John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê!

Demekê bi Serokê Emerîka Donald Trump re xebitî. Heta berî têkçûna pêwendiya wî bi Donald Trump re, yek ji kesayetiyên herî bihêz û giring li Amerîkayê bû.

Şeyhmus Ozzengîn

08.08.2020, Cts | 11:59

John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê!
Nêrîn Belav bike

Ji Rûdawê Dilbixwîn Dara bi Şêwirmendê Berê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton re hevpeyvînek zînde pêkanî. Hin pirsên Dilbixwîn Dara û hin jî bersîv û mesajên John Bolton pir girîng bûn.

Şêwirmendê Berê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton, yek ji kesayetîyên sindoqa tije arşîv û sirên nihênîyên Koşka Spî ye. Ji 1991 an de ev 29 sale kurdan dişopîne û şareza û pîsporê pirsgirêka Doza Kurd û Kurdistanê ye. Giregirekî sîyaseta Amerîka ya rojhilata Navîn e.

Demekê bi Serokê Emerîka Donald Trump re xebitî. Heta berî têkçûna pêwendiya wî bi Donald Trump re, yek ji kesayetiyên herî bihêz û giring li Amerîkayê bû. Dostekî piştgirê lobîya Kurd li Koşka Spî bû. Ji ber van taybetîyan nerîn, rexne û pêşnîyarên John Bolton pir girîngin.

John Bolton, ji bo dema pêşberî me û egera hilbijartinên Emerîka, sîyasetmedarên Kurd hişyar dike û dibêje:

“Bi baweriya min divê hûn xwe ji bo piştî hilbijartina Amerîka amade bikin. Çi Joe Biden bibe yan Trump. Di meha Kanûna duyem de, serokê nû dest bi kar dike. Piştre egera guherînê di siyaseta Amerîkayê de, çi ber bi baş yan xerab, zêdetir dibe. Şêwira xwe bi welatên Ewropayê re berdewam bikin. Li Ewropayê, dostên Kurdan ên pir baş hene. Hewldanên pir û zêde yên siyasî û dîplomatîk bikin da ku hûn bala Amerîka bikişînin ser giringiya wê navçeyê. Ev bi taybetî pir giring e.”

John Bolton di vir de du tiştên pir girîng derdixe pêşberî me:Yekem, divê Kurd xwe ji bona piştî hilbijartinên Emerîka amade bikin. A duyem jî; bi gelemperî giranîya xebatên dîplomatîk û taybet jî girîngîya meşandina têkilîyan bi Yekitîya Ewrûpa (YE) re. Divê Kurd siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-Projeyên wan baş bixwînin; binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji miletê xwe re bibînin. Tenê bi şerê çekdarî ev derî venabe! Dijminên me çav berdane axa me û dixwazin me li cîhanê belawela bikin û bê cîh û war jî bihêlin!

Naveroka vê gotinê jî eve: „Hewldanên pir û zêde yên siyasî û dîplomatîk bikin, da ku hûn bala Amerîka bikişînin ser giringiya wê navçeyê. Ev bi taybetî pir giring e.”

Li ser hebûna „stratejîyek Emerîka di derbarê kurdan de“(!) jî John Bolton tiştên balkêş û eşkere dibêje:

„Bi rastî ez bawer nakim siyaseteke Amerîka ya bibandor di derbarê Kurdan de hebe. Her çiqasî mixabin, ev wisa li me dike em ne cûda bin ji gelek welatên din, bi taybetî ji Ewropayê. Gava tu li dîroka dirêj a nasyonalîzma Kurdî dinerî, hinek caran derfetên wisa jê re peyda bûne ku, egera wê yekê hebû pêngavên mezin ber bi dewletbûnê ve di pey re bên. Hinek caran jî paşvekişîn bi wan pêngavan hatiye kirin. Demeke dirêj e nerîna min ew e ku hilweşandina Iraqê sûdmend e. Divê Amerîka li dewleta Kurdî mikur were qet nebe ji bo Kurdistana ku di çarçoveya Iraqê de ye. Ji bo Kurdên nişteciyên dewletên din ên navçeyê, pirs zehmettir e. Bi baweriya min, ev tişteke ku divê Amerîka bi awayekî stratejî li ber çav bigire. Ji ber ku çêdibe encamên wê pir giring û erênî bin.“

Di virde John Bolton, tilîya xwe datîne ser birînek kurdan a girîng û tîne ziman, ku kurdan pir derfetên mezin bidestxistine. Mixabin ji ber sîyasetek xelet û pirsgirêkên navxweyî „Hinek caran jî paşvekişîn bi wan pêngavan hatiye kirin.“(!) Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, bi radestkirina Kerkûk re ev hat serê kurdan. Kurdan bi şer û fedakarîyek mezin Kerkûk ji destê DAÎŞ rizgar kirin, lê di şevekê de bi hêsanî radestî İraq kirin. Ev ji bona demek dirêj wendakirina derfeta dewletek serbixwe bû.

