Gavên ku İraqê davêje; Hewlên şikenandina desthilatdarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe ye. Têkbirina serwerîya Kurdistanê bi xwe ye.
Ev gavên ku Dewleta Federal a İraqê Davêje çi ne?
1-Astengkirina nefta Kurdistanê ye; ku bi destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dakeve bazara navnetewî û destê İraqê, ku bi birçîbûnê miletê Kurd û kurdistanîyan tehdît dike zeîf bike. Dewleta Feral a İraqê nahêle ku ev derfeta serbixwe a miletê Kurd û kurdistanîyan bêt bikaranîn. Ji ber wê jî serî li dadgeha navnetewî xist û pêşî li bi serwerîya xwe firotina nefta Kurdistanê girt. Ji ber ku, dema Herêma Kurdistanê, çavkanîyên xwe bidestê xwe daxîne bazara navnetewî, wê tehdîdên qutkirina Butçe û Mûçeyan, ku bi van Kurdistanê tehdît dike bandora wê bişkê.
2-Xalên sînorî ne. Bi dehan caran Pêşmergên Kurdistanê xwestin ku Xalên xwe yên sînorî ava bikin û sînorên xwe biparêzin. Lê di her hewlê de PKK, êrîş anî ser pêşmergan, bi dehan pêşmerge qetil kirin û raser got; “Pêşmerge têt alîkarîya leşkerên tirkan û bi leşkerên tirkan re li me dixin”(!) Bi vî rengî PKK pêşî li pêşmergan girt ku sînorên xwe biparêzin.
Niha Dewleta Federal a İraqê artêşa xwe, bi navê “pasewanên parastina sînoran” li mentîqa Şelêdizê, Zapê û Zaxo bicîh dike. Heta niha İraqê, zêdetir ji 3000 leşkerî, bi ala İraqê ve li van herêman bicîh kirîye.
PKK, îro daxûyanî da û di daxûyanîya xwe de dibêje; “Divê haya hêzên Îraqî ji şer hebe.”(!) Ew PKK’ya ku bi şer û bi kujtinê hatina bi Ala Kurdistanê a pêşmergên Kurdistanê asteng dikir û li dij bû, bi hişyarîyek erênî, hêzên İraqê pêşewazî dike û eşkere dibêje; Em ne li dijî ne ku hêzên sînorî yên Îraqê parastina sînor bikin.“(!)
Çima dema ku hêzên Pêşmergan werin sînorên Kurdistanê biparêzin, dibin „pasewanên dewleta tirkan“, lê dema hêzên dewleta İraqê tên wan herêman, dibin „pasewanên parastina sînoran“ û dikarin werin? Ev mejî, erêkirina mejîyê dagirkarîyê bi xwe ye.
Ev gavên dewleta İraqê bi PKK re, gavên hemahengîyê ne û li ser asayîşa Herêma Kurdistanê gavên metirsîdar in. Çawa Herêma Kurdistanê rê da ku İraq bi tena serê xwe, bi ala xwe were bibe parêzerê sînorên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştî 30 salî were li deverê bicîh bibe?
3-Butçeya Kurdistanê û mûçeyên karmend û pêşmergên Kurdistanê: İraq, ji 2014an de miletê Kurd û Kurdistanê bi birçîbûnê tehdît dike! Butçeya Kurdistanê nade û ev jî, ev dehsale sebebê qeyranên aborî yên Herêma Kurdistanê ye.
Dewleta Federal a İraqê her ku xurt bû, bi helwestek eşkere ew xurtbûna xwe li henber herêma Kurdistanê bikar anî. Ew têza başûrê Kurdistanê ku digotin “İraqek xurt, tê wateya kurdistanek xurt jî” û helw didan xwe û dibûn alîkar, ku İraqek xurt ava bibe! Îro pir eşkere nerastîya wê têzê derket holê. Rastî ewe ku “İraqeq xurt, Kurdistanek zeîf e.” Divê rêveberên Kurdistanê ji serî de ev rastî bidîtina. Lê mixabin İro, İraq ji her hêlê de desthilatdarîya ku mudaxaleyî Kurdistanê bike, bidest xistîye û gav bi gav vê eşkere jî dimeşîne.
