Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?

Miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê, di destpêka sedsala me û seranserê sedsala çûyî de tûşî rejîmên dîktator, komkujî û êrîşên tûndrev bûn, jenosîdan bûn û ev hîn berdewam e. Bê şaxekî darê, ku pê bigirin û bikin hêvîyek ji xwe re a navdewletî ji vî miletî re peyda nebû. Her bi îmkanên xwe hevûdû hinbêz kirin û li henber vê zilma nerewa liber xwe dan.

Şeyhmus Ozzengîn

08.03.2021, Pts | 12:27

Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?
Nêrîn Belav bike

Herêmên xaka Kurdistanê, ku li gor madeya 140 a destûra İraq li benda referandûmê bûn, Şengal, Başîka, Qereqoş, Deşta Neyneva, D.xurmato, Kerkûk û Xaneqîn tûşî êrîşên DAÎŞ bûn. Wê demê serokwezîrê İraqê Nûrî El Malikî bû û fermanderê artêşa İraq bû. Serokwezîrê İraq Nûrî El Malikî fermana „li berxwe nedin, şer nekin û vekişin“ da Artêşa İraq. 87 hezar leşkerên artêşa İraq, bê ku fişekekê biteqînin, çekên xwe radestî hêza barbar (DAÎŞ) kirin û bipaş de vekişîyan. Di vê bipaşde vekişandinê de karesatên mezin hatin serê Şengal, deşta Neyneva û Mûsil û Qereqoş, Başîka. Bayê jenosîdek mezin li herêmê belav bû. Kurdên Êzdî, Şebek, Kakaî û mesîhî, Keldanî tûşî vê barbarîyê bûn. Bi sedhezaran berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Nêzî 2 milîyon koçber li herêma Kurdistanê bicîh bûn. Van barbarên ku bi navê îslamê çek girtibûn destê xwe, li ser Kurdên Êzdî jenosîdek mezin pêkanîn. Bi 10 hezaran hatin qetilkirin, keç û qîzên me, jinên me hatin revandin. Musil ket destê DAÎŞ û wahşetek ne mirovî li Musil jî pêkhat. Kurdan hin li henber van êrîşan liber xwe da û hin jî ev koça bi sedhezaran hinbêz kir. Bi qasî ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî qeyranek darayî û êrîşên DAÎŞ bû jî, xwedî li wan derket, parast û xwedî kir. Papa Francîz di virde bi hevokekê dibêje;

“Hûn Kurd miletekî pak in, we destê xwe yê bi rahm dirêjî van hemû pêkhateyên ayînî û netewî kiriye, ji bo min jî dua bikin.”

Wek ku em dizanin; Piştî ku Daîş şkest, serokê Herêma Kurdistanê, Papa dawetî Kurdistanê kiribû, ku pêşewazî wî bike û pir tiştan bi çavê xwe bibînin û di deftera Watîkanê de qeyd bike. Ew roj hat û Papa Françîs ev zîyaret, di dema Covîd 19 dan de, ku pir bi rizîko bû jî, pêk anî û Kurdistanê bi hemû reng, ayînî û çandên xwe ve pêşewazî lê kir.

Di merasima pêşewazî ya Papa de hemû konsolxaneyên welatan, karmendên bîyanî, pêkhateyên ayînî, netewî, sîyasî beşdar bûn. Papa Francis, li ser vê pêşewazîyê û pir rengîyê hestên xwe bi van hevokan anî ziman;

“Gelek spas bo vê pêşwaziya mezin, ku we li min kir. Demek dirêj e min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim. Kêfxweşim, ku îro bi daxwaza we hatim Kurdistanê. Gelek pêzanînên min hene di derheqa we û miletê we de. Tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoşê û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe ji bo xrîstiyanan re vekir.”

Mesaja duyem a Papa Françîs jî li ser tehamûl û vîcdanê ayînî û civakî bû. Di vê mesajê de jî dîyar dike ku; „bihevrejîyan û hevdûqebûlkirina di navbera pêkhateyên netewî û ayînî de, nasname û çanda resen a Kurdistanê ye.“

Papa Françîs bê ku çavê xwe ji hêjayîyên ku miletê Kurd hinbêz kirîye re bigire, eşkere dike ku;

“baweriya me ya temam bi azadiya ayînî û firehayîniyê heye. Lêborîn, bihevrejîyan û hevdûqebûlkirina di navbera pêkhateyên netewî û ayînî de, nasname û çanda resen a Kurdistanê ye. Ez bi hemû şêweyek parêzgarî li wê çandê dikim. Ev çand bawermendîya me ye jî”

Papa Françîs sebeba hatina xwe jî bi zimanekî aşitîxwaz û vîcdanekî pak, li Herêma Kurdistanê got:

“Hatim ku li gel we bi hev re, em ji bona mesihiyan û ji bona hemû mirovahiyê dua bikin. Dijmin hat ji bo ku vî welatê resen têk bide. Lê we bi resenîya xwe xizmet kir û pêşwazî li koçber û pêkhateyên din kir û we ew ji qetlîaman parast. Şer rûxandin û wêrankirin e. Lê we bi pakîya xwe, dijminê xwe têk bir û welatên xwe, xaka xwe parast û avedan kir. We kir bingeha xakek aşitîxwaz û aram.

Hatim vê axa mubarek pîroz bikim. Hûn milekî pak in, we destê xwe yê bi rehm ji bona hemû kêmhateyên ayînî û netewî dirêj kir. Hûn miletekî pîroz in. Ji bona min jî dua bikin. Spas ji bona hemû ew resenîya hêja û pîroz, ku li gel we û hemû ayînan û hemû pêkhateyan heye. Li Kurdistanê azadî berqerar e. Dûbare spasiya pêşwaziya germ û mazûvaniya we a hêja dikim.”

Bi kurtayî:

Papa Françîs sembola 1,5 milîyar bawermendên Mesîhîya ye. Serokê Watîkanê ye. Mesajên ku da cîhanê:

1-Miletê Kurd miletekî resen e. Felsefeya miletê Kurd a ayînî û çandî li ser vîcdanekî pak, piralî û rahmê hatîye honandin.

2-Miletê Kurd, bi êrîşên hovane re ev carek din îspat kir, ku ev felsefe û çand li ser axa Kurdistanê zînde ye û dijî. Axa Kurdistanê, axek pîroz e.

3-Aramî û piralî jîyana ku li Herêma Kurdistanê hatîye avakirin, cîhê şanazîyê ye. Miletê Kurd îspat kirîye, ku bi hêsanî dikare xwe bi xwe îdare bike û hemû çand û olan li herêma xwe hinbêz bike û biparêze.

4-Asayîşa ku li Herêma Kurdistanê heye, li seranserê Rohilata Naverast tineye. Papa, wek ku li mala xwe di ewlehîyê de hat pêşewazî kirin. Ev îspata ewlehî û asayîşa Herêma Kurdistanê ye.

08.03.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:47

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x