Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!

Herêma Kurdistanê di asta Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê bi heyetek mezin re beşdarî konferansê bû. Serkirdeyên Kurdistanê li Munchenê, li gel Serokê Komsîyona Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, wezîrên derve yên Fransa, Elmanya, Îtalya, Yewnanîstan, Qeter, Vatîkan di nav de, bi serkirdeyên 36 welatan re têkilî danîn û hevdîtin lidar xistin. Ev di warê hevdîtinan de serkevtinek girîng a dîplomasîya Herêma Kurdistanê ye.

Şeyhmus Ozzengîn

21.02.2022, Pts | 16:14

Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

58mîn Konfernsa Ewlekarî ya Munchenê (MSC) di (18-19ê 02.2022) de, bi amadebûna 35 serok, serkirde, 100 wezîrên derve û berevanî yên welatên cîhanê û bi sedan berpirs û pisporên ewlekariyê yên welatan destpê kir.

Vexwendin û beşdarbûna serkirdeyên Herêma Kurdistanê, di astek fermî de, ji bona konferansên bi vî rengî pir girîng e. Sazîya Netewên Yekbûyî, her çiqa navê wê, bi asta beşdarbûna miletan têt binav kirin jî; heta niha miletên bê dewlet ew derfet nedîne ku beşdarî civînên NY. Bibin û miletê xwe temsîl bikin. Ev neheqîyek mezin e û binpêkirina mafê miletên bê dewlet e. Divê Kurd hewlê bidin xwe ku vê prensîba NY hilweşînin û di temsîla miletê Kurd de, di NY de xwe temsîl bikin.

Di vî warî de serkirdeyên Konferansa Munchenê, ev prensîb rakirin û Kurd vexwendin vê civîna navdewletî. Di vî warî de daxûyanîya Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê (MSC) Wolfgang Ischinger pir girîng e ji bo temsîlîya kurdan di van civînên navnetewî de. Gavek erênî ye û Kurd divê di vê astê de zorê bidin derîyê NY jî. Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê (MSC) Wolfgang Ischinger, di daxûya xwe de dîyar kir ku:

“Ez di wê baweriyê de me ku mirov dikare bibêje ku aliyê baş ê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ev be ku, em ne tenê serokên welatan û hikûmetan li gorî protokolan vedixwînin, lê yên herêman jî, ji ber ku di warê siyaseta cîhanî û herêmî û herwiha siyaseta krîzê de girîng in. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku di van çend salên dawî de biryara vexwandina serkirdayetiya Kurdistanê Barzanî biryareke rast bû.”

Birêz Serokê Konferansa Munchenê (MSC), Wolfgang Ischinger, destên xwe datîne ser birînek kûr a herêmên ku nebûne xwedî dewlet û eşkere dike ku, „tenê serokên welatan û hikûmetan li gorî protokolan“ vexwendina civîn û konferansên navnetewî ne helwestek raste. Dibêje, Divê em „yên herêman jî“ vexwînin van civînan. Payebilindîya Konferansa Munchenê jî bi beşdarbûna serkirdeyên Herêma Kurdistanê re jî giran dinirxîne.

Herêma Kurdistanê di asta Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê bi heyetek mezin re beşdarî konferansê bû. Serkirdeyên Kurdistanê li Munchenê, li gel Serokê Komsîyona Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, wezîrên derve yên Fransa, Elmanya, Îtalya, Yewnanîstan, Qeter, Vatîkan di nav de, bi serkirdeyên 36 welatan re têkilî danîn û hevdîtin lidar xistin. Ev di warê hevdîtinan de serkevtinek girîng a dîplomasîya Herêma Kurdistanê ye.

Herêma Kurdistanê di vê konferansê de, bala pir welatan kişand û pirsgirêkên xwe, pirsgirêkên herêmê bi serkirdeyên van dewletên vexwendî re anî giftûgoyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derheqa girîngîya beşdarbûna vê konferansê de ji tora Rûdavê re eşkere kir ku:

„Ev cure konferans ji bo ku beşdaran ji pêşhatên li herêmê bi giştî û bi taybetî yên Iraqê agahdar bibin, girîng e. Ji ber ku tiştên li Iraq û Sûriyê diqewimin bandorê li ser asayîşa giştî ya herêmê û cîhanê jî dike. Ji ber wê jî, weke Herêma Kurdistanê derfetek ji bo me bû, ku em bi rayedarên welatên cîhanê re di nav organîzasyonên bi vî rengî de, bicivin û nêrîn û ramanên xwe ragihînin û helbet nêrînên wan werbigirin. Ji aliyeke din ve dibe ku di demeke kin de bêyî ku pêwîstî bi prensîbên protokolî hebe, derfet çêdibin ku bi gelek berpirsan re hevdîtin û nêrînên Herêma Kurdistanê bên eşkerekirin.“

Ev konferans di demek pir girîng de pêk hat. Beşdarbûna serkirdeyên Kurdistanê a vê konferansê, ji vê hêlê de jî derfetên pir girîng bi xwe re anî. Hin, piştî hilbijartinan hewlên damezirandina hikûmetek nû a İraqê, hin hewlên Dadgeha Federal a İraqê, ku destdirêjî ser Neft û gaza Kurdistanê kir, hin astengên li pêşîya bicîhbûna destûra İraqê, madeyê 140 û pir hêlên din pir girîng bû. İraq, di her derfetê de hewlên destdirêjîya ser serwerîya Herêma Kurdistanê, destdirêjîya risqê Kurdan, bêçekkirina pêşmergan ji xwe re dike kar û dixwaze bi van karan pêşî li Kurdistanê bigire û destûpa hevpar, yekalî binpê bike.

Di van civînên navnetewî de Kurd divê her van derfetan ji welatê xwe û ji bona miletê xwe bikar bînin. Pirsgirêkên xwe bigihînin asta navnetewî û navdewletî û hewl bidin xwe ku di civînên NY de jî xwe temsîl bikin.

Bi raya min ji pir hêlan de îro, ku Kurd li Herêma Kurdistanê yekrêzîyek netewî bikaribin ava bikin û berjewendîyên hizbî bipaşde bikişînin û li ser berjewendî yên netewî hûr bibin; wê ev yek derfetê bide me, ku em bikaribin di asta navdewletî de bi gotûbêjan pirsgirêkên xwe çareser bikin. Derfetên zêrîn bidest bixin.

Divê Kurd ne ji bona berjewendîyên hizbî, ji bona çarenûsa xwe yekrêz û yekbiryar bin.

20.02.2022

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1817 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:18

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x