Reaksîyan û Givaştinên ser pêkanîna referandûma Serxwebûna Kurdistanê!
Piştî Herêma Kurdistanê 25.09.2017 wekî roja pêkanîna referandûmê dîyar kir; Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî, bi heyetên xwe re danasîna mesaja miletê Kurdistanê û hewlên dana wê biryarê ji bo alîyên İraqî û nûnerên welatan, civata nêvdewletî û cîranan rave kir.
Hatinûçûnek dîplomatîk bi hemû girîngîya xwe dimeşîya. Di meha Êlûnê de ev hatiçûn gihîştibû asta herî bilind. Evana yek bi yek wek “civîna Sihêla û telefon û nameya wezîrê derve yê Emerîkayê Rex Tilerson, têkilîya bi rêya telefonê ya wezîrê derve yê Brîtanyayê û têkilîya bi rêya telefonê ya serokê Fransayê serok Emmanuel Macron re” bûn.s.77
Ew rojên germ bûn, bi heyecan bûn û bi hezaran kurdperwer ji herçar beşên kurdistanê berbi Başûrê kurdistanê ve diherikîn û bi kedek mezin, kek Mesûd Barzanî, ji civînekê li gel kampanya û ahêngên giştî di tevgerê de bû. Di yek ji vê civîna Dihokê de xeberek jê re tê. Dîyar kirin ku; “heyeteka bilind ya hevpeymanan û Neteweyên Yekbûyî daxwaza hevdîtinê dikin.”
Kek Mesûd Barzanî di vir de dibêje; “Ji bo wê ez roja pêncşemê, 13-ê Îlona 2017-ê li baregehê qumandarîya li dijî Daişê yê li Sihêlan li rojavayê Dicleyê di gel wê heyetê civîyam ko ji van kesan pêk dihat: Nûnerê taybet yê serokê Emerîkayê ji bo hevpeymanîya şerê li dijî Daişê Brett McGurk, nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis, ambasadorê Emerîkayê yê li İraqê Douglas Silliman û ambasadorê Brîtanyayê yê li İraqê Frank Baker.”s.77
Cîhê civînê li ser tixûbê Sûrîyê bû ku, di dema xwe de hêzên pêşmergêyên Kurdistanê ji wê nuqteyê qonaxa destpêkirina êrîşbirinê bo ser terorîstên Daişê dabû destpêkirin. Di wan sengerên ku ji heyetê ve xuya dikir, bi sedan cangorî xwîna xwe rijandibûn.
“heyetê di wê civînê de got fêhkirina wan ji bo daxwaza miletê Kurdistanê heye lê belê ew baş dibînin ko Kurdistan bide ser rêya dîyalogê û heger negihîjin netîceyekê ew dê nameyekê ji wezîrê derve yê Emerîkayê bînin ko tê de fêhmkirina xwe bo pêwîstîya çêkirina referandûmê îlan bike.”s.78
Ji pêşnîyarên heyetê dîyare ku dixwazin biryara referandê bipaş de bêt girtin. Di virde jibîr dikin ku biryara referandûmê ne biryara şexsekî ye. Di vir de kek Mesûd barzanî dibêje; “Min ji wan re got, biryara referandûmê ne biryara şexsekî ye, hemî partîyên Kurdistanê di derxistina wê biryarê de beşdar bûn. Ez bi tenê nikarim biryarê bidim.”
Kek Mesûd Barzanî di axivtina xwe a bi heyetê re eşkere dike ku; “Hedefa me ew e ko bi awayekê aşîtîyane em bibin du cîranên baş û referandûm jî rêyek e ji bo gehiştina wê hedefê. Heger civata nêvdewletî û Emerîkayê rêyek heye ji bo ko em bigihên wê hedefê hingê pêwîstî bi pêkanîna referandûmê nake.”
Di derheka nameya wezîrê derve yê Emerîkayê Rex Tillerson ku ji kek Mesûd Barzanî re şandibû de jî, kek Mesûd, li ser usul û şîveya nameyê, van xetan derbasî rûpelên dîrokê dike.
“...Di rastîyê de name ne nameyeka fermî bû, belku reşnivîsa nameyekê bû ko nûnerê taybet yê serokê Emerîkayê ji bo hevpeymanîya şerê li dijî Daişê Brett MCGurk û ambasadorê Emerîkayêyê li İraqê Douglas Silliman û hinek kesên dî amade kiribû. Ne dîyar bû jî ka gelo name dê ji alîyê wezîrî ve bêt erê kirin û îmza kirin yan na.”s.78
Dibe ku dîplomatên Emerîkî name, bi nîyeta ku, “eger biryara hilweşandin ya jî bipaşdexistina referandûmê bibe, emê paşê vê nameyê îmze bikin, an jî înkar bikin”(!) hatibe nivîsandin. Di derheka naveroka nameyê de jî Kek Mesûd Barzanî dibêje; “.. name di warê dariştin û nêverokê ve baş bû lê belê garantîya pêwîst tê de nebû heta ko em bikarin pişta xwe bispêrinê yan bawerîyê pêbînin û bawerîyê bidin miletê xwe da dest ji mafekî rewa û xwezayî yê xwe berdin.”
Kurdan di vî warî de bi Emerîkayê re û bi helwesta dîplomatên wan re, bi İraqê re xwedî tecrûbeyeka dûr û dirêj bûn. Bi İraq re jî xwedî tecrûbe bûn ku pir caran ev lihevhatin hatine piştguhkirin. Li gel van tecrûbeyan jî biryar têt girtin ku nameya Rex Tillerson û pêşnîyar û alternatîfên din ji alîyê Konseya Bilind ya Referandûmê ve bêt nirxandin. Ev name di çend rojên talî de ket berdest û êdî qedera referandûmê ketibû destê xelkê Kurdistanê, ne dibû bipaşde gav bêt avêtin, wê hestên netewî derbê bixwin. Emerîka dikarî bibe bingehek ji bona garantîyê, ku xelkê Kurdistanê dev ji referandûmê berde. Lê Emerîkayê nêzî vê garantîyê nebû.
Xebatên pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê di demek wilo de dimeşîya ku, bêhna nîjadperestîyê, barbarîyê ji helwestên wan dihat. Êrîş û çavsorîyên dewletên cîran (an jî dagirkar) û alîyên İraqî ber bi astek barbarî û hovane de dimeşîya. Mese gihîştibû astek ku îradeya miletê Kurdistanê bêt binpê kirin. Rewş gihîştibû astek wilo ku “Miletê Kurdistanê xudanê îradeya xwe ne, yan jî divêt kesên dî biryarê li ser çarenivîsa me bidin?” Di virde miletê Kurdistanê bi biryar û bi serbilindî silav li roja referandûma serxwebûna Kurdistanê kir. Îradeya ku derket holê, îradeya miletê Kurd û Kurdistanê bû û miletê Kurdistanê bi xwe biryara çarenûsa xwe da.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.