Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî!

Avakirina sîstemek koperatîfî, piştgirîya kedkarên axa Kurdistan, dikare bingehek milî ji berhemên milî re derxe holê; ku li henber bezirganan û kelûpelên ji dervê welat tê, xwe biparêze.

Şeyhmus Ozzengîn

21.07.2019, Paz | 13:09

Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî!
Nêrîn Belav bike

Netewek, dema bixwaze xwe bi xwe îdare bike û li henber bi her cûre astengan li berxwe bide, li ser ling bimîne, divê xwedî berhemên milî be. Pêşengên wî welatî divê xwedî li ked û berhemên welatê xwe derkevin, berhemên milî geş bikin û li henber kirîn û bezirganîya ji derve, parêzerê mafê welatîyên xwe, kedkarên axa xwe û dahatên xwe yên xaka xwe bin. Nehêlin, ku welatîyên xwe yên xwedî berhem, di berdestên bezirganan de têkherin û bandora bezirganîya bîyanî, berhemên welat binpê bike.

Axa Kurdistan; ji şerê yekem yê cîhanê û heta niha her dibin lingê dijminan de bi xwînê hatîye avdan. Di her goncalekê de, li ser her taht û kevirekî, li ber her devî û berqefekê, li ser her zevîyekê xwîna cangorîyekî, xwebexşekî Kurdistan tev li vê axê bûye. Axa Kurdistan pîroze. Me xwedî dike, me diparêze, stara me ye. Kedkarên vê axê bi salan şoreşên Kurdistan xwedî kirine. Divê em bi mejûyekî teze û zanîstî xwedî li vê axê û kedkarên ser vê axê derkevin û li henber destên biqirêj biparêzin! Ji destê bezirganên biyanî û ji destê bezirganên berjewendîperest biparêzin.

Ev çend roje kedkarên vê axê, gundî û cotkarên axa Kurdistan li ber derîyê Parlemento ya Kurdistan di çalakîyan de ne. Dixwazin dengê xwe bigihînin hikûmeta Kurdistan, wezareta kelûpelên Kurdistan; ku wan biparêze. Astengên xwe, binpêkirina keda xwe tînin ziman ku çareyek ji vê re bêt dîtin. Kelûpelên wan dakevin bazara milî û li henber bezirganan, hikumeta Kurdistan xwedî li wan derkeve û wan biparêze.

Mixabin li Kurdistan; ne hêza çapemenîyê û ne jî ajansên nûçeyan bi helwestek milî, xwedî li dengê cotkar û kedkarên berhemdayên axa Kurdistan derneket. Ji ber ku, çapemenî û ajansên Kurd jî di destê bezirgan de ne. Giranîya van bezirganan, rê li pêşîya deng û awaza van cotkar, gundî û kedkarên axa Kurdistan jî digire. Ji van bezirganan re berjewendî û qezencên bezirganî, ji xwedîlêderketina kelûpelên van kedkarên axa Kurdistan, bazara milî a Kurdistan bipêştir de ye.

Bazara Kurdistan, divê bazara bezirganên milî be. Burjuwazîyê Kurdistan, bezinganên Kurdistan, dewlemendên Kurdistan dive xwedî li bazara milî, berhemên milî derkeve, ku bikaribe rolê xwe yê milî bilîze. Divê em baş bizanibin ku bazara milî, bi hebûna xwedîlêderketina bezirganên milî dewlemend dibe. Gelo li Kurdistan ev hêz li ku ye û liser çi esasan kar dike?

Li Kurdistan; gundî û kedkarên axa Kurdistan, berhemên xwe di kêlekên rê de, di bin sîwan û çardaran de difroşin. Di nav van kelopelan de her tişt heye. Hewce nake ku Kurdistan kelûpelên erdê ji derve bikire û bibe sebeb ku gundi û cotkarên Kurdistan maxdûr bibin. Gundî û cotkarên Kurdistan ev heq nekirîye. Ji Zebeş, petêx, balcanên sor û reş, îsot, bamîya, kundir, fasûlîyên şîn, sêv, erdtû, cûre cûre tirî, qeresî, hirmî, hejîr, xox, guhîj, bihiv û tiştên din bigire, hun çi bixwazin li ser axa Kurdistan çêdibe. Çima wê Kurdistan van fêkî û kelûpelan ji derve bikire?

