Partîhezî û Neteweperperwerî!

Perçekirin û parvekirina Kurdistanê, di vê sedsalîya perçekirin û parvekirina xwe de, rû bi rû, pêşberî pir asteng û êşan bû. Ne tenê welatê me, hat perçekirin û parvekirin; netewa me, çand a me, zimanê me û hestên me yên netewî jî hatin perçekirin û vê perçekirinê bandorek mezin li ser stratejîyek hevpar a netewî û navendî kir.

Şeyhmus Ozzengîn

30.04.2021, Cum | 12:57

Partîhezî û Neteweperperwerî!
Nêrîn Belav bike

Astenga duyem jî hestên partîzanî ne. Li herçar perçên Kurdistanê partî û rêxistinan wek pêşengên doza Kurdistanê derketin holê. Lê, ji dêlva ku berjewendîyên netewî, niştimanî derxin asta bilind û ruhê netewî geş bikin, ruhê partîzanî, berjewendîyên partîzanî geşkirin. Ev jî bû sebebê perçebûna civakê û hestên netewî, niştimanî birîn bû. Partîhezî, dewsa niştimanperwerîyê girt û têkilîyên bi dijminan re meşrû kir.

Vê rewşa heyî, pir cûda cûda helwest û têkili derxistin pêşberî doza Kurdistanê; ku car caran derbên mezin li berjewemendiyên netewa Kurd û Kurdistan xist. Pêşiya bidestxistinan girt û ji bona bidestxistinên siberojê jî bû sebebên çêkirina astengan. Vê rewşê, bi xwe re bingeh ji binçavkirina berjewemendiyên netewê re anî û aqarê avakirina berjewendîyên hizbî, grûbî li ser xaka Kurdistanê hêsan kir. Ji dêlva ku hestên netewî geş bibin, hestên hizbî geş bûn û asteng ji honandina hest û kultura niştimanperwerî re derxist. Bi dînamîkên netewî hat lîstin û Ji bona berjewendîyên hizbî, beşek Kurdistanê bû dijminê beşê din. Vê jî pêşiya dewletbûnê girt û mesajên neyênî dan dostên Kurd û Kurdistanê.

Ji bona ku ez mijarê bi mînakan berfireh bikim, ezê di demên krîtîk de helwesta hinek hêz û grûbên li Kurdistanê derxim ber şîrovê.

Di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de Hemû sazî û serkêş, berdevkên PKK bi yek devî îlan kirin ku; „Dema avakirina dewletên netewî bidawî hatîye.“ û ew „Dewletek Kurd û kurdistanî naxwazin. Dewlet wê bibe sebeba dijminatîya gelan!“ û li henber beyana îradeya miletê Kurd helwest girtin.

Di eynî demê de binêrin endamê Meclîsa Netewî a Tevgera Goran Karwan Haşim çi deşîfre dike:

"Me di 15 Cotmehê de dizanî wê xîyaneta 16 Cotmehê pêk were. Dewletên herêmê, ku bi YNK re tevdigerîyan, alîkarî ji me jî xwestin. Heger ku me (Tevgera Goran) daxwazên wan pêk bianîya, wê Kurdistan bibûna du perçe û Tevgera Goran li Silêmanîyê dibû partîya desthilatdar. Me pêşniyarên wan qebûl nekir û me kir ku Kurdistan yek perçe bimîne."(!)

Wek ku em dizanin, piştî encama referandûmê bi mehekê, bi hêsanî, Kerkûk û hemû deverên ji dervê Herêma Kurdistanê radestî İraq bûn. Ev bûyer, di dîroka Kurdistanê de wek xîyanetek helwesta partîhezî û berjewendîperestî bicîh bû. Bi destê xîyanetkaran xencerek jahrîn bû, ku li pişta miletê Kurd û kurdistanîyan ket! Li ser eşkerekirina vê helwestê; di Nîsana 2018 an de, endamê Politburoya YNK Hakim Qadir xîyanet eşkere dikir û berjewendîyên partîzanî meşrû dikir!

