Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye!

Jenosîda Ermenîyan, pîlanekî devletîye û stratejîyek li ser avakirina dewleta tirkan hatîye meşandin. Ji bona avakirina dewleta tirk, yekalî, yek olî û yek miletî ev stratejî, ji 1880 an û vir de, di nav beşek ji qadroyên “osmanîyek nû” de derketîye guftûgoyê. Pêşî milet û kêmhateyên ne misilman girtîye bin programê.

Şeyhmus Ozzengîn

03.05.2021, Pts | 17:31

Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye!
Nêrîn Belav bike

Ev program destpêkê di 1893 an û virde, ji Hatay, Adana û Mersîn destpê dike. Heta 1905 an li van herdû bajarên ku di dîrokê de bi navê “Klîkya” têt binav kirin 230.000 ermenî tên qetilkirin.

Gava duyem a vê stratejîyê jî di dema îtîhat û terakî de destpê dike. Pêşî rewşenbîr, zana, dewlemend, oldar û wekîlên Ermenîyan tên komkirin. Ji hêla civakî de dengê wan têt qutkirin. Qirkirina herî mezin di navbera 1913-1914 û 1915 an de pêk tê.

Li gor vê stratejîyê dewlet fermanan dişîne hemû bajarên tirkan, ku Ermenî lê xwedî nifûsin:

Di 1905 an de Dewleta Osmanî îstatîstîkek amade kirîye û ev îstatîstîk di sala 1919 an de bi Fransizî hatîye çapkirin.

Lê komkujîya Ermenîyan ya li Hatay û Edena di sala 1893 an de destpê dike û di vê komkujîyê de nêzî 230.000 Ermenî raserî komkujîyê tên. Îstatîstîkên ku di 1905 an de hatine amadekirin, rastîya ermenîyên Hatay û Edenê vedişêre. Ji ber ku ji 1893 an heta 1905 an ev nufûsa ermenîyan ku li van bajaran dijî, 88 ji % hatine qetil kirin.

Li gor İstatîstîkên dewleta Osmanî nufûsa Ermenîyan li bajarên tirkan:

Edirne (19.773 hezar), Adana (52.650 hezar), Antalya (630 kes), Enqera (51.556 hezar),Heleb (20.142 hezar), Aydin (20.142 hezar), Bolu (2.970 hezar),Bursa (60.119 hezar), Qeyserî (50.174 hezar),Stenbol (82.880 hezar), Çanakale (2.474 hezar), Canik (27.319 hezar),Eskişehîr (8.592 hezar), İzmit (55852 hezar), İçel, 341 kes), karasi (8.653 hezar), Kastamonu (8.959 hezar), kutahya (4.548 hezar), Menteşe (12 kes), Nigde (4.936 hezar), Trabzon (68.899 hezar), Çatalca (842 kes), Zor (232 kes) dijîn.

Li gor van îstatîstîkan, 817.499 Ermenî li bajarên tirkan dijîn. Ji vê nufîsê yek rizgar nebûye. Ev di dosyayên dadgeha wê demê de dîyare û piranîyên zabit, qaymeqam û walîyên van bajaran hatine dadgeh kirin û hinek ji wan cezayên giran xwarine.

Dema ku em li van bajarên tirkan, hemû îstatîstîkên komkujîyê bidin ser hev (230.00+817.499=1.047.499) Ev jî rastîya jenosîda ermenîyan derdixe ber me. Di van reqeman de jî pir eşkereye, ku ermenîyên bakurê Kurdistanê piranîyên wan koçberî Rusîya û axa Surîyê bûne. Îro eger lêkolîn li ser van malbatên Ermenîyan yên li dîyaspora û Ermenîstanê bêt kirin, wê derkeve holê, ku hemû ji Kurdistanê ne. Ev jî tê wê wateyê ku komkujîya Ermenîyan ne lir ser axa Kurdistanê, li nav axa rojavayê Anatolîa bûye. Li wir jî Kurd ne xwedî axin ku Ermenîyan bikujin.

Li gor îstatîstîkên dewleta Osmanî li bajarên Bakurê Kurdistanê: Bitlîs (20.142 hezar), Dîyarbekir (65.850 hezar), Erzurom (134.377 hezar), Harpût (79.971 hezar) Maraş (32.322 hezar), Urfa (16.718 hezar), Wan (67.792 hezar), bi giştî 417.172 Ermenî hebûn.

Ermenîyên Kurdistanê; piranîyên beşa Serhedê derbasî Ermenîstanê bûne û beşek mezin jî li qampa Siwasê hatina komkirin û bi destê dewletê û di rêyan de hatine qetilkirin. Beşê Dîyarbekir (Amed), Maraş, Urfa (Rûha), Mêrdîn û derdorê jî koçî axa Sûrîyê û Libnan bûne.

Îro ku hûn ji Ermenîyên li Rojavayê Kurdistanê, Helebê, Libnan, Fransa bipirsin, hûnê bibînin ku hemû ji van bajarên Kurdistanê ne.

Di van îstatîstîkan de jî eşkereye, ku Komkujîya ermenîyan ne li ser axa kurdan, li ser axa ku tirk lê dijîn pêkhatîye.

Di şerê Rus û Osmanîyan (1916,1917) de Ermenîyan, bi rûsan re tifaq kirîye. Di vê tifaqê de metirsîyek mezin li ser axa serheda Kurdistanê çêbûye û 1.270.000 Kurd ji cîh û warên xwe bûne. Ji Erzurom, Qers, Wan, bitlîs û Mûşê ev koç pêk hatîye. Beşek ji vê koçê berê xwe daye Amedê, Mêrdîn û Ruhayê. Piranîyên wan derbasî binxetê jî bûne. Lê beşek mezin dewletê berê wan daye ber bi tirkan de. Ev beş 90 ji % di rîyan de, ji serma û birçîbûne hatine kujtin. Ev hejmar nêzî 800.000î ye.

Li bakurê Kurdisktanê peyva “mahacir” yek ji vê rastîya dîrokî ye. Wek bi hezaran malbatên Kurdan, malbata min jî yek ji vê rastîya dîrokî a “mahacirîyê) ye.

Rewşenbîr, akademîsyen, dîrokzan, çepgir, îslamîst, nivîskar, rojnamevan, demokrat, lîberal û oldarên tirkan, bi zanistî, bi yek stratejîyê vê rastîya dîrokî vedişêrin.

Kadroyek ji çepgirên tirkan Taner Akçam, bi zanistî, komkujîya ermenîyan, bi tometan û ji rastîya dîrokê dûr, li ser navê “xebatên akademîk” dixe bestkura kurdan. Beşek ji kurdan jî, ku ketine xefika çepên tirkan û ji mejûyê Kurd û kurdistanî dûr, bi çepên tirkan re di eynî helwestê de ne.

03.05.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:43

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x