Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im!

25.11.1983 salvegera şehadeta wan hevalan bû. Li ser bîranîna Bahattîn Onen, ez wan xweşmêran, Kurdperweran bibîr tînim.

Şeyhmus Ozzengîn

26.11.2023, Paz | 15:35

Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im!
Nêrîn Belav bike

Birîna kûr a Berîya Mêrdînê, a miletê Kurd yek jê ewe, ew têl û axên mayîn kirî, ku Kurd jihev qutkirine. Bûne xet, binxet û serxet e!

Qamişlo û Nisêbînê, wek bûkên du malbatan, bi şeng û şemla xwe li kêleka hev bûn. Zarokên wan tevlihev, bi hev re dilîstin. Dîkên wan bihev re azan didan, kuçikên wan bi dengê hev re direyan. Bêbavan, ew têlên bi stirî, ew erdê mayînkirî di navbera wan de çandin. Çandinîyek mirinê bû ji bona parastina armancên dagirkaran. Mirin çandin di nav axa me de û roj bi roj ev mirin geş bû, pir bû, pir bû!

Gund û kuçeyên bajarokên Berîya Mêrdînê ji birîndaran, ji seqetan, ji mezelan tije bû. Ax têr bû ji mirinê, lê dijminê miletê Kurd têr nebû.

Ne têlên bistirî, ne erdên mayînkirî û ne jî kozik, kemîn û qereqolên dijminan pêşî lê negirt. Dan û stendina Serxetê û binxetê, hezkirina di navbera serxetîyan û binxetîyan de bidawî nebû. Têlên dijminan xera bûn, mayînên wan dibin erdê de rizîyan, lê hezkirina Binxetê û Serxetê her geş bû. Pêsîrên xwe ji hev re vekiribûn û dibûn star ji hev re.

Piştî kudetaya milîtarî a Tirkîyê, (12. Êlûn 1980) bi hezaran refên Kurdperweran, li wan têlan xistin û di ser wan mayînan re kevizîn û daketin binxetê. Bûn mêvanê ap û pismamên xwe, xal û xwarzîyên xwe, met û xaltîkên xwe, beşên eşîrên xwe. Lê şer û bihevçûn, kujtin û birîndarî li ser wê xetê her berdewam bû. Dijmin ji kujtinê têr nedibû û Kurd jî ji hezkirina Serxetîyan û Binxetîyan têr nedibû.

Sala 1983 an bû, şeva 25ê meha dawî a payîzê bû. Hefteyek mabû ku li çîyayên Kurdistanê zivistan destpê bike. Şevik biewr û xunava baranê hurik, hurik dibarîya. Heft şervanên doza Kurdistanê bi kêf bûn, li Qamîşloka rengîn amadekarîya xwe dikirin, çek û rextên xwe girêdidan, kovar û rojname, belavokên xwe di çentên xwe de bicîh dikirin. Berê wan li Serxetê bû.

Li Serxetê zilm û zora dijmin berdewam bû. Qêrîna girtîyên zîndanan bû. Gund û mezrayên Kurdistanê ji operasyonên jenderman ketibûn qelaqê. Ewrekî reş û tarî ser bajar û bajarokên Kurdistanê girtibû. Hêsrên dayîkan libo libo diherikî ser hinarkê ruyê wan. Di ber xwe de lorik digotin ji delalîyên ber dilê xwe re.

“Menale berxê dayîka xwe menale

Menale delalîkê ber dilê dayîka xwe menale

Menale birîndarê dayîka xwe lawo menale

Çevê dayîka te kor be lawo menale”

Berê me ber bi hêla Tirbespîyê de, me rahiş çek û rextên xwe, çenteyên xwe û em li erebê sûwar bûn. Ew şev şeva me bû. Em wê şevê bûn fêrisên hidûdên herêmê û erdên mayîn kirî.

Şevên payîzê, ku dinya ewr be, reş in û tarî ne, çav çavan nabîne. Ereba me li gundekî nêzîk têlan sekinî. Em ji erebê daketin û me xwe berda malek nas. Ji me re xwarina êvarê amade kiribûn. Em rûniştin, me xwarina xwe xwar, lê sebra me nedihat, rêwî li ser oxira xwe ye, saet berî saetê me dixwest em rabin û di nav erdên mayîn kirî re derbas bibin û li têla bixin, derbasî Serxetê bibin.

Piştî çaya şêrîn a kurdperwerên Binxetê, me xwe amade kir û rêberên me li pêşîyê, em bi dû wan de hêdîka, bi baldarî ji gund derketin û me berê xwe da erdên mayînkirî. Nêzî hidût em sekinîn, rêberê me got;

“emê yekrêz têkevin pêşîya we. Divê hûn di şopa me re bimeşin. Lingên xwe deynin dewsa lingên me û ecele bikin. Nebî hûn lingên xwe bavêjin cîhekî xelet. Wê mayîn biteqin û emê perîşan bibin!”

