Bi qasî ku miletê Kurd bi zimanê xwe zelal diaxive, li ser xaka xwe yekpare dijî; miletê Kurd, bi çandeke xas xwe xistîye nav têyên dîrokê. Heta demekê miletê Kurd, di nav xwe de asîmîlasyon qebûl nekirîye û kurdan bi hezar caran îspat kirîye, ku ew mileteke û civatek netewî ye. Bi qasî van hêlên erênî, ruhê netewî di astek xwehonandinê de, wek miletekî bawermed û netewî, di qada doza dewletbûnê de cîhê xwe negirtîye. Hêjaye ku em li ser van sebeban rawestin.
Bi raya min sebeba herî mezin ku pêşî li netewebûna Kurdan girtîye û nehiştîye miletê Kurd, wek netewekî bibe xwedî helwest; ew jî sîyaseta Kurd û partîzanîya kurdan, serokheyranîya kurdan bi xwe ye. Vê zerarek wilo mezin daye netewebûna kurdan, nehiştîye di van 70 salên dawî de hemû ked û xebat, xizmetê ji netewebûna kurdan re bike. Rê ji asîmîlasyonê re jî vekirîye. Ji dêlva milethezî û welathezîyê; hestên partîzanî, xurtkirina hezkirina partî û rêxistinan, derketîye pêşîya netewebûna kurdan û bûye asteng. Ji bona rêxistin û partîyên xwe, wan têkoşerên ku mirin û zîndan dane berçavê xwe, mixabin ji bona parastina hêjayên netewî lakawt mane, qîmet nedane hêjayîyên netewî.
Miletekî ku 100 sale bê rawest li ber xwe daye û li berxwe dide, raserî qatlîam û jenosîdan, surgûnan dibe, gundên wan tên şewitandin, bajarên wan bi serserê wan de tên hilweşandin, lê dîsa jî li ser ruhekî netewî xwedî li axa xwe dernakeve û li ser vê rêbazê nayê honandin. Ev mijar cîhê guftûgoyê ye.
Vê helwesta miletê Kurd, her çand û zimanê xwe parastî hiştîye. Piştî salên 1980 û şûnde li bakûrê Kurdistanê ev balansa xweparastina miletê Kurd, derb xwarîye û derîyê asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrekirina bi dewletê re bandora xwe zêde kirîye û gihîştîye astek bilind. Di vir de rolê tevgera PKK, ji rolê dewleta tirk hîn mezintir bûye sebebê hilweşandina balansa navxweyî û rê ji asîmîlasyonê re, ji dijminatîya kurdbûn û kurdistanîbûnê re vekirîye. PKK, di nav têkilî û girseya xwe de Kurdbûn û kurdistanî bûn wek sucekî bicîh kirîye. Ev jî derbek mezin li miletbûna kurdan xistîye. Kurd kirine dijminê hev, beş kirine dijminê beşan û balansa kurdbûnê, niştimanperwerîyê hilweşandîye.
Dorpêçek mezin a ser rûhê Kurd û kurdistanî, rê ji vê stratejîya dewletê re vekirîye. Ew dewleta ku bi qirkirin, surgûn û qedexeyan nikarî di dirêjaya 60 salî de kurdan asîmîle bike, 1980 û şûnde bi rêka dorpêça ser tevgera netewî, ev xebat pir hêsan bû ji dewleta tirk re.
Perçekirin û dabeşkirina Kurdistanê bi xwe re, ji bona dewletên dagirkar derfetek jî derxistîye holê. Li her perçê Kurdistanê liv û serhildan bi şîveyek “pirsgirêka hundurîn” hatîye binav kirin. Ji ber wê jî cîhanê, li henber van qatlîam, asîmilasyon û jenosîdên Kurdistanê ker û lal temaşe kirine.
Dewletên dagirkar, ji bona pirsgirêkên xwe yên îktîdarê derbas bikin û krîzên navxwe çareser bikin, her tevgera Kurd ji xwe re bikar anîne. Eynî tez ji pirsgirêkên nav dewletên dagirkar re jî debas dibe. Kengî pirsgirêkên xwe çareser kirine, ne peyman û ne jî “dostayî” li holê nemaye.
Dewleta Tirk, di pêvajoka damezirandina xwe de bi rîhspî, serokeşîr, şêx û kesayetîn lipêş yên kurdan re têkilî danîye. Ev têkilî li ser esasê “ev devlet a kurd û tirka ye” hatîye meşandin. Heta hinek nûnerên kurdan bi şal û şapik anîne meclîsê jî. Ev, heta ku dewleta xwe damezirandine meşîyaye. Piştî damezirandina dewletê, Kurd kişandine dardakirinê.
