Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê!

Heta destpêka 1800 Mîrên Kurdistanê otonom in.

Şeyhmus Ozzengîn

13.04.2024, Cts | 09:57

Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Ji destpêka 1805an û virde, Osmanî berê xwe didin eşiret, beg û mîrîtîyên kurdan. Hêzek leşkerî a mezin dikişîne Kurdistanê û ji bona hêza kurdan yên çekdar, aborî û îdarî zeîf bike û ji holê rake; dest bi zilmê dike, zorîyê dide Mîr û eşîrên kurdan, ku    sebra wan biqede û yeko yeko serî hildin, ku bingeha komkujî û surgûnan çêbibe. Ji ber ku Osmanî, nîfaqên di navbera mîrîtî û eşîrên kurdan de baş dizanin. Bi kurt û gilover, osmanli li ser Kurdistanê dest bi avakirina bingehek milîtarî-îdarî dikin. Ev îdara milîtarî li Kurdistanê bi serkêşîya Hafiz Paşayê osmanî dimeşe.

Di salên 1820an de navenda tevgera hereketa Kurd a azadîxwaz, di nav mîrên Baban yên Rewandûzê de bû. Serkêşê Mîrîtîya Herêma Rewandûzê, Memed Paşa bû. Sînorên hikumdarîya mîrê Rewandûzî, ji Rewandûzê heta Eşîrên kurdan yên sînorê Ezerbeycanê berfireh bû.

Di 1829-1830 an de yekem li henber zordarîya Osmanlîyan, li herêma Rewandûzê serhildanê destpê dike. Împaratorîya osmanîyan; hêzên di destê walîyê Sêwasê  Reşid Paşa û hêzên walîyê Bexdayê  Elî Riza Paşa û Walîyê Mûsilê Mehmed Paşa de hene, dike yek û dişîne ser Mîrên Rewandûzê. Li gor dîroknasan ev digihêje 40 hezar leşkerî.

Di navbera hejmara Kurdan û artêşa Osmanîyan de ferqek pir mezin heye, lê Mîrên Rewandûzê bi berxwedanek mezin li ber xwe didin. Artêşa Osmanî mecbûr dikin ku bipaş de vegere. Hêzên kurdan di herêmek berfireh de şerekî mezin organîze dikin. Wê demê Helmut Fon şahidîyê ji şervanîya kurdan re dike û dibêje; “ji bona ku hêzên osmanî di şer de sikurekê bidest bixin, mecbûr dibûn ku 30-40 rojî şerbikin.”  Mîrên Rewandûzê ji eşîrên Rohilatê Kurdistanê jî piştgirîyek mezin digire. Artêşa Osmanîyan vedikişe. Birçî bûn û nexweşî di nav artêşa osmanîyan de destpê dike.

Osmanî dest bi lîstikan dikin. Bi rîya dan û stendinan Memed Paşa qanih dikin ku were stenbolê û Mohra xwe bigire. Bi şiklekî Mehmed Paşa qanih dikin û wî dikişînin Stenbolê, asalet û dîyarîyan didin Mehmed Paşa û di ser Trapezûnda re, bi refaqatê, bi paş de dişînin. Li herêma Trapezûnda kemîn li pêşîya Mîrê Rewandûzê Mehmed Paşa tê danîn û wî qetil dikin. Di sala 1830 de tevgera Mîrên Rewandûzê dişkê.

Heta 1840 zilma artêşa Osmanîyan li Kurdistanê duqat zêde dibe. Navenda berxwedanê ji Rewandûzê derbasî Herêma Mîr Bedirxan Begê Botan dibe. Mîr Bedirxan beg, hêzek mezin berhev dike û heta jê tê îtîfaqên xwe bi eşîrên Kurdan, Ermenîyan û Nastûrîyan re xurt dike.

*Kabîneyek xwe a hikûmetê ava dike.

*Li ser navê xwe pera derdixe û li herêmê qanûn û sîstemek îdarî datîne.

*Kabîneyek wezareta aborî, çandinîyê û artêşê ava dike. Yekî Ermenî dike berpirsîyarê aborîyê.

*Kargehek çekan ava dike û çekên xwe çêdike.

*Ji bona berhemên leşkerî û bikaranîna teknîka keştîyan li ser Gola Wanê, pîlan dike ku xwendevanan bişîne Ewrûpa.

Piştî demekê, sîstem, aşitî û ewlekarîya ku li herêmê têt avakirin, dibe sebebê ku bidehhezan însan derbasî herêma Emir Bedirxan Beg bibin.

Di vê demê de sê malbat li ser beşek mezin ji Kurdistanê xwedî hêz û bandorin. Yek ji van malbatan li herêma deşta Mûşê, heta Erzurom û Sêrtê ye. Ji eşîrên Kurdistanê federasyonek heye li herêmê û serkêşê wê Mîr Elaadîn e. Ev malbat, xwedî dîrokek 300 salî ye. Malbata din Mîrên Çolemêrgê ne. Hêza din a sêyemîn jî Mîrên Botan, malbata Bedirxanîyan e. Helbet li herêma Dêrsim, Koçgirî û Erzincanê jî hêzên eşîrên kurdan wek otonom xwedî bingeh hene.

