Divê Kurd Çi bikin?

Rewşa Sûrîye dizîvire merheleyek nû! Di vê merheleya nû de ji me kurdan re çi heye û garantî çi ye?

Şeyhmus Ozzengîn

15.10.2019, Sal | 06:55

Divê Kurd Çi bikin?
Nêrîn Belav bike

Divê em bi zanistî û li gor metodên sîyasetê pirsgirêkên xwe binirxînin û çareser bikin.

Şer û şervanî tenê pergalek ji têkoşînê ye. Kurd vê pergalê bi fêrisî bikar tînin û di dîraka doza xwe de her bikar anîne jî.

Em di bin ewrên reşîtarî û şirqînên birûskan de ne. Çawayîya parastina mal, milk, can û axa bavûkalan ne hêsan e. Divê em siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-Projeyên wan baş bixwînin; binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji miletê xwe re bibînin. Tenê bi şer ev derî venabe! Dijminên me çav berdane axa me û dixwazin me li cîhanê belwela bikin û bê cîh û war jî bihêlin!

-Dewlet û aktorên cîhanê, li henber vê êrîşa barbarên tirkan çi dikin?

-Çi hesabên wan hene?

-Ji bona kurdan ç didin berçavê xwe û çi nadin?

-Rewşa Sûrîye dizîvire merheleyek nû! Di vê merheleya nû de ji me kurdan re çi heye û garantî çi ye?

-Çima Kurd, tenê mecbûrî lihevhatinên leşkerî dibin û bidestkevtinên sîyasî ji xwe re nakin armancên serete? --Dewlet û aktorên cîhanê rê nadin, an mejîyê partîzanî her astenge li pêşîya destkevtinên netewî û niştimanî?

-Aktorên cîhanê, niha destê rejîma Sûrîye xurt dikin. Merhela duyem civîna Komîsyona Amadekar a Makezagona Sûrîye ye. Di vir de wê kî daxwaz û mafên kurdan bikaribin di makezagona Sûrîyek nû de garantî bike, Kurd an piştgirên kurdan?

-Di virde hazirîya kurdan heye û bixwe bawerin an na?

-Dîplomasîya kurdan di çi halî de ye û Kurd dikarin bi van dostên, ku di vê Komisyona Amadekarîyê de cîh digirin re têkilîyên baş bimeşînin an na?

-Hêzên Hevpeymanan, hêzên xwe ji Sûrîye vedikşînin? Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku xîyanet bi kurdan re kirin an ji bona çareserkirina pirsgirêka Sûrîye divabû vê bikin?

-Çima Emerîka ev biryara bilez da û kir ku PYD/YPG teslîmî Sûrîye bibe û Sûrîye bi rehetî were li ser herêma defakto bicîh bibe. Ev bicarekê de wendakirine, an divê Kurd, xwe biserhevde bînin û raya xwe, hêzên xwe bikin yek; ku bikaribin di nexşerêya Sûrîye de cîhek serbilind û xwedî statu ji xwe re bidestxînin?

-Çima rêveberîya Rojavayê Kurdistan bi bîryarek leşkerî radestî Rejîma Sûrîye bû û li pişt vê biryarê çi heye?

-Di Koşka Spî, Pentagon û Kongra Emerîka de bahozek siyasî heye. Dibe ku sezayên giran bên ser Tirkîye û îhtîmala ku biryara serokkomarê Emerîka Trump a “vekişandina ji Sûrîye” jî bipaşde vebigirin heye.

-Di virde kurd çiqasî li Emerîka, bi Kongrê re, bi Senato re û bi Lobîya Îsraîl re di têkilîyê de ne?

-Emerîka dibe ku bi carekê de ji Sûrîye vebikişe, ev tê wateya ku Emerîka di Rojhilata Navînde têkçû û ji Rojhilata Navîn vedikişe, an tenê ji Sûrîye?

Emerîka û Rûsîya du aktorên mezin yên cîhanê ne. Herdû aktoran li ser nexşa çareserîya Sûrîye lihev kirine. Ev lihevhatin li hesabê Tirkan, Îran û Katar nehatîye. Hewla tirkan yek ji vê sebebê ye. Wê xerameta vê biryarê li ser Tirkîye giran rûnê. Divê Kurd qozên xwe yên dîplomasîyê, li ser esasên pêşîlêgirtina dîplomasîya dijminên xwe, li ser esasên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û liangora berjewendîyên Netewî-Kurdistanî, ku bi kîjan dewletan re berjewendîyên wan ligel hevin bimeşînin..

Eger Kurd giranîyê bidin Komîsyona Çareserîya Pirsgirêka Sûrîye û di virde bi Hêzên Hevpeymanan, bi Emerîka û Rusîya re bikaribin qoza şerê li henber DAÎŞ û hemahengîya demê a bi Hêzên Hevpeymanan re baş bikar bînin; wê piştgiran ji bona mafê xwe garantî bikin di qada dîplomasîyê de. Dostên kurdan hene û pir bûne. Divê Kurd bikaribin bi hewlên rasterast xwe bigihînin van dostan!

Şerê herî mezin, şerê dîplomasîyê û bidestxistinên sîyasîye û niha ev rê liber kurdan vedibe..

14.10.2019

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:02:50

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x