3-Karvedanên Dadgeha Federal a İraqê, armanc û karvedanên vê dadgehê ne ewin ku nakokîyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û İraqê çareser bike û bibe garantorê bikaranîna destûra federal. Tam tersê wê; biryarên dadgeha Federal, destûrê asteng dike, destdirêjî li ser mafê sîyasî, aborî û leşkerî yên herêma Kurdistanê dike, desthilatdarîya Kurdistanê zeîf dike û dibe sebebê alozîyan.
Hin di warê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, hin di warê kotaya pêkhateyên Kurdistanê de û hin di warê mûçeyên karmend û pêşmergên Herêma Kurdistanê de biryarên dadgeha Federal, di asta hilweşandina serwerîya Kurdistanê de ye!
Helbet Îraq û Dadgeha Federal a İraqê, hêzê ji nakokîyên nav mala Kurd digire. Hin dosyeya nefta Kurdistanê, hin dosyeya mûçeyên karmend û pêşmergên Kurdistanê, ku dîrekt “bi destê İraqê bêt belav kirin” û hin jî ji bona dosya mudaxaleya hilbijartinên Herêma Kurdistanê a rakirina kotayê ji bona kêmhateyên Kurdistanê; ji terefê YNKê de hatin amade kirin û serî li dadgeha Federal hat xistin. Dadgehê jî li gor daxwazên YNK, biryar derxistin.
Lê kesekî rojekê ji bona pêkanîna referandûm a ji bona herêmên li gor madeya 140, dosya amade nekir û serî li Dadgeha Federalî nexist! Daxwaza pêkanîna vî madey3i nekir.
Ev 21 sale PDKê û YNKê, Tevgera Goran li Herêma Kurdistanê desthilatdar in. 21 sale ji bona “çareserkirina pirsgirêkên navxweyî” tên cem hev, civînan lidar dixin, lê her carê, ji bona ku li hev nekin, lihev dikin û vedigerin herêmên xwe, yên ku lê desthilatdarin.
Her di avakirina hikûmetan de lihev kirine û şirîkantîyek desthilatdarîyê ava kirine Li Hewlêr. Lê dema YNK û Tevgera Goran vegerîyanê Silêmanîyê, li Silêmanîyê bûne mûhalefete û li dij hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi karvedanên xirab kirine.
Ji roja ku DAÎŞ êrîş anîye ser Kurdistanê û heta niha; beşek li Silêmanîyê daketîye koçe û kolanan û hikûmeta Herêma Kurdistanê, di asta PDK de xwestîye şermezar bike. Êrîş anîne ser baregehên PDKê û şewitandine, gulebaran kirine. Ev ne karesatên ahlaqî ne. Tu li hewlêr şirîkê desthilatdarîyê be, nikare li Silêmanîyê opozisyon be! Yên ku rizqê Herêma Kurdistanê qut dike, Dewleta Federal a İraqê ye, lê wan her Hikûmeta Kurdistanê di asta PDKê de şermezar dikirin.
İraq, hêza xwe ji nakokîyên nav mala Kurd digire. Her ku İraq xurt bibe, wê destdirêjî ser destkevtinên miletê Kurd û Kurdistanê jî wê berfireh bibin. Gav bi gav ev rewş derdikeve ber me.
Di warê gerantorîya destûrê a Emerîka de jî, Emerîka mîsyon û sozên xwe nayne cîh. Ev jî cesaretê dide nîyetxeraban, ku karvedanên xerab ava bikin.
Divêtîya Hêrêma Kurdistanê bi neştergerîyek xurt heye û ev jî dikeve ser milê PDKê û Pêşmergên Kurdistanê. Eger ev gavên neştergerîyê neyên avêtin, wê roj bi roj destê me kin bibe û emê aloz bibin û bibin sebebê wendakirina serwerîya xwe. Divê rêveberên Herêma Kurdistanê di vî warî de demê wenda nekin û dest û milên xwe amade bikin ji bona pêşerojek bê destdirêjî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.