Êlûn û Referandûm.

Encama îradeya Kurd û Kurdistanê bi pileyek bilind, wek 92.7 bi ERÊ derket holê.

Şeyhmus Ozzengîn

09.09.2022, Cum | 09:51

Êlûn û Referandûm.
Nêrîn Belav bike

Başûrê Kurdistanê, di 25.09.2017an de ji bona eşkerekirina îradeya daxwazên xwe û gavên serxwebûnê, çû referandûmê.

Wek her miletî, mafê miletê Kurd û Kurdistanê jî heye ku bi îrade ya xwe, biryara çarenûsa xwe bide û pêşeroja xwe bi vê biryarê, bi destê xwe ava bike. Bidawî lêanîna zilm û zora li ser miletê Kurd bi îradeya miletê Kurd bidawî dibe. Referandûm, gavek ji van gavan bû.

Çima Kurdan ev biryar da û çûn referandûmê?

Sê pêngavên dîroka İrak û serwerîya wê heye, ku di van hersê pêngavan de tenê, ji Kurd û Kurdistan re zor, zilim û qatliam, koçberi-talan û hêsrên çavan anîye.

Rejîma İraq; heta serdestîya Saddam ê dîktator, bi giftûgo, dek-dolab û êrîşên leşkerî yên ser Kurdistanê û bi redkirina mafê Kurd û Kurdistanê em nasdikin û em vê dîrokê dizanin.

Ev dem, her çiqa bi kurdan re heta salên 1960an nerm hatibe derbaskirin jî, ji ber sedemên navxwe û pirsgirêkên îktîdarê wek hesab hatine bikaranîn. Lê di helwesta siyaseta dewleta İraq de, wek her dewletek ji yên dagirkerên Kurdistanê, xwedî siyasetek yekalî, ûnîtêr, nijadperest; li ser esasên înkar, jenosîd û talan û koçberî hatîye avakirin. Ev herçar dewletên dagirkar, ûnîter û yekalî, li henber doza miletê Kurd bi hemahengê tevdigerin. Li henber Kurd û Kurdistanê, di herçar perçên Kurdistanê de xwedî yek sîyaset û helwestin, hevparin.

Dema diktatorîya Saddam du karesatên mezin hatine serê netewa Kurd û Kurdistanê:

1- Emfal:

Bi dehhezaran malbatên kurdan ji cîh û warên wan hatine derxistin, hattine revandin, binçavkirin û bi girse, sax hatine binaxkirin û qetilkirin. Di vî warî de heta niha îstatîstîkên ku ketine destê rêveberên Kurdistanê, hejmara van komkujîyan li derdorê 180 hezaran e.

Cîh warên kurdan hatine şewitandin, valakirin û ereb li wan cîhan hatine bicîh kirin. Bi demografiya Kurdistanê lîstine û pir deverên ku Kurd in, xistine bin bandora nifûza ereban.

Ev karesat yek bi yek jenosîdîn!

2-Sîstema dîktator a Saddam li henber kurdan çekên giran û kîmyewî bikar anîye. Bajarê Helepçe bû mezelê qurbanîyên çekên kîmyewî li Kurdistanê. Di van êrîşan de bihezaran jin, zarok, kal ciwan tevli ajalên herêmê, hatin qetilkirin, seqet man û yên mayîn jî koçber bûn.

Ev jî karesatek jenosîdî bû.

Hêzên Saddam Kuweyt dagirkirin. Bi dagirkirina Kuweyt re Saddam li Kuweyt şikes û bipaşde vegerîya. Gava duyem dîsa êrîş anî ser Kurdistanê û di 1991 an de bi 100 hezaran Kurd, di bin metirsiyek mezin de koçber bûn. Bi hezaran zarokên Kurd û Kurdistanîyan dîsa ji serma, ji ber birçîbûnê, bêdermanîyê telef bûn.

Di vê demê de bi alîkarîya Madam Danial Mitarand û hikumeta Fransa, pirsgirêka Kurd çû ser maseya Netewên Yekbûyî û herêmek parastinê li gor paralela 36 an ji kurdan re, li başûrê Kurdistanê hat avakirin. Derfeta herêmek defakto derket ber kurdan.

