Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite!

Dema ku em axivtina Serokê Emerîkayê Joe Bîden binirxînin, emê bibînin ku emerîka hazirîya şerekî berfireh dike. Hin hêzên Emerîka û Brîtanyayê yên ku tên herêmê, hin balkişandina ser butçeyek mezin a leşkerî, vê qenaetê xurt dike!

Şeyhmus Ozzengîn

20.10.2023, Cum | 12:45

Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite!
Nêrîn Belav bike

Îro (20.10.2023) Serokê Emerîka Joe Biden li Ofîsa xwe a glover hîtabî gelê Emerîka kir. Serokê Emerîka J. Biden, di axivtina xwe de bal kişand ser hinek mijarên girîng û helwestek tûnd li henber kiryarên li Rohilata Naverast danî.

J. Biden, ji bona butçeya ewlekarîya netewî a Emerîka dîyar ku wê ji kongreyê daxwaza ‘’butçeyek bi lezgîn“ bike! Di axivtina xwe de dîyar kir ku wê bi „dîyarkirina vê butçeyê Emerîka bi hawayekî yekem biçespîne“ ku bi ewlekarîya Îsrailê re têkildare; „ew karekî aqilane ye û heta heta ji bona hemû nesîlan re wê xizmetê bike!“

Ev di wateya ‘’pakêta ewlekarîyê“ de wê hêza leşkerî a Îsraîlê xurt bike. Di axivtina xwe de eşkere kir ku; „Emê bikin ku aktorên din yên dijminane ku li herêmê ne xurtbûna parastina Îsraîlê bibînin û emê pêşîya firehkirina şer bigirin.“

Serokê Emerîka J. Biden, di vê axivtina xwe de li ser Serokkomarê Rusîya Pûtîn û Hamasê jî îşaretek da ku; ‘’Hamas terorîste“ û Pûtîn jî ‘’dîktator“e. Diyar dike ku ev herdû hêz di herêmê de di yek ênîyê de ne û „em iznê nadin ku ev li herêmê biser kevin. Hamas û Pûtin dixwazin cînarên xwe yê demokratîk ji holê rakin.“(!)

J. Biden, li ser bombe kirina nexweşxane ya li Xezzayê jî xemgînîya xwe dîyar kir û got: „Dubare kir ku ev êrîş ji terefê Îsraîlê ve nehatîye kirin.“ û di gotara xwe de got, ‘’Hamas Filistînê temsîl nake.“

Joe Biden, herî dawiyê bi awayekî zelal ji Îranê re jî gotubû, “Hişyar bin.”

“Min wêneyên zarokên serjêkirî dîtin”(!)

“Li gorî min, ji bo Cihûyan piştî Holokostê roja herî xwînrij ev e.”

Îranê jî di daxûyanîyên xwe yên di asta serokkomarîyê de her dîyar kir ku; „îşev wê agirê nexweşxaneya Xezzayê ku bi bombeyên Emerîka-Îsraîlê pêk hatiye, dê sîyonîstan bişewitîne.“(!)

Dema ku em axivtina Serokê Emerîkayê Joe Bîden binirxînin, emê bibînin ku emerîka hazirîya şerekî berfireh dike. Hin hêzên Emerîka û Brîtanyayê yên ku tên herêmê, hin balkişandina ser butçeyek mezin a leşkerî, vê qenaetê xurt dike!

Lê Emerîka divê baş bizanibe, ji bona rawestandin û ewlehîya Îsraîlê û a herêmê, divêt pêşîya Îranê bêt girtin. Eger Îran nekeve bir neştergerîyek xurt û per û baskên îranê neyên şikenandin, ne mumkûne pêşîya Rêxistinên terorê yên Îslamîst bêt girtin.

Di herêmê de bi dehan rêxistinên terorê hatine bihêz kirin û çalak, hemû bi Îranê ve girêdayî ne. DAÎŞ çû Hamas hat. Sibe wê Hizbullaha Libnanê, an jî kualisyonek din a Îslamî derkeve ber me. Em tenê hêzên çekdar yên li Felestîn, Libnan û Sûrîyê ku bi piştgirî û dîrektîfa Îran tevdigerin eşkere bikin, texmînî nêzî 140 hezar çekdarî ne. Ev hêz hemû Îslamîstên fenatîkin û her yek ji wan Hamas, an jî DAÎŞ in. Li Tierkîyê, îran û pir welatên misilman piştgirîyek xurt a van hêzan heye. Bi destpê kirina şerê Hamas û Îsraîlê re pêşandanên ku li Tirkîye, Îran, dewletên misilman û dîyaspora derketin ber me, vê qenaetê diçespîne. Hemû ji yek navendê tên organîze kirin.

Bê ku pêşî li Îranê û Tirkîyê bêt girtin, wê emerîka çawa van hêzên Îslamîst û fenatîk bêbandor bike?

Ji terefê Serokê Emerîkayê de, dema ku Hamas û Pûtîn wek du encamên terorê û dîktatorîyê tên îşaret kirin, gelo çima Emerîka bitirs nêzîkî hêza vê kualîsyona îslamîst ku Îran, Rûsîya, Tirkîye û Sûrîyê serî dikişînin dibe û her yeko yeko dixe hedefê?

Çima ji serî de balê nakişîne çavkanîya terora herêmê?

Êrîşa Enkera, êrîşa Tirkîyê a ser 256 binkeyên çavkanîyên medenî yên Roavayê Kurdistanê, li Humusê êrîşa ser şahîyekê û êrîşa Hamasê a Ser Îsraîlê û hengameya ku li ser bombekirina nexweşxaneya Xezzayê hat kirin, hemû îşaretin ku, li pişt perdê ev êrîş hemû ji terefê Kualîsyona di navbera Îran, Rûsîya, Tirkîye û Sûrîyê de bi yek meramî hatine meşandin.

Ku ev kualîsyon li herêmê derbek mezin nexwe, ne ji Emerîka re, ne ji Îsraîl re û ne jî ji kurdan re ewlekarîyek sererast ne mimkûne. Qedera rohilata Naverastê, qedera Kurdistanê, li herêmê, bi bêbandorkirina Îran, Rûsîya û Tirkîyeyê ve girêdayîye. Aşitîya Herêmê di çarenûsa Kurdistanê û Îsraîlê de ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:15:22

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x