Şûjin

Têkoşîna Rizgarîya netewî, di geşkirina ruhê netewî de ye û ev bar jî li ser pişta Rewşenbîr û hunermendên azad e.

Şeyhmus Ozzengîn

06.07.2019, Cts | 15:00

Şûjin
Nêrîn Belav bike

Hinek babet hene, ne di teqla hunermendî û rewşenbîrî de ne. Ev jî dilê me kurdan diêşîne.

Rewşenbîrên Kurdistan, ji bona piştevanîyek xurt, divê kurkê rewşenbîrî li xwe nekin û pişta xwe nedin hêzê. Ramana gera stara dîwarê qewî, rewşenbîr û hunermendan stûxwar dike. Afirandina ramana azad ji dest wan digire. Divê Rewşenbîr û hunermend, bawerîya wan bi wan bêt û serbilindîya wan her, berhemên wan, rola wan û rewşenbîrîya wan be...

Li ser astek ezezîya xerab, bi kompleks û rû berbi xwedîhêzan ve, ramana azad û bingeha rexnê nayê parastin. Rewşenbîr û hunermend, ku li ber hêzdaran stûxwar û deyndar bin, nikarin bibin gerantîya raman û rexna azad! Ev helwest, asta rewşenbîrî û bîr û bawerîya di derheqa rewşenbîran de bibirîn dike.

Rewşenbîr, divê ji ezezî û kompleksan, ji kesên bibandor, ji hêz û partîyan dûr bin û bi mesafe bin. Dema ku rewşenbîr û hunermend pişta xwe bidin hêzê, ew êdî di bin bandora hêzê de ne û azadîya xwe a ramanê û bandora rexnê wenda dikin.

Li Bakurê Kurdistan vê helwestê, derbek mezin li "rewşenbîrî ya biraman azad"(!) xist.

Di destpêkê de PKK wek mîknatêzê ew kişandin nav bandora xwe. Di nav wê bandora bihêzîtîya PKK de kesên ku digotin, "em rewşenbîr û hunermendin"(!) hatin xesandin û bûn sebebê ku bîr û bawerîyek "ramana azad" li Kurdistan û dîyaspora dernekeve holê û nebe xwedî bandor.

Li ser serokê PKK stran çêkirin, nivîs û roman, helbest derxistin. Bi hawayekî nedîtî, pênûs û avaz ji bona "bijî bijî serok Apo, Apo Apo Apê me, serokê me, Şêrê Îmralî, roja me"(!)hat bikar anîn. Êrîş anîn ser kesên ne bi wan re û xwestin ku herkes bibe wek wan. Bandorek wilo derket holê, ku pênûs sekinî, wêje ket bir bandorê, awaz qut bû û rexne ji holê rabû. Bi rewşek ku, "kî di nav kerwanê me de cîh negire wê afaroz bibe"(!) Di salên 1700an de dêrê li Ewrûpa çi anî serê „raman“ê, di sedsala me de jî PKK ew tişt anî serê rewşenbîr û hunermendên Kurdistan.

Hestên rewşenbîrî di vî warî de derbên mezin xwarin. Bawerîya li ser rewşenbîr û hunermendan birîn bû.

Di bin sîya xwedî hêzan de rewşenbîrî nedibû û ramana rewşenbîrî a azad û bi vî haweyî nedihat parastin.

Îro Kurd êşa wê derbê dikişînin. Kurdistan ji kursîya rexna azad mahrûm bû. Pênûs di xizmeta îdeolojîyek fermî, di bin bandora xwedîhêzan de, stûxwar ma. Îro valahîya di vî warî de, Kurdistan xist astek seqet, ku raman bêbandor maye.

Piştî PKK, Başûrê Kurdistan jî bihêz û bibandor bû. Hinek rewşenbîr û hunermendan rêya xwe guhertin. Rahiştin tembûr û pirtûkên xwe, pênûsa xwe xistin destê xwe û li ber derîyên hêz, partî û sazîyên Başûrê Kurdistan, destên xwe li ser zikên xwe danserhev û ketin dorê(!)

Ev helwest jî stûxwarî ji "ramana rewşenbîrî a azad" re anî. Piştgirîya gavên siyasî û parastina ramanên Kurdewarî, Kurdistanî û xwesipartina hêza bi bandor, ne eynî wate ye. Heger rewşenbîr bixwazin rolek rewşenbîrî bilîzin; divê rewşenbîr li gor vê rola xwe, xwedî şexsîyet, xwedî bandor û xwedî raman bin, ku tayên edaletê, ramana azad bibandor di nav gel de bikaribin bihonin û şên bikin. Bikaribin bi rola xwe, pêşîya çareserkirina pirsgirêkan vekin û bibin dengê vîcdanê netewa xwe.

Di dema qeyranên siyasî yên Başûrê Kurdistan de, rewşenbîran nikarî bûn rola xwe bilîzin. Ji ber ku rewşenbîr bi raman ne azad bûn û bi destê xwedîhêzan pênûsa wan hatibû kirêkirin. Dara netewî bi ramanên azad û hestên niştimanî tê avdan. Ku ev tine be, ew mala netewî, ji parastina ramanên azad bêpar dimîne.

Ji bona ku rewşenbîr bi ramanên azad, bi hestên kurdewarî rewşenbîrîya xwe bibandor bikin, hewcedarîya rewşenbîr û hunermendan bi hêzê tine ye. Ramana wan a azad bi xwe hêz e. Di bin baskê xwedîhêzan de, bi hêza bibandor re, rewşenbîr û hunermend nikarin bandora xwe çêkin. Ji ber ku hêz wan dixe bin bandor û xizmeta xwe û bêqîmet dike.

Divê hunermend û rewşenbîrên Kurd û Kurdistan , parêzgerê ramanên azad bin. Parêzgerê xwedî çeka rexnegirî bin. Dema ku rewşenbîr û hunermedan bingeha rexnê û azadîya ramanê wenda kir; tê wateya ku bandora xwe jî wenda kirîne û ji rola rexnê mahrûm mane.

Îro li Kurdistan, ev stûxwarîya "ramana azad" ji van sebeban tê. Divê rewşenbîr û hunermendên Kurdistan, xwedî li postên xwe yên azad derkevin û biparêzin, ku raman hîn bêtir bêqîmet nebe. Rewşenbîr û hunermend ku vî rolê xwe nikaribe biparêze, nikare rexnegir be jî.

Têkoşîna Rizgarîya netewî, di geşkirina ruhê netewî de ye û ev bar jî li ser pişta Rewşenbîr û hunermendên azad e.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:29:50

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x