3-Piştî 10 salan hêzên navdewletî bi pêşengîya USA mudahaleyî İraq kirin. Saddam têk çû û destpêka dewletek federal a İraqê destpê kir. Destûr û yasa li gor vê programê hatin amadekirin û Kurd û Kurdistanê li ser kaxizê wek herêmek federe bû şirîkê dewleta İraqê. İraq a Federal, li gor vê destûrê hat birêkûpêk kirin. Hinek herêmên Kurdistanê di bin bandora İraq de man û bi lêpirsînek demokratî wê qedera van herêman bihata tayînkirin li gor made ya 140. Mixabin piştî demek kurt, Nijadperestên İraqê, destûra dewleta federal û yasayên wê binpê kir. Zorî da Kurdistanê, leşkerên xwe xist sînorên Kurdistanê û bi mebesta şer tehdît kir.

Para Kurdistanê a butçeyê qutkir. Dest danî ser mûçeyên karmendên federasyonê û para Kurdistanê a nav artêşa İraq jî kêm kir. Dewleta Federal a İraq xwest bi çeka birçîbûnê, Kurd û Kurdistanê terbîye bike, ku, bi van tehdîdan Kurdistanê bîne rêzê.

Kurdistanê dest danî ser neft û dahatên Kurdistanê. Li henber astengan qewî li ser ling ma û bi destê Kurdan nefta Kurdistanê daxist bazara cîhanê. Vê gavê miletê Kurd û Kurdistanê ji têkçûnê parast.

Kurdistan a federe neçar ma ku li çara serê xwe binêre!

Tam di vê demê de qeyranek darayî li Kurdistanê destpê kir. Bihaya bermîla neftê ji 110 $a, daket heta 25 $a.

Terora DAÎŞ û tehdîd û êrîşên DAÎŞ, Kurdistanê xist bin bandorek xerab.

Wê wextê sererkanê artêşa İraqê û serokwezîr Nûrî El Malikî bû. Nûrî El Malikî, bê ku artêşa İraqê şer bike, biryara vekişandina artêşê da. Artêşa İraqê, bê ku li henber DAÎŞ şer bike û herêmên ku di bin ewlekarîya wan dene wek Şingal, Deşta Neynewa, Kerkûk, Xaneqîn biparêze; terk kir û çekên xwe jî ji DAÎŞ re hişt. Hemû çekên nû û modern ketin destê DAÎŞ.

Çekên ku di destê hêzên Pêşmerge de, hemû çekên sivik û kevin bûn. Dewleta Federal a İraqê, alîkarî neda Kurdistanê.

Hêzên hevpeymanan yên navnetewî, biryar dan ku alîkarî bidin İraqê û Kurdistanê. Lê Kurdistan ne dewlet bû û ev têkilî di ser hukûmeta Bexda re dimeşîyan. Çi çekên ku ji Bexda re hatin, Bexda para Kurdistanê neda û dest danî ser çekan. Hêzên Hevpeymanan yên navnetewî neçar man ku dîrekt têkilî bi Kurdistanê re deynin.

Di bin êrîşan de Dewleta İraqê a Federal, Kurdistanê tenê hişt û kir armanc ku Kurdistan têkhere. Hin erkên xwe yên destûrî û federalî neanî cîh, hin jî, bû sebeb ku Kurdistan raserî têkçûnê were.

Lê Pêşmengên qahreman li ser 1050 km. Ket nav şerekî dijwar. Ev şer 3 salan meşîya. Kurdistanê, bi hezaran cangorî û birîndar da. Di vî şerê li henber DAÎŞ û dorpêça İraqê de Kurdistan serkevtî ji vî şerî derket. Hemû herêmên ku artêşa İraq radestî DAÎŞ kiribû, yek bi yek ji destê DAÎŞ derxist, rizgar kir û destanên dîrokî di qada navnetewî de pêşkêşî cîhanê, pêşkêşî Kurdistanê kir.

