Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!

Ev bi rewşa kurdan ve girêdayî ye. Li ser avakirina sîstema partîzanî û mezhebî li İraq çi derketibin ber me, li Başûrê Kurdistanê jî ev bi destê Îran bi rêya beşek ji kurdan hat meşandin. Ji 2004 û heta niha, ev 16 sale sîstemek navendî ku hêza xwe ji qanûn û yasayan bigire, li Herêma Kurdistanê derneket holê.

Şeyhmus Ozzengîn

23.07.2020, Per | 14:45

Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!
Nêrîn Belav bike

Wê Hevlêr bibe qurbana Bexda Bexda, an na?

İraq, wek dewletek yasayî û xwedî sîstemek federalî nehat avakirin. Ji dêlva dewletek xwedî sîstemek federalî, sazîyek li ser sîstemek partîzanî û mezhebî hat avakirin. Her partî û mezheb bûn xwedîhêz - çek û bandora xwe meşandin. Nehiştin ku „Peymana Stratejî ya yasayî û federalî“ bêt damezirandin. Emerîka her çiqa hewl da xwe ku vê sîstema federalî li ser esasên „İraqek yekgirtî“ damezirîne jî, Îran bi hêza bandorek mezhebî pêşî lêgirt. Emerîka li İraq têk çû. Emerîka destê xwe ji İraqê şûştî ye. Hêz û binkeyên xwe yên leşkerî tîne û li herêma Kurdistanê bicîh dike. Têkilîyên heyî jî ji neçarî li gel İraq dimeşin û Emerîka her tawîzkar e di van têkilîyan de. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê jî ne dewlete, ew jî di nav vê bêîstîkrarîyê de ye.

Kurd wê bikaribin sûd ji vê derfetê bigirin an na?

Ev bi rewşa kurdan ve girêdayî ye. Li ser avakirina sîstema partîzanî û mezhebî li İraq çi derketibin ber me, li Başûrê Kurdistanê jî ev bi destê Îran bi rêya beşek ji kurdan hat meşandin. Ji 2004 û heta niha, ev 16 sale sîstemek navendî ku hêza xwe ji qanûn û yasayan bigire, li Herêma Kurdistanê derneket holê. Her wek du serî, Hevlêr û Silêmanî li ser esasên du navendan, dijberî hev hatin bikaranîn û pêşî li sîstemek navendî, ku hêza xwe ji qanûn û yasayan bigire girtin. Ji piralî de pêşî li Hevlêr hat girtin û îmkanên di destê kurdan de li henber avakirina herêmek navendî û xwedî bihêz hat bikaranîn.

Ji hêlekê de PKK hin li Rojavayê Kurdistanê û hin li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi her derfeta ku didest de, bi YNK û beşek ji hêzên têkildar re, milmilane dijminatîya Hevlêr kirin. Di êrîş û propagandayên medyayî de ev dijminatî, di bingehek stratejîk de her meşîya û girseyek mezin ji kurdan bûn dijminê Herêma Kurdistanê. Vê rewşê jî her derfet da Tirkîye, Îran û İraq, ku li henber Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev dorpêç her hebe, ku pêşî li kurdperweran bêt girtin û derfetê nebînin gavên hîn mezintir bikaribin bavêjin.

Ji dema referandûmê û heta niha, ev dorpêç, hin ji alîyê Tirkîyê ve, hin ji alîyê Îranê ve û hin ji alîyê İraqê ve bi hemahengîya beşek ji kurdan li ser Herêma Kurdistanê dimeşe.

PKK û YNK di medya xwe ya civakî de, bi derew û dezînformasyonan tên ser Herêma Kurdistanê. Îran û Tirkîyê bi artêş û çekan serwerîya Herêma Kurdistanê tehdît dikin. İraq bi birçîbûnê miletê Kurd û Kurdistanê tehdît dike. YNK, derfeta ku bi qutkirina mûçe û butçeya Kurdistanê derdikeve holê, li henber hikûmeta Kurdistanê bikar tîne û bi hesabên partîzanî, li ser esasên berjewendîyên hizbî, malbatî doza destkevtinan dike. Ev jî serwerîya Başûrê Kurdistanê tehdît dike.

