Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne?

Di 17.10.2017an de YNK bi daxwaza Îran û İraqê, bi hevkarîya PKK re, Ji Kerkûkê bigire, heta Şengalê radestî Haşdî Şabî kir. PKK jî bi alîkarîya Îran û Haşdî Şabî, bi piştgirîya İraqê ket Şingalê. Şingal kirin bingehek dijminatîya herêma Kurdistanê û xefikên xwe li wir vedan. Beşek piçûk ji êzdîyê Şingalê jî di nav vê hemahengîya dij Kurdistanê de cîhê xwe girtin.

Şeyhmus Ozzengîn

04.08.2023, Cum | 12:55

Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne?
Nêrîn Belav bike

Nehsal di ser jenosîda Kurdên Êzdî re derbas bû. Ev nehsale beşek mezin ji êzdîyên Şingalê di kampan de dijîn. Nikarin vegerin ser cîh û warên xwe. Divê em vê rewşê baş şîrove bikin û berpirsîyarên van karesatan jî şermezar bikin.

Bi êrîş û dagirkarîya DAÎŞ re Pêşmergên Kurdistanê bi piştgirîya hêzên hevpeymanan re li henber DAÎŞ ket nav şerekî dijwar. Ji ber ku bi êrîş û dagirkarîya DAÎŞ re artêşa İraqê, şer nekir û ji Kerkûk bigire heta Mûsil û Şingalê valakir û bi hemû çekên xwe herêm radestî DAÎŞê kir. DAÎŞ bi van Îmkanan hov û har êrîşî xaka Kurdistanê kir.

Pêşmergên Kurdistanê, li ser dirêjaya 1050 km. ket nav şerekî dijwar. Di vî şerî de 1100 cangorî û 9700 jî birîndar û seqet da. Lê hemû axa herêma li gor madeya 140, ku ketibû destê DAÎŞ, Şingal jî di nav de, rizgar kir û li van deveran bicîh bû.

Îran û Tirkîyê ji vê rewşa piştî şikestina DAÎŞ nerazî bûn. Zorî dan İraq, ji bona van deverên li gor madeya 140, ku li benda referandûmê ne, carek din bipaşde radestî İraq bibe. Di vî karî de PKK û YNK jî hat bikaranîn. İraq, li gor daxwaza Îran û Tirkîye zorî da hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku van deverên ji DAÎŞ hatine rizgarkirin, carek din radestî artêşa İraqê bike. Serokatîya Kurdistanê, parlementoya Kurdistanê ev daxwaza İraqê redkir.

Di 17.10.2017an de YNK bi daxwaza Îran û İraqê, bi hevkarîya PKK re, Ji Kerkûkê bigire, heta Şengalê radestî Haşdî Şabî kir. PKK jî bi alîkarîya Îran û Haşdî Şabî, bi piştgirîya İraqê ket Şingalê. Şingal kirin bingehek dijminatîya herêma Kurdistanê û xefikên xwe li wir vedan. Beşek piçûk ji êzdîyê Şingalê jî di nav vê hemahengîya dij Kurdistanê de cîhê xwe girtin.

Şingal, bû hedefek ji êrîşên balafirên tirkîyê re jî. Tirkîyê, bi dehan qadroyên PKK li vê herêmê jiholê rakir. Vê rewşê çavê niştecîhên Şingalê, ku di kampan de dimîne tirsand. Eşkere gotin ku “Şingal ji PKK û Haşdî Şabî neyê paqijkirin, em li Şingalê nikarin bicîh bibin!”

Rewş her ku çû aloz bû û li ser rewşa Şingalê nerazîbûnek balkêş derket holê. Xwestin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê wek berpirsîyarê vê rewşê îlan bikin. Êzdîyan ji kurdanbûna wan qutbikin û îzole bikin. Di nav beşek ji êzdîyan de jî êzdîtî derxistin pêş, ku ji miletê xwe bên cûdakirin. PKK û beşek ji kurdên Êzdî ku bi PKK re têkildar, li henber malbata Barzanîyan û hikûmeta herêma Kurdistanê qampanya meşandin.

Hikûmeta başûrê Kurdistanê, bi İraqê re ji bona paqijkirina Şingal ji hêzên çekdar û bicîhkirina Şingalîyan li herêmên wan, peymanek hevbeş îmze kirin. Li gor vê peymanê; wê “Hemû hêzên çekdar ji herêma Şingal û çîyayên wê bên derxistin, hêzên asayîşê yên hevpar li herêmê bên bicîhkirin, ku Şingalî bi rehetî vegerin ser cîh û warên xwe.”

Heta îro ev peyman jî nehat bicîhkirin. Îraq her çiqa Îmze avêtibe bin vê peymanê jî, ji bona çareserkirina pirsgirêkan û bicîhanîna peymanê, durû tevgerîya. Hin, hersal ji hêzên PKK û Haşdî Şabî re butçe û mûçe şand, hin jî di bin de bahsa peymanê kir ji hêzên hevpeymanan re. Şingal di rewşek xerab de gihîşt vê rojê.

Rewşenbîr, zana, bawermend, niştimanperwer, dîyaspora êzdîyan û hêza ayînî a êzdîyan; divê li henber hewlên ku “êzdîyan ji netewa wan qut bike û tenê di îzolasyonê de bê netew bihêle”, helwestê deynîn. Hemû sazî û federasyonên êzdîyan li henber vê malxerabîyê hişîyar bin. Divê eşkere di nav civata êzdîyan de kurdbûna wan û girêdanên wan, qedera wan a bi Kurdistanê re bêt parastin.

Em pir baş dizanin ku li gor madeya 140, ji %40 xaka Kurdistanê ji dervê îdareya hikûmeta Kurdistanê ye. Li van herêman dewleta İraqê berpirsîyare û berpirsîyarîya xwe jî bi zanistî nayne cîh. Li van herêman guhertina demokrafîya herêman jî di nav de, bingeha her cûre zor û zordarîyê bi hemû hêza xwe dimeşe. Dewleta İraq piştgirê van kirina ye û bi rewşek nîjadperestî, van karan dimeşîne û çavê xwe ji var kiryaran re digire.

Ji 2007 an de bi zanistî û bi sîstemek pîlankirî dibe asteng ku referandûm li van deveran neyê çêkirin. Di vî warî de jî YNK û PKK bi hosteyî bikar tînin li henber Hikumeta Herêma Kurdistanê.

Di salvegera jenosîda kurdên Êzdî de ez eşkere dibêjim; berpirsîyarên rewşa Êzdîya a îro, Îran, Tirkîye û İraq e. YNK û PKK jî ji vê nîyeta dijminane re alîkarin. Qedera kurdên Êzdî qedera Kurdistanê ve girêdayî ye. Parastina bawerîya Êdîtîyê bi dewletek Kurdistanî ve girêdayî ye. Bê dewletî ne tenê wê bibe sebebê wendabûna kurdên Êzdî, wê bibe sebebê wendabûna Kurd û Kurdistanê bi xwe jî.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:09:48

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x