Di vê dema hemşirîkatîya bi İraqê re jî Kurd û Kurdistanê tenê ma. Bi hezaran koçber ketin stûyê Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê bi îmkanên xwe, xwe li ser ling hişt.

Tecrûbeyên ku Kurd û Kurdistanê bi dehan salan bi İraqê re meşandîye, tenê mirin, koçberî, qetlîam û karesatên jenosîdî anîbû ji Kurd û Kurdistanê re.. Hat îspatkirin ku ev dewletên mîna İraqê li ser metodên nemirovî, unîter û nîşadperestî hatine avakirin û nabin bingeha jiyanek wekhevî, piralî û hevpar.

Hemû îktîdarên ereban yên sûne û hin jî yên Şîe bi eynî metodan hatin ser Kurd û Kurdistanê.

Kurd gîhan wê qenaetê ku bi ti şîweyî şertên bi İraq re jiyanek hevpar, piralî nemaye û nabe. Biryar dan û teqez kirin ku, di 25.09.2017an de, bi serokatî û serkêşîya kek Mesûd Barzanî, lêpirsînek demokratî pêkbînin.

Divêtîya Kurd û Kurdistanê bi piştgirîya dostên xwe, gelên cîhanê û dewletên Ewrûpa hebû.

Me Kurdên dîyaspora Kurd û Kurdistanê li Ewrupa, bi girseyên dehhezaran, gazî partî, rêxistinên mirovî-civakî, dewlet û gelên Ewrûpa û cîhanê kir. Pêlek Kurdperwerî xurt û zînde qêrîya li kolanên dîyaspora.

Me eşkere got, piştgirîya netewa Kurd û Kurdistanê, erkekî mirovî, demokratî û civakî ye. Piştgirê vê gava Kurd û Kurdistanê a serxwebûnê bin, ku miletê Kurd û Kurdistanê raserî jenosîdên nû neyê.

Kurd jî wek her gelê cîhanê mafê wan heye ku li ser axa xwe, bi rûmet û di mercekî mirovî, demokratî de bijîn.

Encama îradeya Kurd û Kurdistanê bi pileyek bilind, wek 92.7 bi ERÊ derket holê.

Piştî bêdengîyek li dor dehrojan, Îran û Tirkîyê zixt li İraqê jî kirin û beşek ji kurdan jî girtin cem xwe û dest bi tehdîdan kirin. Dorpêçek mezin anîn ser Kurdistanê. Derîyên xwe û ezmanên xwe ji Kurdistanê re girtin. Hêza duyem a herêma Kurdistanê YNK jî bi hemahengî bi İraq re ket têkilîyê û kir ku ji Xaneqîn, Kerkûk, deşta Neynewa heta Şingalê radestî artêşa İraqê û Haşdî Şabî bibe.

Sîyasetên herêma Kurdistanê û beşek mezin ji aktorên sîyaseta Kurd hurmet ji îradeya miletê Kurd re negirtin û ev îradeya bilind binpê kirin. Bandora referandûma başûrê Kurdistanê derxistin giftûgoyê û ji hêla netewî de kurdên xwedîyê wê îradê şikestin xwar. Ew pêla niştimanperwerî, ku li herçar beşên Kurdistanê û dîyaspora derketibû holê, diljikestî ma.

Lê malxerabîya herî mezin ew bû ku, hesab ji wan kes û sîyasetên xîyanetkar, ku bi dijmin re tevdegerîyan nehat pirsîn. Sebeba wendakirina destkevtinên Kurd û Kurdistanê jî çûna „referandûm“ê dan nîşan! Ewên ku ji ber pêla bandora referandûmê dijîtîya xwe eşkere nedikirin, derketîn û bidengekî pîs gotin „ne wextê referandûmê bû“(!)

Di 17.10.2017 an de îradeya miletê Kurd, bi destê beşek ji kurdan hat binpê kirin. Beşê mayî jî xwedî li vê îradeyê derneket û ew coşa referandûmê derb xwar. Ew herêmên ku bi xwîna dehhezaran cangorî û xwebexşên Kurdistanê rizgar bibûn, bi helwestek xîyanetkar û bi hêsanî radestî dijmin bû.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1685 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:02

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x