Ma Ne Bess e?

Devê siyasetmedarên kurdan dev ji rezîlîya ezezîyên partîzanî berdin. Berjewendîyên Kurd û kurdistanîyan nekin qurbana berjewendîyên xwe, nexweşîyên xwe!

Şeyhmus Ozzengîn

09.08.2023, Çar | 06:37

Ma Ne Bess e?
Nêrîn Belav bike

Miletê Kurd, miletekî birîndare. Şingal birîndare. Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û çolemêrg birîndarin. Amed Sûr, Lîce û Silopî birîndarin. Mahabat, Hawraman, Kermanşah, Sînê birîndar e.

Helebce, Barzan birindarin, Şingal birîndare, Kerkûk birîndare.

Efrîn, Cercîs, Bilbilê, Kobanê, Girê Sipî, Qamîşlo, Serê Kanîyê birîndarin. Hesekê birîndare.

Mahabat, Sînê, Kermanşah, Hawraman birîndarin. Kurd birîndarin. Kurdistan birîndare.
Nabe ku em ji bona berjewendîyên hizbî, li ser birîndarên xwe, xwebexşên xwe bazarên siyasî bikin û vî miletê qedîm ji rûmetê, ji serxwebûnê mahrûm bikin. Ev ne karekî rewa ye. Ne karesatek ku em efû û piştguh bikin.
Heta îro çi hatibe serê me, ji bêtifakî, ji lîstikên dijminan û ji ber tunebûna dewletek me ye. Miletên bê dewlet; bê pişt û bê parastin li ber lingan derin û wenda dibin.

Kurd jî, bê parastin, ev sedsal e li ber lingan diçe. Ma ne bes e ev birîn û êş, ev mal û warwêranî?
Bi destê Pêşmergên qehreman Şingal rizgar bû û bi destê xîyanetek navxweyî, xencerek li pişta xwebexşên azadxwazên Kurdistanê, li pişta miletê Kurd ket li Şingalê. Şingal bû bingeha lîstikên İraq û Îran. PKK jî bû hevkarê van lîstika. Niha hinek xwenenas Şingal dikin erkek bazara berjewendîyên siyasî, yên hizbî.

Kerkûk xwîna Kurdistan e. Bi destê Pêşmergên qahreman hat parastin û du salan ji bona Kerkûk xwîn rijîya. Hinek xwefiroş Kerkûk radestî dijmin kirin û Kerkûk dikin erkê bazara hizbî û şexsî, malbatî. Meramên xwe li henber ajenda serxwebûna Kurdistanê, avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî bikar tînin.
Ma ev rewaye?
Yên ku ji van bircên netewî û Kurdperweriyê ditirsin û ji bona berjewendîyên xwe yên hizbî, ji bona wan têkiliyên biqirêj bi dijminên miletê Kurd re; dest bi dezenformasiyonan kirine û êrîşên ser Kurdistanê, wek erkekî ji xwe re dibînin û destekî wan bi dijmin re, destê din di nav karesatên xerab de, van karan wek karesatên xwe yên serkevtî yên siyasî didin nîşan û hindik mane, ku dest û qunên xwe hine bikin! Ma ev ne şerm e?

Dewleta tirkan, gund û çîyayên başûrê Kurdistanê bombe dike, dişewitîne û dikuje; PKK ji sibê û heta êvarê wê medya ya ku bi xwîna kurdan hatîye avakirin, bi propagandayên dij başûrê Kurdistanê bikar tîne. Ji dêlva dewleta tirkan têşîr bike, dijminatîya Başûrê Kurdistanê dike. Ma ev karekî rewa ye?

Divê em jibîr nekin:

Yekem, Başûrê Kurdistanê pêşeroja miletê Kurd e, bi encama Referand3umê ev hatîye pejirandin û êdî dewlete. Li ser erkên dewletbûnê têkilî û tevgera xwe dimeşîne. Xwe ava dike û têkiliyên xwe yên navdewletî xurt dike. Hewl dide ku pirsgirêkên xwe çareser bike.

Duyem; Kurdistan û hêzên avakirina dewletek Kurdistanî tu caran yekalî, cûdatî û nakokî nexistine navbera nerîn û baweriyên li Kurdistanê. Suryanî, Keldanî û Aşûriyên Kurdistanê, Tirkmenên Kurdistanê, Cihûyên Kurdistanê her xwe bi ewlekarî û parastina Kurdistanê ve girêdan e.
Kurdên Êzîdî ticarî xwe ji berxwedanên Kurdistanê bidûr nexistine û her di nav honandina avakirina Kurdistanê de cîh girtine..
Di rojevê de parkirin û tesbitkirina sînorên başûrê Kurdistanê (dewleta Kurd ku li başûr bêt avakirin), di munaqeşê deye. Netewa Kurd, ji bona ku pirtirîn axa xwe di destê xwe de bihêle, daketiye qada şer û bihêz qozan parvedike. Di vê parvekirinê de qozê Kurdan ji qozê suniyan û Şiî yan xurttire. Lê beşek ji kurdan, ji bona vî qozê Kurdistanê zeîf bixe, ku Kurd têkherin her pergalî bikar tînin, destê Kurdistanî zeîf dikin. Divê siyasetmedarên Kurd, qîmeta xaka azad bizanibin û nebin asteng li henber van bidestxistinan.

Divê em xwedî li bidestxistinên lerkerî derkevin û bikin serkevtinên siyasî.
Divê xeletîyên ku li bakûrê Kurdistanê derketin pêşberî miletê me û miletê me raserî asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê bû, li beşên din yên Kurdistanê em rê nedin wan û nehêlin ku bibin asteng ji bona serxwebûna welatê me.

Ma ne bess e ev nakokîyên hizbî û xwefiroşî?
Ji dêlva ku Kurd, peyayên ber derîyê dijminên xwe bin û bê xîret bin, bibin şêrên ber derîyê xwe. Xelkê bi vî haweyî dewlet avakirine. Kurd wê çima li henber hev ne hurmetkar bin?
Dem dema dermankirina birînên Kurd û Kurdistanê ne.

Devê siyasetmedarên kurdan dev ji rezîlîya ezezîyên partîzanî berdin. Berjewendîyên Kurd û kurdistanîyan nekin qurbana berjewendîyên xwe, nexweşîyên xwe!

Kurdistan yek e. Miletê Kurd yeke. Nabe ku hinek di bin sîya welatê xwe de bijîn, nanê vî welatî bixwin û bibin karmendên dijminê xwe.

Divê Kurd karmendên xwe bin û li angora berjewendîyên Kurd û Kurdistanê tevbigerin. Bi derewan û bi dezînformasyonan tevnegerin, hertişt ayane û li ortê ye. Kes êdî nikare kesekî bi derewan bixapîne. Ew dem derbas bû.
Berjewendîyên Kurdan di avakirina dewleta Kurdistanê de ye! Di avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî deye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:19:19

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x