Li ser helwestgirtina Emerîka a dij „Referandûma Serxwebûna Kurdistanê“ û piştî referandûmê jî John Bolton eşkere dike û sebeba vê helwesta Emerîka bi „parastina statûkoyê“ ve girê dide û eşkere dike ku:

„Bi baweriya min, ev li jêr bandora Wezareta Derve ya Amerîka û wan kesan bû, ku tucarî ne bi encamdana giştpirsiyê (referandûmê) re bûn. Herwiha ne bi dabeşbûna Iraqê re ne. Yan li wê rastiyê mikur nayên ku Iraq parçe parçe bûye. Wê çaxê gengeşeyeke zêde hat kirin li ser ku encamdana giştpirsiyê kerta destê neyarên serxwebûna Kurdan bihêztir dike, lê baweriya min wisa bû ku, Sipaha Pasdaran hewl da rewşê bikar bîne, her tiştekî hevşêwe dikir eger giştpirsî jî nehata encamdan. Giştpirsî sedem bû ji bo encamdana tişta ku dê bêyî giştpirsî jî her bikirana. Qet nebe, wek prensîb, giştpirsî ramaneke baş bû ji bo bawerîanîna gelên cîhanê bi xurtiya hesta Kurdan ji bo serxwebûnê.“

John Bolton li ser pirsa; Amerîka bi awayekî giştî çawa li pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre?“ jî, bersiv balkêş dide:

„Îdareya Amerîka bi giştî û bêguman jî Kongresa Amerîka li ser bingeheke hevdeng, bi rêjeyeke zêde bi Kurdan re hevsoz in. Lê hesteke baş rêkxistî nîne. Ez wisa dibînim. Ez ne di wê baweriyê de me, bi temamî serwextî wan rewşên dijwar bin, ku Kurd diketin wan. Hêj hesteke bihêz li ba hin kesan heye ku hêvîdar in Iraq dabeş nebe, wek min berê got. Bi liberçavgirtina siyaseta Îranê bi taybetî, qet ti rêyeke bibandor nîne, da ku careke din li Iraqê hikûmetek çêbibe hevawayê wê hikûmetê be, ku piştî Cenga Yekem a Cîhanî çêbû û bi hilweşîna Sedam Hisên re bi dawî hat. Bi baweriya min, tiştekî ne realîst e. Bi baweriya min, ev jî ji ber wê yekê ye ku, ew kes giringiya serxwebûna defakto ya Kurdan li bakurê Iraqê, di bêtir ji 25 salên borî de, fêm nakin.“

Di virde derdikeve ber me ku hêzek xurt li Emerîka di nav sîyaseta Koşka Spî û Kongresa Emerîka de heye, ku „yekitîya axa İraq diparêze“(!) û naxwaze ku statûkoya ku, berî 100 salî bê îradeya miletê Kurd hatîye avakirin hilweşe. Ev sîyaset hîn bi bingeh li Emerîka xwedî hêz e. Ev sîyasete ku li henber Tirkîye û İran, İraq û karesatên wan, ku tînin serê kurdan bêdengin, bê helwestin. Ev jî her dibe sebebê ku ev dewlet hîn pirtir bi metodên hovane werin ser kurdan. Kurd di virde divê têkilî û bandorek dîplomatîk û bi rêk û pêk li Emerîka û Ewrûpa bimeşînin ku ev helwest bêt guhertin.

John Bolton, bi gelemperî pêşnîyar û dîtinên xwe zelal dike û tîne ziman ku:

„Bi nerîna min, pir giring e Kurd pêwendiyên xwe bi Wezareta Derve ya Amerîka, Kongres û Pentagonê re biparêzin. Ji ber çend sedeman piştgiriyeke zêdetir a Kurdan li van cihan heye. Yek ji sedeman şerê hevbeş li dijî DAÎŞê ye. Ez bawer nakim di 100 rojên bê de ti metirsiyek li ser Kurdan hebe. Ez bawer nakim berî hilbijartinê, Amerîka ti guherîneke mezin bike. Di vê xalê de Trump naxwaze ti karekî bike, ku di roja hilbijartinê de pirsgirêkan jê re çêbike.“

John Bolton li ser pirsek „rewşa Kurdên Sûrîye“ jî eşkere dike ku:

„Bi nerîna min baştirîn çareserî ew e wek sala 2018an hêzên hevpeymanan vegerin nav sêgoşeya bakurê rojhilatê Sûriyê û rojhilatê Firatê. Hêza ezmanî ya Rûsyayê ji wê navçeyê bê derxistin. Hêzên leşkerî yên Rûsya û Îranê ji wê navçeyê bên derxistin. Hêzên Esed jî ji wê navçeyê bên derxistin. Her hewldanek bi wê arasteyê bê kirin, dibe sedema aramiyeke bêtir û peydabûna derfetên mezintir ji bo pêkanîna danûstandinên bibandor bi Esed re. Niha Kurd di pêgeheke pir lawaz de ne ji bo danûstandinên bi Esed re. Ev nabe alîkar ji bo pêkanîna baştirîn encam. Eger Esed soza sazişê jî bide, ez baweriyê pê nakim. Ez dîsa dibêjim divê Kurd gelek hewldanên dîplomatîk û siyasî bikin. Dibe ku eger Joe Biden wek serokê Amerîka bê hilbijartin bikare rewşa ku di 2018an de li navçeyê hebû, vegerîne.“

John Bolton, li ser rewşa Îran û Sipaha Pasdaran jî, dîyar dike ku:

„Bi baweriya min, yek ji tiştên ku divê em li Îranê hewldanê jê re bikin, hilweşandina rejîmê ye. Yek ji rêyên vî karî jî şikandin û têkbirina Sipaha Pasdaran e. Çêdibe ev bibe sedema rahejandin û zêdetirkirina nearamiya ku li Îranê heye. Piştevaniya cemawerî ya rejîma Îranê nîne. Divê hilweşandina Ayetullahan û vegerandina hikûmetê ji xelkê re beşek ji siyaseta Amerîkayê be.“

08.08.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2038 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:33:33

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x