Em ketin nav erdên mayîn kirî. Rêberan şiverêk ji me re çêdikirin û em bi dû dewsa pêyên wan de nêzî têlan bûn hinek ji me têl derbas kiribûn, hinek hîn di nav têlan de bûn, ji çep û rastê me, berik li me reşandin. Ji alîyê çepê rastê de jî du panzeran şewqên xwe vekirin û avêtin ser me. Berikên xweşkêşan li ezmanê me wek sersotên agir difirîyan. Li ser erdek rast, bikêsek û şil, şerekî dijwar destpê kir. Em ji hev bela bûn. Yeko yeko em hin şer dikin û hin jî berbi çîyê de ecele dikin. Carek ez û panzerê rûbirûyî hev bûn. Min xwe avêt pişk panzerê û min ji xwe re kir star. Heta ku berê panzerê ket hêla sînor. Dîsa min berê xwe da çîyê û meşîyam. Heta ku carek din şewqa panzerê li hêla min vegerîya ez teqnekî dûr ketibûm.

Rêya Nisêbînê derket ber min. Min rê derbas kir û min dît ku inte inta yekî din jî, ber bi min de tê. Ew jî hevalekî min bû. Em bûn du kes. Em derbasî çîyê bûn û me guhê xwe da derdorên xwe, ka kesekî din xelas bûye an na! Qederekî em man, me ti deng nebihîst. Em bi çîyê de, ber bi jor de meşîyan. Heta ku li me bû sibe. Me ji xwe re di cîhekî bilind, ku hemû zinar, newal û sikûrên derdorê kontrol dike de şikevtek dît. Em ketin hindurê şikevtê. Şikevtek piçûk a şivana bû. Divê em li hêvîya şevê bimana. Lê me pir meraq dikir, ka çi hat serê grûbê, gelo hemû hatin kujtin, an vegerîyan Binxetê, yan jî hatin girtin, xelas bûn!

Me pişta xwe da dîwarên şikevtê û em hinek xilmaş bûn. Bi ewte ewta kuçikên şivanan re em şîyar bûn. Me dît ku du kerîyên pez, ku şivan di nav wan de ber bi jor de diçêrin û derbas dibin. Me dengê xwe nekir. Kerî derbasbûn û çûn. Bêdengîyekê destpê kir. Em hinekî din jî razan, ber êvarkî em şîyar bûn. Piştî kêlîyekê, me dît ji sukûra henber me, grûbek sivîl û esker tevlihev qêreqîra wan e û daketin newalê. Wan berqef û zinaran kontrol dikirin. Me fêhmkir ku operasyon gihîştîye heta cem me.

Me şikeft wek sengerê şer ji xwe re hilbijart û em li benda wan man, ku bên ber derîyê şikevtê û me bibînin, emê liwan bireşînin. Êdî mirin çend gav nêzî me bû! Du leşkerên tirkan, qederê sed metrokî nêzî me bûn. Yekî ji wan rahişt kevirekî û avêt berbi me de. Dît ku ti hereket çênebû, berê xwe guhertin. Hindik mabû ku roj here ava û tarî têkeve erdê. Serleşkerê wan li pîzkpîzkê xist, wek ku werin serhev emê herin. Civîyan û bipaş de vegerîyan.

Rêya me berbi Midyadê de bû. Piştî ku me îhtîmal kir ku leşkerê tirkan hînî rêya me bûye. Me biryar da ku em rêya xwe biguherînin. Piştî hinek sohbetê, me qenaat pê anî ku em nêzî sînor bi şev bimeşin û bi roj xwe veşêrin, heta ku em xwe bigihînin Nisêbînê baştir re. Wê operasyon ber bi Midyadê de li cîhê âsê û dûr li me bigerin. Dema em nêzî hidûd û ber bi Nisêbînê de bimeşîn wê baştir be. Hevalê min herêm nasnedikir û xerîbê erdnîgarîya herêmê bû. Her tişt diket ser pişta min.

Hîn peyva me neqedîya bû, dukes li ber derîyê şikevtê silav li me kirin. Du şivanê ku sibê kerîyên wan di ber me re derbasbibûn û kuçikên wan reya bûn. Bê ku wextê derbas bikin gotin;

em ji wî gundê pişt wê sikurê ne. Ew Kela Êzdîya ye. Em kurdên êzdî ne. Ji me netirsin, em ji we ne, em dostê we ne. Hûn ji grûba Bahatîn û Ferman in. Her dû jî xortên me Kurdên Êzdî ne. Bahattin Önen şehîd ketîye û Ferman birîndar ketîye destê leşkerên tirkan. Du cesed ketine destê eskeran, yek ji wan Bahattînê me ye. Yek ji hevalên we jî, gundîyên gundekî ber têlan ew girtîye û radestî eskeran kirîye. Xuyaye ewên ku xelas bûne û esker bi dû wan de hûn in. Esker ketîyan van gundên me û bi lêdanê mala milet xerakir, li we digerin.”

Me rapora xwe ji wan girtibû. Lê yek wunda bû gelo dibe ku ew vegerîya be Binxetê! Ji me re gotin, “niha hûn birçî ne, em herin gund ku em bikaribin, emê bi dizî ji we re xwerinê bînin.” Me dengê xwe nekir.

Rabûn û çûn. Em rabûn û bi ecele me berî xwe da hêla Nisêbînê û bi ecele, di şeva tarî de em meşîyan.

25.11.1983 salvegera şehadeta wan hevalan bû. Li ser bîranîna Bahattîn Onen, ez wan xweşmêran, Kurdperweran bibîr tînim.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:12:58

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x