„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!

Dîrokek 40 salî ya dewleta tirk li ber me ye. Ev dîrok, li ser mijara Kurd û Kurdistanê tije dersin. Dîrokek, helwesta dewleta tirk a li henber pirsa Kurd û Kurdistanê, ya 99 salan bi belge û stratejîya xwe, derdixe ber me. Divê em ji vê dîrokê dersan bigirin û li gor van dersan xwe ji tinekirina sîstem û stratejîya dewleta tirk biparêzin. Li ser stratejîyek netewî tevbigerin û xwe rizgar bikin.

Şeyhmus Ozzengîn

05.01.2021, Sal | 18:29

„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Di vê dîroka dewleta tirk a 99 salan de pir hikûmet hatine guhertin. Sê kudetayên leşkerî, guhertinên sivîl û zagon ava bûne. Lê di di vî warî de helwesta dewleta tirk nehatîye guhertin. Dewleta tirk di 99 salan de, sê hedefên stratejîk meşandine û ji van hedefan bipaşde gav navêtîye.

Redkirina hebûna kurdan û meşandina asîmîlasyonek sîstematîk!

Dejenerekirina miletê Kurd, bi armanca hilweşandina balans, ahlaq, çand û hiqûqê civakî yê balansa miletê Kurd.

Bi hilweşandina van hêjayên civakî re, entegrekirina miletê Kurd, bi dewletê re; ku ev tê armanca tinekirina miletê Kurd bi xwe ye.

Înkarkirina hebûna Kurd û Kurdistanê, „teorîyên“ nijadperestî, ku di vî warî de ji terefê zanîngehên tirkan de hatine weşandin, qampanyayên di her pergalên medyayî, hunerî û civakî de, di xizmeta vê stratejîyê de meşîyane. Van têra xwe encam nedaye. Metoda leşkerî, zor, zilim û metodên terorî jî xistine dewrê.

Car caran ev metod ji kontrolê jî derketine û bi komkujî, kujtin û zîndankirinên girsî re, van metodan metirsîyek derxistîye holê, ku ji wan re bibe sebebên ku, Kurd ji dewletê dûr bikevin. Bi lêkolînên zanistî her nabzê civatê pîvane, xebatên endezyarî rapor kirine û li gor van raporan, guhertinên deman anîne û helwesta kurdan şopandine.

Di van 40 salên borî de, ev stratejîya dewleta tirk, carinan sert û dijwar, carinan nerm û aşitîxwaz, derketîye ber me. Lê rewşenbîrên kurdan li ser van guhertinên şiklî bi pîsporî xebat ne meşandine. Piranî bi çavê „bidestxistinan û hinek mafan“ li van helwest û guhertinan nerîne!

Ji 1980 an û virde ev stratejîya ku dewleta Tirkan li ser Kurd û Kurdistanê meşandîye; di navendên lêpirsînên polîsan de, di zîndanan de, li kuçe û kolanên Kurdistanê, hêjaye lêkolînê ye, ku miletê me ji van kiryar û stratejîyan dersan bigire û têxe hafiza dîrokê.

Çendîn demên „nerm“, ji bona avakirina balansek nû û reorganîze kirina sîstema dewletê, bi navê „pêvajoka aşitî“ destpê kirine?

Ev program çend salan û bi çi armancan meşîyane?

Kî ji kurdan bûne pergalê van program û stratejîyên dewletê, ku dewleta tirk di varê asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê de serkevtî be?

Bersîva van pirsan pir girîngin:

Yên ku di her demê de "pêvajoka aşitîyê" destpê kirîye, meşandîye û yên ku bi dawî jî anîye dewleta tirk bi xwe ye. Yên ku ji van pêvajokan re bûne pergal, Abdullah Ocalan, PKK û rêxistinên vê tevgerê, yên bakurê Kurdistanê û dîyaspora ne. Beşek ji sîyasetmedar, rewşenbîr, zana, pîspor, hunermend û aktorên civakî yên kurdan jî, ji destpêkirina van programan re bûne pergal. Ev jî çend cûre ne. Hinek ji wan li derdorê PKK bi armanc û hesaban rêkevtî ne. Hinek dijî veqetandina kurdan û dewletek Kurd û Kurdistanî ne û berjewendîyên xwe di entegrekirina kurdan de dibînin. Hinek ji wan, wek îrade hêza xurt û rastîya sîyasetek Kurd û Kurdistanî tevlihev dikin û berjewendîyên şexsî esas digirin. Lê hemû xizmetê ji stratejîya dewleta tirk û armancên wê re dikin.

Teorîya „Tirkîyek xurd, bihêz û hevgirtî, biratîya gelan, tirkîyek demokratîk, dema avakirina deawletên netewî qedîya ye, ji kurdan re dewlet ne lazime, va dewleta me heye, Tirkîye ye. Divê em wê demokratîze bikin“(!) Naveroka van hevokan, naveroka stratejîya dewleta tirk e, ku li ser kurdan dimeşe. Lingê vê stratejîyê a nav kurdan jî Ocalan, PKK û HDP û derdorên wan in.

Piştî her demek sert û dijwar, ku mesafe ketîye navbera dewleta tirk û kurdan; xebatên endezyarî meşîyane û aqlê dewletê nebza milet, an jî ya kurdan rapor kirîye. Dema di balansa civatê de tehlîkeyek dîtibin, pêvajokek nerm destpê kirine û alîgirên xwe xistine dewrê.

Ji bona têgihîştina van stratejîyan; dema em li salên 1984-1991 an, li 1993-2000, salên 2007-2012, 2013 û heta niha yek bi yek, bi metodek zanistî deynin ber xwe û binirxînin, emê encamên dîrokî bidest bixin.

Hûn li dîroka Tirkan binêrin; her piştî demek sert û dijwar, wê programek bi vî rengî derkeve ber we. Ev 40 sale dûbare dibe.

Niha dîsa hinek aktorên hevparên dewletê, dixwazin rojevekê ji vê programê re vekin, ku îmkan hebe, „pêvajokek aşitî“ destpê bibe.

Lê vê carê hinek balans hatine guhertin. Dewlet bi alîkarîya PKK û HDP stratejîya asîmîlasyon, dejenerasyon û entegrekirina kurdan bi dewletê re serkevtî derketî ye. Dibe ku dewletê biryar dabe ku, PKK ya xwe bisînor bike (ez nabêjim biqedîne..Ji ber ku qedandina PKK tenê ne di destê dewleta tirk deye jî). Ji ber wê jî hinek derdorên dewletê îşaretan didin.

Lê ez ne bawerim ku dewlet vê carê li eynî def û zirnê bixe.

Ji ber kû bandora Ocalan li ser PKK zeîf bûye û PKK ketîye destê Îran, Sûrîye û İraq.

Divê em van bandorên heyî yek bi yek hesab bikin û binirxînin. Bi ya min, îhtîmalek pir zeîfe ku carek din bi vî rengê "pêvajoka aşitî" xwînê bidin HDP û PKK.

05.01.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1660 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:05

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x