Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê!

Emerîka piştî vekişînê jî li alternatîfên din negerîya û fatora vê ji kurdan re pir giran bû. Emerîka gefên Îranê û tehlûka Îranê nedît.

Şeyhmus Ozzengîn

27.08.2022, Cts | 14:18

Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê!
Nêrîn Belav bike

Di 21.08.2021 an de min bi sernivîsek „Afganîstan û metodên Emerîka“ nivîsek derxistibû. Min di nivîsê de bal dikişand ser metodên Emerîka û eşkere dikir ku:

„Emerîka li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xeteyên mezin kirîye. Li İraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîka ev xeteyên mezin kir, ku Îran li İraqê bibe desthilatdar. Hiş ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne, ku mecbûrî İraqê bibe. Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka İraq û herêma Kurdistanê, Roavayê Kurdistanê terk bike, Wê İran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bîne serê Kurdan?“ (https://www.nerinaazad1.com/kr/columnists/seyhmus-ozzengin/afganistan-u-metoden-emerika)

Di pêvajoka mudaxaleya welatan de du qonax hene. Qonaxek jê leşkerî ye. Hûn dîrekt mudaxaleyî wî welatî dikin û ji hêla leşkerî de serkevtî dibin. Lê qonaxa duyem avakirin e. Li dewsa sîstema hilweşîyayî divê hûn sistemek ji ya berê baştir ava bikin, ku di hewlên we de serkevtin hebin. Çima Emerîka nebû alîkar, ku ji Afganan re dewletek netewî û niştimanî bêt ava kirin? Afganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe biparasta ji êrîşên Talîban! Li Afganîstanê Emerîka û NATO serkevtî nebûn. Bi mejîyê leşkerî civatên medenî nayên avakirin. Emerîka bi rewşek leşkerî li pirsan dinêre, lê hêla civakî nade berçavan. Di vî warî de xeteyên stratejîk kirin. Eynî tişt li İraqê jî qewimî!

Emerîka di qonaxa yekem de sîstema BAASê û dîktatorîya Sadam Huseyîn hilweşand. Di vê qonaxê de serkevtî bû. Yanî ji hêla leşkerî de Emerîka li İraq mudaxaleyek serkevtî pêkanî. Ji hêla şer de serkevtin bidest xist. Lê di qoxaxa avakirina „İraqek nû de“ ne serkevtî bû. Ji ber xeteyên stratejîk Emerîka İraq, radestî Îranê kir. Pêşî li berfirehkirina Tehranê negirt û hişt ku Tehran li İraq bibe desthilatdar. Ev jî bû sebebê ku ji ber bandora êrîşên terorî li İraq, Emerîka İraq terk bike. Piştî vekişîna Emerîka ji İraq, İran bi bandorek berbiçav İraq îdare kir. Vê jî nehişt ku İraq wek dewlet biser bikeve û destkevtinên kurdan jî bên garantî kirin.

Emerîka piştî vekişînê jî li alternatîfên din negerîya û fatora vê ji kurdan re pir giran bû. Emerîka gefên Îranê û tehlûka Îranê nedît.

Emerîka ne ne tenê ji ber piştgiriya Îranê ji Hamas, Hizbullah û Hûsiyan û beşek ji Şîeyên İraqê re, lê belê destêwerdana wê di têkbirina avakirina hikûmeteke Iraqî ya bi bandor de jî hebû. Berpirsîyarê îro yê rewşa İraqê Emerîka bi xwe ye. Emerî li henber helwesta Bexda ku a li dij Herêma Kurdistanê jî bêng ma.

Li henber referandûma serxwebûna Kurdistanê helwest girt.

Emerîka şaşitî kir.

Dema piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nekir.

Dema Kurdan dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê gelek pirs ji Emerîka nehatin kirin.

Hinekan digotin „ne wextê referandûmê ye û neraste, biryarek şaşe“ Lê kesek ji Emerîka ne dipirsî ku; İraqek nû nehat avakirin û İraq her ku diçe dibe bingeha şerê teyfî û mezhebî. Hûn nikarin kurdan ji vê sîyasetê re bikin qurban! Alozî û ewlehîya Kurdistanê dikeve bin metirsîyê. Emerîka çawa dikare di vî warî de bêdeng bimîne?

Emerîka, çawa îradeya miletekî û biryara qedera miletekî piştguh dike, nabîne û hurmetê jê re nagire?

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1068 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:01:25

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x