwe û kirinên xwe re bibînin. Ev dewletên dîktator, hewl û daxwazên niştecîhan bi gotina „dijminên derve dest dirêjî nav me dikin“ re her kirinên xwe vedişêrin û xwe diparêzin. Ev veşartina kirinên dîktatorî ye.

"Dijminên me li welat alozî derxistin."

Îran, ji damezirandina 1979 a "Dewleta İslamî" de, navê wê bi terora İslamî û dîktatorîya ser netew, pêkhateyên olî-mezhebî re li dinê deng veda û her ku çû jî, di herêmê de bi serkêşî ya tevgera Şîe, terorê û fundamantalîzmê ve hat nasîn.

Despêkê li ser welatên Roavayê Asya, wek Afganîstan, Pakistan têna xwe û bandora xwe zêdekir. Paşîyê dest dirêjî Rojhilata Naverast kir. İro wek dewlet; serkêşê terora Îslamî a Şîe ye. Ji Afganîstan bigere, heta Katar û Yemen vê terorê fînanse dike û bibandor dimeşîne. Navê Îran bi navê terora islamî û dîktatorîya sîstemî-îslamî re daketîye qada munaqeşê û her ku diçe tehdîda sîstema Îran, li herêma Naverast, li ser netewên nav Îran (Kurd, Belûcî-Bahtîyarî, Ereb û suneyên Faris) zêde dibe. Di Kurdistanê de, dewleta herî xwedî bibandorên neyênî-dîktatorî Îran e.

Dewleta Şîe a terorê; bi binpêkirina mafê mirovî, mafê jinê, bi qedexekirina tevgerên dij sîstemê û daxwazên netewên di bin bandora sîstema nîjadperest û kevneperest de; bi dardakirinê, bi tehdîda îşkence û kujtinê, terora sîstemê têt meşandin. Her nerazîbûnek li dij sîstemê bi cezayên giran û bi dardakirinê tên cezakirin. Rojê bidehan kes tên dardakirin. Li henber van tewanbaran qalibê gotina dadgehên Îran eşkere ye:

"Dijminên me alozî derxistin. Wan kesan pere, çek û sîxurên îstîxbaratê bikar anîn û alozî derxistin."

Îran, bi geşkirina terora li Rojhilata Naverast û dorpêça aborî a Emerîka, ketîye bin qeyranek aborî û kefareta vê jî gelên Îran dide. Sîstem, heta qirikê ketîye nav gendelîyan. Butçe a ku ji organîzekirina terorê re têt xerckirin, bûye sebebê bêkarî û xîzanîyê. Tehdîda bêkarî û birçîbûnê her ku diçe bilind dibe. Sîstema îslamîst, kêmhateyên olî û mezhebî xistîye bin dîktatorîya xwe û li ser netewên heyî, wek Kurd, Belûcî, Bextîyarî û ereban ji bona van daxwazên jiyanê yên girsê veşêre û binpê bike, teror û bandora dewletê zêde dike.

Bi dû van pirsgirêkên netewî-demokratî re, bandora mezhebî jî li ser esasên peymana civakî sebebê hilweşandinê ne. Ji ber ku dewlet li ser esasên hevpeymana civakî a desthilatdarîya Farisên mezheba Şîe hatîye damezirandin û mezheba sunne û netewên din ji dervê vê peymanê tên hesibandin. Ji sunneyan re cammîya sunne û li gor qaîdeyên mezheba sunne îbadet qedexeye. Ev jî bandorek neyênî, mezin li ser civata mezheba Sunne çêdike, ku hejmara wan, ne di bin 20 milîyonan de ye. Ev jî ewe ku, di bin qaîdeyên olî de, ji azadîya ayînî mahrûm, mahkûmî mezheba Şîe bûne û bi şîeyan re li mabetên şîeyan mecbûrî karên ayînî bûne.

Serhildanên îran, ku bi gelemperî ev çend roje bê rawest dimeşin; rûbirûyî şîdeta terora sîstema Îran bûne. Kujtî û bi sedan birîndar û girtî hene.

Di qada navnetewî de dengek pir zeîf piştgirîyê dide xwepêşanderên Kurdistanê û Îranê. Raya giştî ya Kurd û siyaseta Kurd bêdenge. Tenê di medya civakî de dengek heye ku bandora wê zeîfe.

Bakur, Başûr û Roavayê Kurdistanê bêdenge. Ev jî ji malxerabîya bandora xerab tê. Rûhê netewî û niştimanî di astek xernab de ye û rolê xwe nalîze. Ev jî dibe sebebê bêxwedîtîya kurdan. Sîyaseta Kurd, di bin bandora dijminên Kurd û Kurdistanê de ye û bi îcaze kar dike.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1839 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:41:46

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x