„Ku referandûm serkeftî biba, wê Barzanî serxwebûn îlan bikira. Navê wî derbasî dîrokê dibû û wê ev bicarekê de YNK ji hêz bixista. Ji ber ku wê dewleta Kurdistanê ava bikira; Alîgirên YNK jî di nav de, wê hemû gelê Kurd heta heta li derdora Barzanî kom bibûna. Ji bona ku em partîya xwe û rewşa wê ya heyî biparêzin, her metod ji me re meşrû ye. Piştî referandûmê li Kerkûk di vî warî de çi ji destê me hat me kir!“ Endamê Politburoya YNK Hakim Qadir eşkere dibêje; ji ber berjewendîyên hizbî, me nehişt bi destê Barzanî dewleta Kurdistanê ava bibe!

Divê ev dîroka xîyanetê bêt guhertin!

Ji roja ku şervan û serbazên doza Kurd, agirê rizgarîya Kurdistan lidarxistine û heta îro (200 sale) beşek ji Kurdan li gor stratejîyên dijminên kurdan, di bin emrê dijminan de xebitîne û pêşî li kurdan girtîne. Ji bona berjewendîyên xwe, rîya xîyanetê hilbijartine û derbên mezin li hestên netewî dane.

Ev, di nav zevîyên me de gîhayên heşêfê ne û divê Kurd û Kurdistan li henber vê malxerabîyê hestên netewî, çanda netewî geş bike.

Bi êrîşên DAÎŞ re hemû herêmên ji dervê Herêma Kurdistanê hatin dagirkirin. Bi xwîna dehhezaran cangorîyan ev herêm hatin rizgarkirin û beşdarî nav Herêma Kurdistanê bûn. Bi xîyaneta 16ê Cotmeha 2017 an ev herêm radestî İraq bûn.

Ewên ku berjewendîyên xwe, yên malbatî û berjewendîyên hizba xwe, ji welatê xwe, ji axa xwe, ji rûmeta xwe mezintir dibînin; ew, wê her di nav çerxa xîyanetê de rol bigirin.

Doza serxwebûna Kurdistanê di xîyaneta hestên berjewendîyên Partîzanî û grûbî de fetisîye. Ji siyaseta xîyanetkar helwestek Kurd û Kurdistanî dernakeve.

Şerê hizbî, bi dijminatîya “PDK û malbata Barzanîyan” dimeşe. Lê di eslê xwe de neyartîya hest û hêvîyên Kurdistanî dikin û ne yekrêzîya Kurdistan; berjewendîyên İran û desthilatdarîya İraq-Tirkîye li ser Başûrê Kurdistanê diparêzin. Rola wan û karesatên wan ne meşrû ne.

Xîyaneta Partîhezî û berjewendîperestî ji pir beşan pêktê û ev bi dewletên dijmin û hêzên navdewletî re têkildare. Beşa bi İraq ve, beşa bi Îran ve û beşa bi ser Tirkîye û Sûrîye ve û beşa bi têkilîyên navdewletî ve girêdayî; di yek armancê de tevdigerin. Ev beş hemû di helwesta dijîtîya serxwebûn û encamên referandûmê de digihêjin hev. Eşkere dijî avakirina dewleta Kurdistanê ne û xwe beşek ji İraq, siyaseta ereban, tirkan û farisan dibînin. Di daxuyanî û karesatên xwe de bi şîweyek vekirî dixwazin ku tevgera serxwebûnxwaz têk here. Ev daxwaza têkçûnê, daxwaza dijminên kurdan e û lingê xîyanetê dinav kurdan de xizmetê ji vê re dike.

Divê em çanda mejûyê Kurd û Kurdistanî derxin pêş; ku partî û tevgerên me di xizmeta miletê me û welatê me de bin. Ne milet û welat di xizmeta ruhê partîzanî de têk here.

30.04.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:21:44

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x