Di vir de, hêjaye ku em serhildana Agirî, ku di destpêkê de çawa Îran bi rûkî geş lê mêze kirîye, heta ku Pirsgirêkên xwe û tirkîyê yên sînor çareser kirîye. Piştî ku pirsgirêk çareser dibe, sînorên xwe ji tevgerê re digire û kurdan rû bi rûyî qatlîaman dike.
Eynî tişt ji damezirandina Komara Kurdistanê re jî derbas dibe. Sovyetê, ji bona pirsgirêkên xwe û îran çareser bike, piştgirî daye damezirandina Komara Kurdistanê. Piştî ku li ser rewşa Îran pirsgirêk têt ser maseyê, hêzên emperyal û Sovyet para xwe ji masê digire, dibe qatîlê vê komara ciwan a Kurdistanê.
Îran, ji bona pirsgirêkên xwe û İraq çareser bike, piştgirî daye tevgera başûrê Kurdistanê. Heta 6ê Adara 1975an ku di civîna OPEC de Îran û İraqê îmze avêtin ser peymanê. Bi dorpêçek pir mezin rêk û rêçên alîkarîyê hatin girtin û tevgera netewî tenê li ortê ma.
Di demê de hemû tevger û partîyên komunîst yên hevalbendên Sovyetê (tevgerên Kurd yên hevalbendîya Sovyet diparastin, gruba Kemal Burkay û Dr. Şivan -DDKD-KİP, di nav de) hemûyan tevgera netewî a Başûrê Kurdistanê wek “hevkarên Emperyalîzmê” nîşan didan. Ji ber têkilîyên Sovyet yên bi Sûrîyeyê û İraqê re, kirin û qetlîamên İraq, meşrû didîtin.
Di dîrokê de herçar dewletên dagirkar, ticarî çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê nekirine program ji xwe re. Lê herçar dewletan jî bi demografîya Kurdistanê lîstine. Bi rêya asîmîlasyonê, surgûnê, qirkirinê xwestine kurdan ji holê rakin. Ev armanc pir zelal di hedefên herçar dewletên dagirkar de li ber çavan e.
Dewleta İraq, Tirkîye, Îran û Sûrîyê tu carî sîstemek demokrtîk nexwestine û di vî warî de hewl jî nedane xwe. Ji ber ku pejirandina “sîstemek demokratîk”, redkirina sîstema dijberî miletê Kurd, ku her çar dewletan di nav xwe de pejirandîye. Demokrasî û sîstemên milîtarî û dagirkar du sîstemên dijberî hevin. Heger hûn bi metodên milîtarî kolonîyê bi rê ve bibin, hûn nikarin bibin demokrat û demokrasîyê biparêzin. Yên ku bi metodên polîsîye û leşkerî civatan dîzaîn bikin, nikarin bibin hevalbendên demokratan. Ew kurdên ku çavê xwe berdane demokrasîya kolonyalîstan, vê rastîyê qebûl nakin.
Li başûrê Kurdistanê, ji 1958an û heta niha zaafek pir girîng derdikeve ber me ku, tu carî sînorê âxa Başûrê Kurdistanê bi şîveyek fermî nehatîye qebûl kirin û nehatîye pejirandin. Her Kerkûk, Xaneqîn û Şengal ji dervê Kurdistanê hiştine û gotine “emê van deveran bi referandûmê zelal bikin”(!) Lê ticarî li van deveran referandûm çênebûye û İraq nêzî gavavêtina referandûmê nebûye. Lê her bi demografîya van deveran hatîye lîstin û ev wek çek li henber Kurdistanê hatîye bikaranîn.
Hin di otonomîya 1970 de û hin jî piştî hilweşandina dîktatorîya Saddam, Dewleta İraqê, her ku bi hêz bûye dest dirêjî destkevtinên miletê Kurd kirîye. Pirsgirêkên ku nehatine zelal kirin, li henber Kurdistanê bikar anîye û Kurdistan tehdît kirîye.
Di warê bikaranîna tevgera Kurd de, îran, İraq û Sûrîyê rolên sereke lîstine. Îran, tevgera Başûr, İraq, tevgera Îran û Sûrîyê jî tevgera İraq bikar anîye. Vê rewşê tenê bi “helwesta bikaranînê” jî em nikarin îzah bikin. Ji ber ku rewşek taybet ya jeostratejîk û erdnîgarî ya Kurdistanê jî heye. Tevgerek çekdar, çiqa dikare xwe ji vê “bikaranînê” biparêze, cîhê guftûgoyê ye.
