Rojavayê Kurdistanê û PKK!

Demek dirêje, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, di navbera „Rêveberîya Rojava“ û ENKS de jibona rêveberîyek hevpar, hevdîtin berdewam in.

Şeyhmus Ozzengîn

14.11.2020, Cts | 09:10 [ Güncellenme: 17.08.2023, Per | 09:57 ]

Rojavayê Kurdistanê û PKK!
Nêrîn Belav bike

Ji bona nêzîkbûnen sîyasî û sîyasetek Kurd bi Kurd re li ser avakirina mala Kurd, di hinek

xalan de nêzîkî hev bûne. Tehamûlek dan û stendinê derketîye holê. Mixabin, hîn ev

nêzîkbûn, ne gihîştîye astek hevdîtina xalên bingehîn. Bi dahfek ji dervê kurdan bi

sponsorîya rayedarên Emerîka û Fransa dimeşe. An jî saya wan dimeşe!

Xalên girîng, ku li ser nakokî berdewamin, xalên serete yên avakirina „Rêveberîyek Hevpar“

a ajenhdeyek nû ji bona Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev jî hîn derneketina asta

giftûgoyek parvekirinê.

Yek ji van Xalan; „di rêveberîya vî beşê Kurdistanê de bikaranîna îradeya kurdên Başûrê

Rojavayê Kurdistanê“ bi xwe ye. Ev tê çi manê? Beşek mezin ji Kurdên Başûrê Rojavayê

Kurdistanê li henber wê derdikevin ku; PKK vî beşê Kurdistanê bi rêve dibe:

PKK „nikare bi qadroyên ne ji vî beşî re bireve bibe û PKK di saziyên Çapemenî, Darayî,

Perwerde, Jin, Ciwanan, çavkaniyên bin erd û dîplomasiyê û îstîhbaratê de xebatkarên xwe

bi cî bike!“

Ez baş dizanim ku girseyek mezin „Ji ber hebûna mufetîşên PKKê“ li Başûrê Rojavayê

Kurdistanê, „karmendên herêmî pirr acizin.“

Her çiqa di van rojên borî de çend caran, li ser navê HSDê Mazlûm Evdî, bi şîveyek eşkere

gotibe; „divê Kurdên Sûrî Rojava birêve bibin”(!) û ev wek peyamekê ji PKK re hatibe

fêhmkirin jî, di vî warî de helwestek û zelalîyek eşkere derneketîye ber me.

Li ser vê peyamê, medya PKK li henber van xebatên hevpar helwestek tûnd girt û bi

zimanekî êrîşker eşkere kir ku „emperyalîst û hevkarên wan dixwazin PKK tavfîye bikin“(!) Di

virde hat xwîyakirin ku PKK, wê bi hêsanî, vî beşê Kurdistanê ji kurdên vî beşî re nehêle û

wê rêveberîyê ne de destê wan. Ev jî tê wateya ku ev xal, sîyasetek Kurd bi Kurd re li ser

avakirina mala Kurd dixe tehlûkê. Her çiqa di asta rêveberîyê de 50/50 ji % lihev kiribin jî, di

piratîkê de ku li ser „dûrxistina PKK“ astek îradî dernekeve holê, bicîhkirina vê lihevhatinê di

tehlûkê de ye.

Li ser vî xalê girîng, Mazlum Abdî li dij derketina hebûna PKK daxwazekê tîne ziman, lê

helwesta wî bi xwe di vî warî de hîn ne zelale. Mazlûm Evdî dibêje:

„Her kes dipejirîne ku divê Rojava di nav yekparebûna axa Sûriyê de ji hêla Kurdên Sûriyê

ve were rêve birin. Rêveberî ya wê ji hêla Kurdên Sûrî ve were damezrandin, hemî biryar ji

hêla Kurdên Sûrî ve werin girtin, ev biryare bi zelalî bihên girtin, û pêşxistin û xurtkirina

nasnameya Kurdê Sûrî de em yêk fikrîn”(!) (https://www.al-

monitor.com/pulse/originals/2020/11/syria-mazlum-kobane-sdf-mediate-pkk-us-election-

biden-trump.html)

Lê Mazlûm Evdî hin bi navkirina „kurdên Sûrî“ û hin bi navkirina ku, kî li henber vê daxwazê

ye, eşkere helwestê danayne! Lê eşkere dibêje; “Li bendê nebin ku em aşkere, eşkere

bersiva PKK ê bidîn.“(!) Başe ku hêzên li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê eşkere,

bersîva PKK nedin wê kî bide? Wê kî van xalên girîng bipejirîne? Lê ez baş dizanim, li

Başûrê Rojavayê Kurdistanê daxwaza ku, Başûrê Rojavayê Kurdistanê „ji hêla Kurdên

Sûriyê ve were rêve birin.“(!) daxwazek, ku PKK wê zû bi zû û bihêsanî qebûl neke ye.

Xala din ya girîng jî rewşa hêzên leşkerî û avakirina „hêza parastina ewlekarîya Başûrê

Rojavayê Kurdistanê“ ye. Ji bona vî beşê Kurdistanê, sê hêzên leşkerî hatine damezirandin.

Yek ji van hêzan YPG ye û li gor stratejîya xwe, di nav xwe de hêza jinan jî bi navê YPJ

dihewîne. Ev hêz, bicarekê de, di bin bandora PKK de ye. Hêza din HSD ye. Ev hêz ji pir

pêkhateyên li Başîrê Rojavayê Kurdistanê têt holê. Hêza sêyem jî Pêşmergên Roj in. Li

Başûrê Kurdistanê hatine damezirandin û di şerê li henber DAÎŞ de cîhekî serete girtin û pir

cangorî dan. Mixabin PKK nehişt ku ev hêz, di şerê parastina axa Başûrê Rojavayê

Kurdistanê de jî cîhê xwe bigire. PKK, hebûna vê hêzê „sebeba şerê navxweyî“ îlan kir!

Pêşmergên Roj, di bin bandora ENKS de ne.

Di dan û stendinan de wê ev çawa bêt çareserkirin?

Ev ne dîyare. Bi qasî dişopînim, têt xwestin ku: „Pêşmergên Roj wek pêkhateyek ji yên HSD,

dinav HSD de cîh bigire“(!) Ev, avakirina „hêza parastina ewlekarîya Başûrê Rojavayê

Kurdistanê“ dixe tehlûkê. Ku ev metod, di dan û stendinan de bêt qebûlkirin, wê hêzên

leşkerî ji bin bandora hestên partîzanî rizgar nebin û wê derî ji perçebûnê re veke.

Sibe ku pirsgirêkên sîyasî serî hildan, dikarin Pêşmergên Roj ji HSD veqetin, an jê bên avêtin

û ev jî bibe sebebê nakokîyên şer. Ji bona ku rê nedin van îhtîmalan, a rast ewe ku, ji serî de

li ser artêşek Kurd û Kurdistanê û hevbeş rawestin. Bikaribin vê hêza milî derxin holê.

Mixabin, di vî warî de jî hîn lihevhatin çênebûye û terefek bi wêrektî vê xalê jî nayne ser

maseya lihevhatinê. Hîn ev jî di astek sohbeta nav terefan de ye.

Ez serkevtinê ji xebatên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku, ji bona avakirina „Rêveberîyek

Hevpar“ û „artêşek Kurd û Kurdistanî, ku ji hestên partîzanî dûr“ dimeşin re dixwazim.

13.11.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1779 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:56:30

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x