Di van dan û stendinên dawî yên İraq û Emerîka de, İraq daxwaz ji emerîka kir ku; „bi peyvek jî behsa Kurd û Pêşmerge“(!) neyê kirin. Emerîka jî ev daxwaza İraq anî cîh û di „beyannameya hevpar“ ya Emerîka û İraq de behsa Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge nehat kirin. Ev têt wê wateyê ku, İraq ji van alozîyên nav kurdan û dorpêça ser Herêma Kurdistanê hêzê digire û sîyaseta dij kurdan dadixîne qadê. Ev helwesta İraq dide nîşan ku, İraq wê ji her alozîya nav kurdan hêzê bigire û sîyaseta nîjadperest bicîh bike. Ev jî tê wê wateyê ku, ew „Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!“ yekalî li henber kurdan têt bikaranîn.

Pirsgirêkên di navbera Hevlêr û İraq de, yekalî ji helwesta İraq a dij Peymana stratejîk a di navbera İrak û Herêma Kurdistanê de ye. İraq ji 2010 û virde destûr û yasayên hevpar her redkirîye û bi alozên nav kurdan derfetên ku derdikevin holê û van derfetan li henber Kurdistanê bikar anîye.

Roj bi roj İraq li çavê Emerîka bêsûdtir dibe. Lê ji ber sîyaseta nav mala Kurd a têr aloz, Kurd vê derfetê di warek erênî de ji bona berjewendîyên xwe nikarin bikar bînin. Ti nîyeta İraq ku vê peymana stratejîk a di navbera Kurd û ereban de bimeşîne tineye, ji ber ku ev alozîyên nav mala Kurd, destê kurdan her zeîf dike û kurdan dixe bawermendîyek „ku bê İraq nabe“(!)

Lê rastî ewe ku; Kurdan bi dehan salane ev rê ceribandine û ne bi desthilatdarîya Sûneyan re û ne jî bi desthilatdarnîya cûre cûre Şieyan re ev nehatîye pêkanîn. İraqek xurt, her hatîye wateya Kurdistanek zeîf û bê derfet.

Lê kurdan jî her „İraqek xurt“ dane ber xwe!

Ev stratejî, divê vegere stratejîya İraqek zeîf, ku Kurdistanek xurt û bi hêz bike armanc.

Di nav kurdan de destek heye, her dixwaze kurdan bi İraqê ve girêdayî û zeîf bihêle. Ev pêşîya derfetên ku, ji têkilîyên İraq û Emerîka derdikevin ber kurdan jî digire.

Li Emerîka sîyaset dualî dimeşe û Kurd wexta stratejîk tevbigerin, dikarin bi dostên xwe yên Emerîka re pir tiştan serkevtî bimeşînin û bigîhêjin armanca xwe.

Sîyaseta Kurd, divê xwe ji „çareserkirina qeyranên butçe, mûçe û madeya 140“ ya bi İraq re derxîne astek bilind. Ji ber ku ev 10 sale bi van metodan ev pirsgirêk nehatine çareserkirin û ti nîyeta ereban jî tine ku vê çareser bikin.

Pirsgirêkên navbera İraq û Kurdistanê sîyasî ne. Ez bawerim ji bona çareserîyek bingehîn, Emerîka amadeye bi Kurdistan re peymaneke demdirêj ji bo hevkariya serbazî - aborî û sîyasî ya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de bimeşîne. Lê alozîyên nav kurdan pêşî li vê digire. Divê Kurd serê xwe ji pirsgirêkên navxweyî rakin û mezin bifikirin. Alozîyê navxweyî çareser bikin û rê ji pêşeroja xwe re vekin.

23.07.202exda, kürdistan, kürd,

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1944 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:59:25

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x