Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in?

Şeyhmus Ozzengîn

26.07.2021, Pts | 19:32

Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in?
Nêrîn Belav bike

1-Sîstema Partî yê:

Sîstema Partî yê, li ser esasên xwexurtkirina xwe ava bûye. Sîstema Pêrtî yê, hêza çekdarî û aborî ava dike. Bi hêza xwe dibe bingeha dewletê. Ji ber ku, li gor partî bibe dewlet, her tiştî dikve xizmeta partîyê. Ev tehluke ye û dikare sîstema dîktatorî jî ava bike. Li pir welatan di vî warî de mînakên dîktatorîyê he ne.

Ev sîstem, bi xwe re pir astengan jî tîne.

Serkêşên partîyê dibin rêveberê dewletê û tehlûka brokrasîyek xerab jî bi xwe re tîne. Berjewendîyên partîyê, berjewendîyên vê brokrasî ya partîyê, pêşî li berjewendî yên milet û niştimanê digire, dibe asteng ji welatekî demokratîk û piralî re.

Di vir de, dema îca ku du, an jî sê partî yên xwedî hêz û hêza leşkerî hebin; qayîş û berberî ya di navbera wan de jî tehlûkên mezin tîne. Her yek bi serê xwe, xwe wek xwedîyê dewletê dibîne û pêşî li avakirina sazîyên civakî digire û dibin asteng ji avakirina sîstema dewletê re. Yanî partî û berjewendîyên partîyê, derdikeve pêşîya berjewendîyên milet û welat. Partî xwe wek milet û welat dibîne.

Bi min sîstema pêşengîya partî bi xwe, sîstemek xerabe û ji bona avakirina dewlet û sazîyên dewletbûnê jî asteng e. Em nikarin bi nîyeta baş, li sîstemek xerab binêrin, ev tersê sosyolojîya civakî ye.

Îro li Başûrê Kurdistanê, sebeba ku hêz, bi hêsanî derbasî avakirina dewletê nabin, ev bi xwe ye. Ev sîstem ne li gor berjewendîyên pêşeroja welêt û milet dimeşe.

Partî xwedî çavkanîyên aborî, xwedî hêza çekdar û xwedî burokrasîyek partîzanî be, berjewendî yên van sazîyan, rê nadin ku hêzên xwe radestî sazîyên dewletê bike.

2-Partî/ÊNî

Di virde dikare, bi serkêşîya partîyê, Ênî jî bêt ava kirin. Tehlûke wê berdewam be û partî wê li gor berjewendîyên xwe, Ênîyê bikar bîne. Grûbên piçûk di nava Ênî yê de, hêla partîyê a burokratîk û berjewendî perest vedişêre! Ev jî dibe sebebê sîstemek dîktatorî.

Di vê formîla honandinê de sîstema partî, lîstikek mezin dilîze, ku bi vê metodê dîktatorî ya xwe bi girseyî bide qebûl kirin û bipejirîne. Hewlên hinek partîya li Kurdistanê, hin di daxwaza avakirina “Kongre ya netewî” de û hin di avakirina sîstema partî-ênî yê de armanc û nîyetek xerab heye. Ji ber ku ticarî xwedî hêz, hêza xwe bê berjewendî bi bê hêz û kêm quwetan re parve nakin. Tenê ji bona berjewendîyên xwe van hêzan bikar tînin. Ji ber wê jî, di avakirina “Kongre a netewî” de, daxwaza yekem a partîyê ewe ku, pir postan bidest bixe, ji bona bandora xwe bicîh bike. Di vê daxwazê de tehlûkeyek mezin heye. Daxwaz, avakirina dîktatorîyek partîzanî ye.

3-Sîstema Ênî yê.

Di vê sîstemê de honandinek piralî, parvekirina hêzê û serkêşîyek pir reng heye. Ênî, hemû hêzan di nav sîstema xwe de dihone û parvekirina hêzê jî bi kongrê têt meşandin. Di vir de demokrasî esas têt girtin û bi helwestek piralî, mafê hemû hêz û grûban têt garantî kirin û têt parastin.

Di asta rizgarîya welat de, ev sîstem bi hêsanî derbasî sîstema dewletê dibe. Ji ber ku hêza leşkerî, aborî û burokrasî, têkilîyên navdewletî, ne li angora berjewendîyê partîzanî, li gor berjewendîyên milet û niştimanê têt honandoin; raser Ênî ji serî de mina dewletek pir bireng têt avakirin û di kongrê de bi şîveyek demokratîk têt pejirandin; dikare pir rehet kongre, erkên xwe bi hilbijartinan radestî parlamentoyê bike. Her hêz, riza xwe bi hilbijartinan û parvekirina erkan tîne.

Ev jî, bi hêsanî sazîyên dewletê tên avakirin û erk derbasî van sazîyan dibe.

Mixabin, li Herêma Kurdistanê, sîstema partî û partîzanî rê neda ku sîstema Ênî yê li Herêma Kurdistanê bi serkevtî bêt avakirin. Her partî, xwe xwedî erkên hêzbûnê dît û her ku sîstema partîyê bihêz bû, berjewendîyên wê bûn esas û ket pêşîya berjewendîyên milet û niştimanê.

Partî û hêz ji dewletê dewlemendtir û xwedî hêztir bin, wê çawa beşdarî sîstema dewletê bibin?

Li Kurdistanê sîstema partî û partîzanî, heta cîhekî rolê pêşengîyê lîstîye. Ev rol, heta astekê erênî bû jî. Lê piştî ku dema avakirina sazîyên dewletê, aborîyek netewî û artêşek netewî derket holê, partîyan hêza xwe radestî sazîyên dewletê nekirin. Ev jî ji avakirina dewletê re astengên mezin anî.

Bi raya min, li Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bona ku sîstema dewletê, bi erk û bi hêz cîhê xwe bigire; divê hemû partî hêzên xwe radestî sîstema parlementoyê bikin.

Aborîya di destê partîyan de bihêz gihîştîye hev û ev aborî jî ya miletê Kurd e. Divê radestî dewletê bikin. Her partî li gor postên xwe yên di parlementoyê de, ji butçe ya dewletê alîkarî bistîn in. Divê ne aborîya sîstema partîzanî, divê aborîyek netewî, niştimanî bêt ava kirin. Heta ku her partî ji dewletê dewlemendtir be, sîstema dewletê bicîh nabe. Xurtbûna sîstema partîzanî, her zeîfbûna sazîyên dewletê bi xwe re tîne. Ev jî astengek pir mezine li pêşîya dewletbûnê.

Di sîstema parlementoyê de, partî, tenê hêzên sîyasî û civakî ne.

Divê hêzên çekdarî ji bin bandora partîyan derkevin û bibin hêzên niştimanî. Artêşa netewî bêt avakirin. Heta ku çek di destê partîyan de be, wê partî ji dewletê bi hêztir bin. Ev jî demokrasîyê, sîstema piralî û edaletê birîn dike.

Heta ku çek di destê xwedîhêzan de be, wê bandora dewletê tine be.

26.07.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2095 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:25:41

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x