Sîyaseta Sovyetê pir zerar daye ruhê netewî yê miletê Kurd. Li Îran Tudeh, Li İraq PKİ û li Sûrîyeyê PKS û Li Tirkîyyeyê PKT; tevgera Kurd bi navê “hevkarên Emperyalîstan, ajanên emperyalîstan” hatîye binav kirin. Tevger û şexsên Kurd, ku bi van partîyan têkildar jî bi eynî îdeolojîyê li tevgera Kurd mêze kirine. Li henber tevgera Kurd, li gel partîyên komunîst cih girtine û kurdperwerî, niştimanperwerî wek “maşika emperyalîstan” binav kirine. Rê ji çepên dewletên dagirkar re vekirine, ku li Kurdistanê îdeolojîya xwe belav bikin û xwe bihonin. Ev jî bûye sebebê çandinîya bizrê dijminatîya netewîtîya kurdan. Îro hezkirina di navbera PKK, medya PKK û tevgera wê a legal û çepgirên tirk, ku bi stratejîya dewletê organîze dibin, ev bi xwe ye.
Ji terefê sovyetê de partîyên Komunîst û tevgerên bi wan re têkildar, bi yek zimanî li henber tevgera netewî a Kurdistanê helwest hatîye danîn. Tevgera netewî wek hêzek xwedî qebehet hatîye nirxandin û tevgera netewî hatîye dorpêçkirin, tecrît kirin û pêşî lê hatîye girtin. Hin çepgir û komunistên tirkan, hin çepgir û komünistên farisan û hin çepgir û komunistên ereban bi hemahengîyekê pêşî li tevgera netewî a Kurd girtine. Daxwazên dewletên dagirkar bi îcazeta sovyetê hatîye meşandin li ser tevgera netewî a Kurd. Dewletên dagirkar wek Sûrîyê û İraq pêşverû, tevgera Kurd a netewî jî Paşverû dane nîşan. Kujtin, girtin û qatlîamên van dewletan meşrû kirine. Beşek ji kurdan jî wek propagandîstên komunîzma Sovyetê di nav vê hemahengîyê de cîh girtine.
Piranî, piştî 1975an beşek ji kurdan, ku serê wê Kemal Burkay û kevne tevgera Dr. Şivan (KİP/DDKD), ji sovyetê bêtir bûne parêzgerên sîstema sovyet û êrîş anîne ser tevgera Kurd a netewî. Ji doza Kurd bêtir, leşkerîya sîstema sovyet dikirin. Dema ku Kemal Burkay, di nivîsek xwe de; “me pêşî li kurdperweran girt û me nehişt ku bibin quwet” qezda wî ev bixwe ye. îro jî Kemal Burkay, pesnê van kirinên xwe dide û bi “serfirazî” tîne ziman!
Di nava vê dorpêçê de bi destê Be’as a Sûrîyê Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî jî hatine organîze kirin û hatine bikaranîn. Di sala 1966an de İraq, piştî 1975 an jî Be’as a Sûrîyê ew li henber tevgera netewî bikar anîne. Dewleta Sûrî pere û çek dane Celal Talabanî û îbrahîm Ehmed, ku li henber tevgera netewî xetek din ava bikin.
Piştî 1975an serê vê hemahengîyê Îbrahîm Ehmed dikişîne. Celal Talabanî, Omer Debabe, Elî Eskerî û hinek qadroyên din yên qaşo çepgir çalak li henber tevgera netewî cîh digirin û nemir M. Barzanî bi “kesayetîyek eşayîrî” dinirxînin û cenabê nemir M. Barzanî wek “kesê herî bi xeter”(!) binav dikin.
Ji destpêka 1970 û vir de dijminatîya tevgera netewî a Kurd, di nav çepên dewletên dagirkar, xeta Sovyetê û beşek ji çepgirên kurdan de, wek kînorek xeter rol lîstîye. Îro PKK, hîn hêza îdeolojîya xwe li ser vî mîrata salên 1970ê yî dimeşîne. Armanca PKK ku êrîşan tîne ser tevgera netewî, dînamîkên netewî, perçak ji wê stratejîyê ye.
Bi destpêka Şerê Îran û İraq re tevger û serokên Kurdan li şam, li Bexda û li Tahran bicîh bûne. Celal Talabanî bi Îran û Sûrîyeyê re lîstîye, Dr. Qasimlu bi li Bexda bicîn bûye û demek bi İraq re lîstîye û PDK jî li İran bicîh bûye û bi Îran re lîstîye. Ev rastî bûye sebebê şerê birakujî jî.
Nemir M. Barzanî di seranserê dîroka xwe de ticarî îdeolojîk tevnegerîya ye. Bi helwestek netewî, her hemû hêz, bask û tebeqe di nav tevgera xwe de hinbêz kirîye.
Peyayên dagirkaran, li henber Malbata Barzanîyan û bi gelemperî li henber tevgera netewî, bi piştgirîya dewletên dagirkar karên xwe dimeşînin. Piranîyên van hêzan tarûmar bûn, lê tevgera netewî zînde li ser linge û bingeha gavên hîn mezintir ava dike. “Bîra Kurd” di vir de divê rolê xwe bilîze.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.