S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“!

Şandek PDK-Bakûr di zîndanê de serdana Salahattin Demirtaş kir!

Şeyhmus Ozzengîn

19.04.2021, Pts | 12:13

S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“!
Nêrîn Belav bike

Ev demek dirêje, li ser rewşa HDP û têkilîyên Îmralı bi Qandîl re û çawaya mîsyona „sîyaseta tirkîyebûnê“ nûçe derdikevin. (Wê HDP bêt girtin û bi destê Îmralî, partîyek nû bêt avakirin, an wê rêyek din a nû bêt dîtin!); Twîterên Salahattin Demirtaş mijarê derdixe ber gutûgoyê.

-Gelo wê HDP ji terefê îmralî de bêt girtin û partîyek nû ava bibe?

-HDP çiqa bi Îralî re ye û çiqa bi Qondîl re?

-Gelo raste, di navbera İmralî û Qendîl de nakokî hene?

-Gelo raste, wê Îmralî û Dewleta tirk bi hev re HDP bidin girtin, ji bona partîyek nû ava bikin û xwe „nû“ bikin, Wê çi stratejîyê bimeşînin?

Di vir de em dikarin li ser twîtterên salahatîn Demirtaş û serdana şanda PDK-Bakûr rawestin! Di vê serdanê de mesaja girîng ku dide çî ye?

Çima S. Demirtaş dixwaze ku hemû hêzên milî yên kurdan beşdarî konsepta tirkîyebûnê bibin?

Wek ku em dizanin, Salahattin Demirtaş û mîsyona ku dane wî, „tirkîyebûna sîyaseta Kurd“ e. Di vê mîsyonê de jî, HDP û Salahattin Demirtaş, rolekî girîng lîstin û dilîzin. Tevgera Kurd a sivîl radestî dejenerasyon, asîmilasyonê û entegrasyonê kirin. Ji xeynî kurdan; bi rêka HDP, herkesî û her hêzê ev dînamîzma Kurdan a sivîl ji xwe û armancên xwe re bikar anîn.

Ji ber têkilîyên Îmralı û îktîdara tirkîyê,

Ji ber têkilîyên PKK bi Îran û Sûrîyê re,

Ji ber nakokîyên di navbera van herdû têkilîyan de bandorek li ser HDP çêbû. Dewleta tirk, li beşek ji van têkilîyan hat xezebê. Mafê wekîltîyê ji wan hat stendin. Hatin girtin û ketin zîndanan. Beşek ji wan li Ewrûpa bûn penaber. Xeta „tirkîye bûnê“ ku bi HDP re li ser stratejîya dewleta tirk, ku Asîmîlasyon, dejenerasyon û Entegre kirina kurdan dimeşe, li gor dilê dewletê nemeşîya. Ji ber ku beşek mezin ji kurdan li dervê vê sîyasetê man û her çiqa tevgera milî ji hêla girseyî de bê piştgir û hêz bû jî, mesajek cûda û hêvî dan miletê Kurd. Vê jî her, serkevtinên dewleta tirkan di nav kurdan de, yên girseyî xist bin tehlûkê.

Mijara divêtîya guhertinên nav vê xetê, an jî „nûkirina“ vê xetê ji vir derket holê.

Di virde rol dane Salahattin Demirtaş:

Di navbera Demirtaş û Îmralî de çi hevdîtin çêbûne, çi lihevhatin pêkhatine, ez nizanim û bi fermî ne dîyarin! Lê a dîyar ewe ku, em baş dizanin stratejîyek ji bona „nûkirina vê xetê, an bihêzkirina vê xetê“ dane Salahatîn Demirtaş. Ez vê ji Twîterên Salahattin demintaş û ji serdana şanda PDK-Bakur a zîndanê dizanim.

Çi mijar di navbera şanda PDK-Bakur û Demirtaş de derbas bû? Çi axivîn û çi mesaj dan hev? Di van pirsan de a girîng mesaja geşkirina „xeta Sêyemîn“ a stratejîya ku danîne ber Salahattin S. Demirtaş e! S. Demirtaş, dixwaze bi vê projeya „xeta Sêyemînxwe îspat bike û mercên azad kirinê bidest bixe.

Ev proje li ser çi dimeşe?

Di hilbijartinên Tirkîyê, yên giştî û serokkomarî de dixwazin hemû hêzên milî yên Kurdistanê, Çepên tirkan, beşek ji elewîyan, tevgera îslamî bigihînin cem hev û wek blokekê têkevin hilbijartinan; ku Demirtaş îspat bike, ji dervê wan tikes nemaye û herkes ketîye bin xizmeta stratejîya tirkîye bûnê. Di hevdîtina bi şanda PDK-Bakûr re ev mijar hatîye guftûgo kirin. Demirtaş ji şandê re daxwaz kirîye, ku di nav vê projê de cîh bigirin. Demirtaş eşkere kirîye; „ku hemû hêzên kurdan di vê projê de cîh bigirin û dengekî cûda di dervê vê projê de nemîne, wê ev helwest bandorek mezin çêbike û emê biserkevin.“(!)

Xuyaye endezyarên girseyî yên dewleta tirkan carek din derketine holê û bi dû projeyên „nû“ dene ku; wê çawa tevgera Kurd a milî jî bikişînin nav van dehf û xefikan, ji bona ku dengên cûda dernekevin û kesek ji dervê stratejîya asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegresyonê a dewleta tir nemîne.

Di virde; rolekî mezin dikeve ser milê rewşenbîr, nivîskar, xwedîhêz û sîyasetmedarên milî yên Kurdistanê. Divê li henber vân dehf û xefikên dewleta tirkan, -ku bi rêka HDP, Îmralî, PKK û mîsyonerên wek S. Demirtaş- hişîyar bin û di nav de cîh negirin. Armancên vê „xeta sêyemîn“ deşîfre bikin. Nehêlin ku dînamîkên têkoşîna rizgarîya Kurdistanê pêşkêşî strnatejîya dewleta tirk bibin.

17.04.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:42

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x