Wahşeta artêşa Osmanîyan ne tenê li herêmên ku serhildan lê hene, li seranserê Kurdistanê destpê dike. 35 sal, bi zilim surgûn û zordarîyê, herêm dibin neçarîyê de dijî.

Armanca Osmanîyan perçekirina dînamîkên kurdan yên dewletbûnê ne. Ji ber vê armancê, yek bi yek serokeşîr û mîrîtîyên Kurdistanê tasfîye dike, ku bingeha serkêşîya miletê Kurd nemîne.

Emir Bedirxan Beg xwedîyê mîrata Mîrên Botan e, ku ji sedsala 700 û 800 an de hikimdarîya xwe meşandine.

Her çiqa di navbera Mîrê Çolemêrgê û Mîrê Botan de nakokî hebin jî, di navbera Mîr Eleedîn û Mîrên Botan de têkilî başin û dostên hevin.

Elîsee Reclûs, di pirtûka xwe a “Nouvelle Geographie Universelle” de tîne ziman ku;

“Li herêmê Kurd pir û bi malbatên mezin re serdest bûn. Piranî jî li derdorê Zapê. Li herêmê wek miletekî dijîn û tevdigerin. Kurd miletekî pir xurt e. Li henber Osmanîyan û Îranîyan azad tevdigerin. Dikarin li henber Osmanîyan û Îranîyan dewletek hur û mustaqîl ava bikin. Ev hêz bi kurdan re heye. Piştî vê sefera min a dawî, bi rastî serhildanên ku kurdan pêk anîn, armanca hemîyan dewletek mustaqîl bû.”(Rûpel 342)

Mixabin ev hêz û dînamîka sedlala 19 an baş nayê honandin û perçe perçe dibe hedef ji osmanîyan re. Nakokîyên di navbera malbat û Mîrên Kurdistanê de pêşî li tevgerek navendî, millî a Kurdistanê digire. Nakokîya di navbera Mîrên Çolemêrgê û Botan de jî, sebebek ji wê ye ku, avakirina tevgerek giştî-navendî zahmet dikir.

Di nav mîrên Botan de hestên miletperwerî xurt bûn. Dîrokek Bedirxanîyan heye, ku wek hanedanî çandek hempa a Kurdewarî, medresên bi destê vê mîrîtîyê dimeşîyan ava bûne. Di nav mîrên Botan de hêla perwerdê pir li pêş bû. Gelek alim û nivîskarên Kurd, berhemên hêja dane û ev berhem, ji mîrîtîya Botan, ji me re dîyarî mane û li seranserê Kurdistanê belav bûne. Ahmedê Xanê, Melayê Cizîrî û bi dehan rewşenbîr di van medresên Botan de perwerde bûne. Eynî perwerde û berhemdan di nav mîrîtîya Rewandûzê û herêma Bedlîsê û Mûşê de jî heye. Bi dehan berhem derketine di wê demê de.

Cara yekem berî 334 sal berê bizrê Kurdperwerîyê di nav vê mîrîtîya Botan û mîrên Rewadûzê de derketîye ber me. Berhema Mem û zîn yek ji van berhemên pîroz e.

Ji her alî de nîfaqên di navbera mîrên kurdan de, serê Mîr Bedirxan diêşîne. Di pîlanên serhildana Mîr Bedirxan de; Ji herêma Botanê, heta Amedê,  Mûşê, Bedlîsê, Wanê û Ûrmîyê ye.

Patrîyarlik a Ermenîyan, bi Osmanîyan re, bi hemû îmkanên xwe li henber serhildana Mîr Bedirxan têkilîyan dimeşîne. Di qada navdewletî de jî têkilîyên xwe li henber serhildanê organîze dike. Lê eşîrên Ermenîyan, yên li Kurdistanê piştgirên serhildanên Kurdistanê bûne.

(Di vî warî de li ser dijminatî û hemahengîya ermenîyên Stenbolê bi osmanîyan re, di pirtûka “Batmutyun Hayots-Dîroka Ermenîyan, setenbol 1871” ku bi destê Avedis Berberyan ve hatîye nivîsandin de berfireh ev dijminatî heye.)

Piştî demek dirêj, bi şerekî dijwar di navbera tevgera Mîr Bedirxan û artêşa osmanîyan de, osmanîyan qenaat pê tînin ku bi şer nikarin vê tevgerê têkbibin; bi hîle û nifakê dest bi perçekirin tifaqa navbera Mîr û eşîrên kurdan dike. Bi pera û bi rutbên bê sînor dest bi dîtina xayînan kir. Di virde osmanî biser dikevin û birazîyê Emir Bedirxan Yezdanşêr eyar dikin.

Osmanîyan, bi şikestina tevgera Emir Bedirxan re, dînamîkên Kurdan ku mane jî da ber talanan û jihev hatin belav kirin. Malbata Bedirxanîyan pêşî birin Stenbolê û ji wir surgûnî girava Girîtê kirin. Beşek din ji Mîr û begên Kurdistanê surgûnî Stenbolê, Silîstrê, Erebistan û giravên bahra Egeyê kirin. Yên ku hatin dardakirin û yên ku hatin kujtin û bi zîncîran di zîndanan de perîşan bûn, mirin, ji yên surgûnê pirtir bûn.

Xîyanet û bêtifaqî sebebê wendakirinê ne.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1658 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:51:44

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x