Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin!

Îran, di xaka Rojhilata Naverast de, bi avakirina vê xeta terorê re, gihîştîye astek metirsîdar û li ser herêmê, li ser cîhanê bûye tehdîdek mezin. Divê pêşî li vê pêla mezhebî, şîîst bêt girtin!

Şeyhmus Ozzengîn

08.01.2020, Çar | 19:43

Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin!
Nêrîn Belav bike

Li Rojhilata Naverast Îran xetek terorê avakirî ye. Îran, zirt û gefên xwe bi hebûna hêza vê xeta terorê dixwe û bi vê bawere. Bi jiholêrakirina stratejîst û mîmarê operasyonên derve yên Îran re, derket holê ku piştgirên terora Îran, tenê ev hêzên terorê û hêzên bi van hêzên terorê re têkildar in. Ji dervê van hêzan ti dewletên meşrû, pişrast, pişgirî nedan Îran.

Îran, di xaka Rojhilata Naverast de, bi avakirina vê xeta terorê re, gihîştîye astek metirsîdar û li ser herêmê, li ser cîhanê bûye tehdîdek mezin. Divê pêşî li vê pêla mezhebî, şîîst bêt girtin!

Îran, sîyaseta xwe, li ser esasên terora mezhebî şîe avakirîye. Qelebalixên şîe ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne. Û ev bikaranîn di astek metirsîdar de ye. Di merasima stratejîst û berpirsê operasyonên derveyî Îran de, ev qelebalixa ku deixist holê, dide nîşan ku wê Îran, metodên terorî bikar bîne. Di van metodan de, li henber Emerîka û Îsraîl û hevalbendên wan, hêzên ku wê bên bikaranîn Hizbullaha Libnan, hêzên Haşdî Şeebî, hêzên Îran yên li Sûrîye, HAMAS û hêzên Ebdûlmelik Hûsî ne. Bikaranîna van hêzên terorêst, destpêka pêlek terorê a herêmê ye.

Çend qadên ku ji bona vê pêla terorê re bên neqandin, yek ji wan axa Libnan û a din jî axa İraq e. Bi hewlên şîeyên İraq yên ku bi Îran re têkildarin, wê İraq bikişîne nav alozîyên mezin. Ev alozî jî wê bingehek şerê mezhebî bi xwe re bîne. Wê di vî şerî mezhebî de Emerîka demek bêdeng bimîne, ku carek din rolekî nû li İraq bidest bixe. Ji ber wê jî Emerîka wê beşek mezin ji hêzên xwe, ji İraq bikişîne, lê İraq bicarekê de terk nake.

Teknolojîya şer pir bipêş de ketîye û serê vê teknolojîyê di destê Emerîka de ye. Metodên şerê ser axê, êdî dema xwe guhertîye ser şerê teknolojîk. Ji ber wê jî wek dewlet, îhtîmala şerekî mezin pir zeîfe. Wê bi teknîkî şer bimeşe û zerara vî şerî jî piranî, maddî û teknîkî be. Armanc wê hilweşandina aborîyê be.

Îran xwe, hevalbendên xwe û hemwelatîyên xwe ji bona vî şerî amade dike û îhtîmalek pir mezine ku, di demek nêzîk de Îran, hinek pargalên didest de (hêzên terorê yên bi ser Îran ve) li henber Îsraîl û Emerîka bikar bîne. Ev, ji bona psîkolojîya molayên Îran, bûye karesatek mecbûrî. Emerîka û Îsraîl jî vê rewşê baş dizanin û li hêvîya hewlek Îran a tolhildana stratejîst û berpêrsê xwe yê Operasyonên dervê Îran in. Ev hewla Îran a tolhildanê wê bi xwe re guhertinên mezin bîne ser Îran û Rojhilata Naverast. Wê bibe sebeba guhertina sîyaseta Îngîltere, Fransa û Elmanya a li ser Rojhilata Naverast. Wê guhertina egera sîyaseta ser İraq û pozîsyonê biguhere. Ev guhertin wê di berjewendîyên Kurd û Kurdistan de bin.

Îran seranserê Rojhilata Naverast, bi bandora hêzên terora şîe girtîye destê xwe û heta ku pêşî li Îran neyê girtin û astengên mezin dernekevin ber Îran; îran ji vê pozîsyonê bipaşde gavê navêje. Man û nemana hêza dewleta şîe bi vê ve girêdayîye. Hebûna vê dewleta bi terora şîe ve têkildar jî, li dij berjewendîyên aktorên cîhanê ne. Ya ku Kurdan û van aktoran jî tîne cem hev ev berjewendî ne. Divê di virde Kurd hesabên xwe baş bikin û armanca Kurdan daxwaza dewletbûnê be. Di Rojhilata Naverast de tek garantîya destkevtinên Kurdan û Îhtîmala îlankirina serxwebûna dewletek kurdistanî heye. Ev jî bikaranîna van berjewendî û têkilîyan e.

Du tehdîdên mezin li pêşîya dewletbûna kurdan hene. Yek ji van Tirkîye û a din jî Îran e. Ev herdû dewlet jî niha di rojhilata Naverast de mezin dilîzin û ev mezin lîstina van herdû dijminên Kurd û Kurdistan, wê bibe sebeba guhertina statûkoya ser Kurdistan. Divê bi ti haweyî sîyaseta Kurdistanî li gel van herdû aktorên dijmin yên herêmê têkildar nebin.

Di vî warî de hilbijare sîyasetek netewî, hevpar û yekrêzî ji bona berjewendîyên Kurd û Kurdistan, wê pêşeroja miletê Kurd û Kurdistan ronî bike. Metoda di virde hilbijare, parastin û cîhgirtina cem hevalbendên stratejîk e. Ev jî hêzên kualîsyona hevpeymanan û Emerîka ye. Ev jî divê bi xwestinên zelal û bi metodên peymandarî bên neqandin.

Her şer, her alozî û her qeyranên sîyasî, bi xwe re guhertinan tînin. A girîng ewe ku sîyaseta Kurd û Kurdistanî bi cîhgirtina refên xwe re, vê baş hesab bike û tevbigere. Aqlê stratejîk û dewletbûnê derkeve pêş û serkêşîyê ji sîyaseta Kurd û Kurdistan re bike, pêşeroj wê a Kurd û Kurdistan be.

Garantîya aramîya navçeya Rojhilata navîn, di pêşîlêgirtina Tirkîye û Îran de ye. Di avakirina dewletek Kurdistanî de ye. Ji vê şûn de aramîya Rojhilata Naverast xeyale.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:11:00

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x