Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye!

Li ser pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan, li herêmê; Îran, İraq û Tirkîye di hemahengîyek hevpar de ne. Car caran di nava vê hemahengîyê de hebûn û sîyaseta hinek hêzên Kurd jî di van berjewendîyên xwe de bikar tînin. Fêdê ji hebûna van hêzan digirin û ji bona armancên xweyî li ser Kurdistanê bikar tînin.

Şeyhmus Ozzengîn

17.06.2020, Çar | 13:54

Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye!
Nêrîn Belav bike

Ev demek dirêje, Ä°raq dixwaze nefta Kurdistanê bipaÅŸ de vegerîne û carek din bibe xwedîyê nefta Kurdistanê. Ji ber wê jî, ji butçeya dewleta federal, para Kurdistanê, mûçeyên hêzên PêÅŸmergan, karmend û asayîÅŸa Kurdistanê nade. Wek çek li henber Kurdan bikar tîne. Dibêje; “ya hûnê nefta herêmê bipaÅŸ de teslîmî me bikin, heger hûn teslîm nekin, em jî dahatên we nadin”(!)

BipaÅŸde teslîmkirina nefta Kurdistanê ji bona hikûmeta Bexda, karek sîyasî û hesabekî metînkarî, serwerî ye. Ä°raq, her bi dû wê serwerîya xwe a di dema dîktator Sadam Hûsên de ku li ser xaka Kurdistanê wenda kirîye. Kar û xebatên herêma Kurdistanê, xwe bi xwe îdarekirina kurdan û aborîyek serbixwe a Kurdistanê, li hesabê Bexda nayê. Her dixwaze herêma Kurdistanê bisînor bike, têxe bin bandora xwe û li ser axa Kurdistanê serwerîya kurdan têxe bin bandora xwe. Ji bona vê armanca xwe jî, her yasayên hevpar binpê dike û kurdan bi birçîbûnê, bi qeyranên aborîyê tendît dike.

Li ser pêÅŸîlêgirtina destkevtinên kurdan, li herêmê; Îran, Ä°raq û Tirkîye di hemahengîyek hevpar de ne. Car caran di nava vê hemahengîyê de hebûn û sîyaseta hinek hêzên Kurd jî di van berjewendîyên xwe de bikar tînin. Fêdê ji hebûna van hêzan digirin û ji bona armancên xweyî li ser Kurdistanê bikar tînin.

Di vî warî de ev qederê mehekê ye, ji bona alozîyan û hilweÅŸandina îstîkrara heyî a li Kurdistanê, ev her sê dewlet, bi hevkarîyek dijminane tevdigerin. Di Medya PKK û YNK de êrîÅŸan destpêkir. Nakokîyên sîyasî di nav kurdan de geÅŸbûn. Qeyran hatin mezin kirin û BaÅŸûrê Kurdistanê ket hedefê. Wezîrê derve yê Tirkîyê bi lez hat Bexda û ket nav têkilîyên piÅŸperdê. Ji Bexda, bi vegera Wezîrê derve yê Tirkîyê re, Ä°ran bi Tirkîye re ket têkilîyê. Wezîrê derve yê Îran jî bilez hat Tirkîyê. Mijara her sê dewletan jî Kurd û destkevtinên kurdan bûn.

Bi van têkilîyan re Tirkîye bi 26 belafirên ÅŸer êrîÅŸ anî ser axa herêma Kurdistanê. Ev sê roje (ji 15.06.2020) Tirkîye bêrawestandin  Herêmên Åžengal, Qaraçox, Qandîl, Zap, AvaÅŸin Basyan û Hakurk bombe dike. Dewleta tirkan, munasebeta van êrîÅŸên xwe hebûna PKK li van deveran dide nîÅŸan. Lê ev 40 sale barbarên tirkan bi tenk û topên xwe, bi balafirên ÅŸer van herêman bombe dike, top baran dike. Ji ber topbaranên dewleta tirkan 350 gundên Kurdistanê vala bûne. Miletê me gund û zevîyên xwe hiÅŸtine û terka herêmê kirine. Heta niha bi sedan kesên medenî, zarok û jin hatine kujtin. PKK bi qasî misqalekê ji van êrîÅŸan zerarê nabîne. Tirk jî vêna baÅŸ dizanin. Em baÅŸ dizanin ku armanca bombekirina van herêman ne PKK ye axa azad bi xwe ye.

Tirkîye ji hêla reÅŸayî de jî, bi hêzek taybet ketîye nav axa BaÅŸûrê Kurdistanê û bipêÅŸde diçe. Armanca tirkîyê, li van deveran bicîhkirina van hêzên taybet e. NiÅŸtecîhên herêmê bi carekê de gund û warên xwe vala kirine û derbasî herêmên ewle dibin. Mahsûla salane ketîye bin talanan. Daristan û mal-milkên van herêman talan dibe.

Ev sê roje Ä°ran jî bi çekên giran, artêÅŸa xwe dikiÅŸîne herêmên Åžîno, KelaÅŸîn û Banê. Van deveran dorpêç dike û xaka Kurdistanê tehdît dike. Serwerîya Kurdistanê dorpêç û tehdît dike. Ji 16.06.2020 an de îran jî van herêman topbaran dike. Di nava Tirkîye û Îran de, li ser van herêman lihevhatinek û hemahengîyek heye. Bi hev re hin dorpêçê dimeÅŸînin û hin jî dagir dikin.

Kurdistan di pêvajokek dijwar re derbas dibe. Pirê caran hêzên Kurd, ji dêlva bi sîyasetek hevpar, netewî û bihemahengî li henber van êrîÅŸan rawestin, ji dijmin re mercên êrîÅŸan hêsan dikin. Kengî ku êrîÅŸ bên ser BaÅŸûrê Kurdistanê, hinek qelemÅŸorên medîya PKK û YNK, bi zimanekî dijminane êrîÅŸî ser hikûmeta BaÅŸûrê Kurdistanê, PDK û Malbata Barzanîyan dikin. Raya giÅŸtî a Kurd ji hev perçe dikin û bingehê ji êrîÅŸan re vedikin. ÊrîÅŸ û dagirkirina van herêman bi vê sîyaset û lîstikan ji dijmin re hîn hêsantir dibe.

Îran berê topên xwe daye xaka Kurdistanê û ev du roje bê rawest van herêman topbaran dike. Tirkîyê, hin bi belafirên ÅŸer, hin ji hêla reÅŸayî de hêzên taybet derbasî xaka BaÅŸûrê Kurdistan kirîye û bombe dike, dagir dike.

Raya giÅŸtî li henber van êrîÅŸ û dorpêça Îran û Tirkîyê bêdengin. Emerîka jî eÅŸkere dike ku „hayê wan ji van êrîÅŸan heye“(!) Lê ew jî heta niha bêdeng mane.

Ji çarhawêr de lîstikên nû çeqoberî li ser kurdan dimeÅŸin. Sîyaseta Kurd û Kurdistanê, ji ber pirsgirêk û alozîyên nedîyar, stratejîyên nerast û xerckirina dînamîkên Kurdistanê, bandora xwe wenda kirîye. Bi vî ÅŸiklî jî nikare pêÅŸî li van êrîÅŸan bigire. Ev rewÅŸ jî mercên êrîÅŸan ji dijminên Kurd û Kurdistanê re hêsan dike.

Divê tevgera sîyasî roj berî roj xwe biserhev de bîne û xwe ji bin bandora van alozîyan derxîne..

17.06.2020

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:00:32

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x