Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin.

Îro li İraq, cûre, Cûre berjewendî, li ser axa İraq di nav qeyranek sîyasî/civakî de, berbi şerekî navxweyî ve diçe. Ji hêlekê de Îran nîvê hêza İraq xistîye bin bandora xwe.

Şeyhmus Ozzengîn

04.01.2020, Cts | 06:43

Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin.
Nêrîn Belav bike

Di navbera erka îqtîdarê û aştiya civakî de têkiliya dînamîzmeke mezin heye. Eger hêz û grûbên civakî, li ser vê erkê, di avakirina aşîtiyek civakî de, bipeyman lihev nekin, îktîdarek xurt dernakeve holê. Ji ber tinebûna bingeha parvekirina erka îqtîdarê, civat ji aştiyê dûr dikeve û alozî destpê dike. Bandora yasa û qanûnan şikestinê dixwe û civat bê makezagoneke hevpar dimîne. Xurt destê xwe dixin qirika qelsan û erkê îktîdarê dikeve xizmeta wan. Dahatên dewletê di navbera grûbeke piçûk de tên parvekirin û hêzên derveyî îqtîdarê ji xizmetgûzariya dewletê bêpar dimînin.

Li angora berjewendiyên hevpar, dema ku li derdora makezagonekê, hevpeymaneke hevpar derkeve holê, herkes teslîmî îqtîdarê dibe. Li Iraqê îktîdarê ev şens wenda kiriye û ne mumkun e ku bi van hêzan bigihêje encameke dewletbûnê. Ji ber ku, ji roja ku Emerîka leşkerên xwe ji İraq kişand, Îran ew valayî dagirt û bû sebeb, ku îktîdarek bibandor û li gor makezagonê meşrû dernekeve holê.

Iraq li angora makezagonê, wek dewlet nehat avakirin. Îran, di virde rolek mezin lîst û erkê îktîdarê xist destê xwe. Bi destê Îran, İraq ji şerê mezhebî/hizbî re bû bingeh. Dînamîkên civakî ji hev perçe bûn û hatin henber hev. İraq, ji xeynî dewleteke yasayî, ji her cûre berjewendî, alozîyan bigire, heta gendelîyan her tişt e.

Îro li İraq, cûre, Cûre berjewendî, li ser axa İraq di nav qeyranek sîyasî/civakî de, berbi şerekî navxweyî ve diçe. Ji hêlekê de Îran nîvê hêza İraq xistîye bin bandora xwe. Ji hêla din de beşek ji dînamîkên civakî yên İraq, li henber hêz û bandora İran di serhildanan de ye. Li İraq, serhildanên girseyî hin erkên îktîdarê û hin jî bandora Îran a li ser İraqê kirine hedef û her ku diçe daxwazên xwe derdixin astek bilind. Ev berxwedana vî beşê gelê İraq meşrû ye û hêza xwe ji vir digire. Ev hêz xwedî bandore û hêza guhertinan pêre heye. Îran dixwaze vê hêzê bişkîne û nehêle ku serkevtî be. Bi guhertina Komîsyona Hilbijartinan, yasaya hilbijartinan, heta dest jikarberdana Serokwezîrê İraq bigre, her ku diçe van xwestinên xwe bê rawest, di qada çalakîyan de bi israr diparêzin. Hêzên bi ser Îran ve, bi tûndî êrîşan tîne ser xwepêşanderan. Çek li henber wan bikartîne û heta niha nêzî 600 kes bi destê hêzên bi ser Îran ve hatin qetilkirin û dehhezaran wenda û birîndarin.

Îran, li ser axa İraq, hin li henber xwepêşanderan û hin jî li henber Emerîka, dixwaze ku axa İraq bike qada şerê Emerîka û Îran. Hewla dorpêça ser konsolxaneya Emerîka li İraq, yek ji van gavan e. Li henber van gavên Îran Emerîka jî bi şîveyek bilez helwest girt.

Wateya bîryara Pentagon a ji holêrakirina Qasim Suleyman û Ebû Mehdî Muhendîs, yek ji van gavan e. Herdû serkêşên terorê jî, nûnerên terora Îran a İraq, a ser tevgera Rojhilatê Kurdistan û seranserê Rojhilata Naverast bûn. Jiholê rakirina van herdû terorîstên serkirde, wek dînamîtek ku, di nav kunekî çemento de biteqe, herder di nav toz û ecacokê de hişt û deng veda. Bû îşareta ku, pir hêz li herêmê dîqat bikin!

Wateya vê refyleksa Emerî ji kurdan re jî pir girînge. Ji bona pêşeroja Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurdistan; rewşa İraq, helwesta Emerîka û Îsraîl û reaksîyonên Îran wê rewşek nû derxi ber me, ku erênîya statûkoya ser Kurdistan perçe bibe û dijminên serxwebûna Kurdistan li herêmê şikestinê bixwin.

Wê axa İraq bibe bingeha şerê Îran û Emerîka.

Piraniyên hêzên artêşa Iraqê di bin bandora partî û hêzên mezhebî de ne. Bandora makezagona federal şikestin xwariye û bêwate maye. Hêza îktîdarê meşrûtîya xwe wenda kirîye. Saziyên dewletê li gor berjewendiyên nîjadî, mezhebî û hizbî kar dikin. Girseyek mezin ji gelê İraq, li henber hebûna Îran a li İraq helwest girtîye û hebûna Îran li İraq sebebê van qeyranan dibînin. Beşek jî piştgirê Îran e. Îhtîmala heye ku, ev herdû hêz li ser axa İraq bên henber hev û di şerekî navxweyî kevin. Wê ev şer bibe şerê Îran û Emerîka li ser axa İraq.

Divê Federasyona Kurdistan bi ti awayî pişta xwe bi Dewleta Federal a Iraqê ve girê nede û li gor wê hesaban nemeşîne. Li ser esasên parastina berjewendîyên Kurd û Kurdistan, helwestek hevpar ji bona pêşeroja Kurdistan pir girînge. Divê Kurd van fersendan wenda nekin û raya xwe bikin yek. Bê garantîya avakirina dewleta Kurdistan, ji ti hêzan re leşkerîyê û binkeyên axa xwe bikar neynin. Divê hertişt li ser peymanan bêt pejirandin.

Her derb û êrîşa ser dijminên Kurd û Kurdistan, wê dijminê me qels û hêza Kurdistanî xirt bike.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
4140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:04:31

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x