Ji ber ku bi hawayekî modern û bi piştgirîya hikumeta Kurdistan, bi alîkarîya koperatîfan, berhemên gundan nehatîye organîze kirin, malê gundîyan di destê wan de dimîne. Ji bona bezirganên welat jî komkirina van kelûpelan hin buha rûdinê û hin jî zahmet dibe. Ji bona bajaran kelûpel ji dervê Kurdistan tê. Lê berhemên gundîyên Kurdistan jî di destê gundîyan de telef dibe. Ev rewş li benda dîtina çaraserîyekê ye. Kurdistan, salane, bi milîyonan dolar berheman ji derve dikire û dibe sebebê ku beşek ji perê aborîya Kurdistan here derve. Ev jî sebebek ku, cotkar û kedkarên vê axa pîroz, maxdûr bibin.

Avakirina sîstemek koperatîfî, piştgirîya kedkarên axa Kurdistan, dikare bingehek milî ji berhemên milî re derxe holê; ku li henber bezirganan û kelûpelên ji dervê welat tê, xwe biparêze.

Divê hikûmeta Kurdistan, bi biryarên yasayî, bi danîna ser bihaya gumrikê a kelûpelên ji derve tê, fînansmanekî veqetîne û vî fînansmanî ji bona piştgirîya cotkarên Kurdistan bikar bîne, ku xwedîyê van berhemên milî maxdûr nebin.

Piştî 2003 an Kurdistan dest bi jiyanek nû kirîye. Di hevparîya federal a dewleta İraq de para Kurdistan a ji butçeya Baxda ji %17, mûçe yên karmend û pêşmergan, fînansekirina perwerdeyê hatîye dan. Kurdistan bi dahata vê re, dest bi avakirinê kirîye. Rêyên modern, pir û projeyên gundan, yên avdana herêmên bêav bi hawayekî lezûbez û modern destpê kirîye. Pir proje serkevtî hatine qedandin.

Piştî 2013 Dewleta İraq dest dirêjî nifqê Kurdistan kirîye. Butçe ya Kurdistan, mûçeyên karmendên Kurdistan, Mûçeyên hêzên pêşmergan qutkirîye. Bi dû vê destdirêjîya dewleta Îraq re, şerê bi DAÎŞ re bûye sebeb ku qeyranek aborî li Kurdistan bandorek xerab pêk bîne û hinek ji wan projeyan jî nîvco bimîne.

Dewleta İraq, xwestîye ku Kurdistan mahkûmî pêşerojek nediyar bike. Lê di virde jî ev hewlên dewleta İraq yên neyarî biser neketîye. Kurdistan di bin vê bandorê de, xwe amadeyî gavên hîn mezintir kirîye û teslîm nebûye. Milîkirina nefta Kurdistan û amadekarîya referandûma serxwebûna Kurdistan gavên serkevtî yên siyaseta Kurdistan bûn. Kurdistan divê van gavan hîn mezintir bike û bandora berhemên milî, afirandina berhemên milî program bike û bi projeyên milî xwedî li kedkar û xwedîberhemên Kurdistan derkeve.

Îro Kurdistan gavên bidawîanîna qeyranên aborî davêje. Divê Kurdistan, wek hikûmetek federal, xwe ji bandora dewleta İraq rizgar bike. Ev jî di geşkirina projeyên milî de ye. Divê Kurdistan bingeha afirandina berhemên milî ava bike, civatek kedkar ku bi keda xwe serbilind û serkevtî derkeve holê.

Civatek ku bi mûçeyan bixwaze xwe liser ling bigire, ev têkbirina civatê bixwe ye. Divê hikûmeta Kurdistan, bi mûçeyan, civatek keslan û kurtêlxur neke hedef ji xwe re.

Civatek xebatkar, afirîner û bi keda xwe serbilind, xwedî li bazar û berhemên xwe derkeve, ji me re lazime. Divê hikûmeta Kurdistan di vî warî de xwedî proje be..

18.07.2019

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:43

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x