Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm!

Rûsîya, ma bi Îran, Sûrîyê, Çeçenîstan, Ermenîstan,Tirkîyê û hinek çepgirên stalînist re îzole kirî. Ev dewlet, yek bi yek jixwe di bin hinek dorpêçan de, xêra wan ji wan re tineye. Ne dewletên di qada netewî de xwedî mirwet in.

Şeyhmus Ozzengîn

13.03.2022, Paz | 11:53

Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm!
Nêrîn Belav bike

Di dîrokê de hinek kesayetî hene nexweşin. Derûnîya wan, di nav pêlên Narsîzmê de, bi tehlûke tevdigerin. Tehlûka van narsîstan, bi postê wan re mezin dibe. Dibin bele li serê mirovahîyê û mirovahî ji destê van kesan derbên mezin dixwe.

Yek ji van Adolf Hitler e, Josef Stalin, Benito Amilcare Andrea Mussolini, Sadam Huseyîn, Talat ve Enwer paşa, Mustefa Kemal û pir kesên din ji van şexsên narsîstin. Ji ber wan bi dehan milîyon mirov hatine kujtin. Jenosîdên mezin bi destên wan pêkhatine û wek dîktatoran, di rûpelê dîrokê de cîhê xwe girtine. Aqûbeta piranîyên wan wek karesatên wan xerab derbas bûye.

Di van rojande bayê narsîstekî din di nav tayê dîrokê de rû dide. Ev Serokê Rûsîyayê Vladimir Putîn e.

Pûtîn bi narsîzma di ruhê xwe de hinek mafîyawarî, hinek serbazekî îstîhbaratî- kujer, hinek Hîtler û hinek jî Stalîn e.

Daxwaz û armancên nîjadperestên Rûs yên dîrokî wek dema Çar û „Yekitîya Sovyetê“ daye ber xwe. Li belav bûna „Yekitîya Sovyetê“ poşman bûye, li azadîya dehan miletan poşman bûye. Dixwaze carek din wan miletên ku ji bin nîrê Sovyetê azad bûne û dewletên xwe avakirine, bipaşde vegerîne bin nîrê Rûsîya û Rûsîya mezin bike. Daxwaza mezinayîyê li cîhanê dike. Lê Putînê ku armanca Hitler û Stalîn daye ber xwe, nizane ku cîhan ne ew cîhana berî 80-90 salîye. Pir tişt hatine guhertin. Mirovatî, hestên mirovî, metodên parastinê hatine guhertin. Di nav van guhertinan de cîhê narsîstan zêde nemaye, emrê wan ne dirêje.

Pûtîn mîzansenek Neo Stalîn, Neo Nazî ji xwe re çêkir û xwest bi vê mîzansenê xwe bike hikumdar!

Destpêkê, li Sûrîyê kabê xwe bi Dîktatorê Sûrîye Esad, Îslamîstên Îran û nîjadperestên tirk re avêt. Bû sebebê pir karesatên xerab. Li sûrîyê, li henber sivîlan çekên kîmyewî bikaranî. Bi dûde çav berda Ukrayna û hewlên dagirkirina Ukrayna da ber xwe. Di nav armancên xwe de dîyar kir ku;

„biryara belavkirina Yekitîya Sovyetê a 1991an xelet bû. Divê ew miletên ku ji yekitîya Sovyetê qetîyane û dewletên xwe ava kirine, carek din vegerdin bin emrê me“(!)

Di mîzansena Vladimir Putîn de narsîzma Neo Hîtler û Neo Stalîn heye. Di hesabên dagirkirina Ukrayna û seranserê welatên ku ji bin nîrê Sovyetê rizgarbûne de Pûtîn xeteyek mezin kir. Di hesabên wî de ew bû ku;

„Rûsîya Ukrayna dagirbike Ewrûpa yekpare helwestê danayne, Emerîka tenê dimîne, NATO li henber min bê helwest dimîne û Ukrayna tenê nikare xwe li ber min bigire, wê serokê Ukrayna Wolodymyr Zelensky Ukrayna ji min re bihêle û bireve. Ezê Ukrayna di 48 saetan de bi serkevtî Dagir bikim.“(!)

Hesabên Putîn rast derneket. Bi êrîşa ser Ukrayna re Yekitîya Ewrûpa, NATO û Emerîka di warê dagirkarîya Rûsîya de bûn yek û li henber Rûsîya helwest danîn. Di dîrokê de cara yekeme ku di navbera van hêz û dewletan de hemahengîyek bi vî rengî derdikeve holê.

Ambargo û astengên pir mezin anîn ser Rûsîya. Derîyên xwe û sindoqên diravên alîkarîyê ji penaberên Ukranî û ji Ukrayna re vekirin. Sozên alîkarîya çekan dan û destpê kirin.

Rûsîya, ma bi Îran, Sûrîyê, Çeçenîstan, Ermenîstan,Tirkîyê û hinek çepgirên stalînist re îzole kirî. Ev dewlet, yek bi yek jixwe di bin hinek dorpêçan de, xêra wan ji wan re tineye. Ne dewletên di qada netewî de xwedî mirwet in.

Ji Kurdistanê jî, PKK, Kemal Bûrkay, Ew gotina Pûtîn ku digot;

„Ukrayna ne dewletek dîrokî ye, Ukrayna di destê Neo Nazîyan de ye, divê ez ji destê Neo Nazîyan rizgar bikim“‘(!) esas girtin û dagirkarîya Rûsîya meşrû dîtin. Ev jî dîyar dike ku, ew rêxistin û sîyasetmedarên berê ku taşeronê „Yekitîya Sovyetê“ bûn, hîn di xeyalên wan de ew rojên Stalînîzma berê zînde ye.

Îngiltere, seranserê Ewrûpa, NATO, NY û Emerîka bi hemahengîyek mezin li henber Rûsîya helwestek tûnd danîn. Rûsîya ji xeynî çekên balîstîk û Atomê şûnde tu hêza wê tineye. Welatekî zirpoş, lê xwedî aborîyek jikestî ye. Demek dirêj di vî şerî de şensê wê ku postekî mezin bigire destê xwe tine ye.

Rûsîya ji cîhanê hat tecrîtkirin. Pûtîn nikare bi rêka Stalinîstan vê tecrîtê ji holê rake. Ji ber ku pênûsên wan jikestî ne.

Rûsîya hêzek dagirkare û berxwedana Ukrayna meşrû ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:28:45

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x