Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan

Ev demek dirêje Tirkîye bi piştgirîya Rûsîya, Îran û Sûrîye pîlanek ava kirîye û dixwaze li Başûrê Rojavayê Kurdistan dest bi operasyonek dagirkerî bike. Pîlana ku li ser Rojavayê Firatê pêk anî, niha dixwaze vî pîlanê dagirkerî biberfirehî, li seranserê xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan bimeşîne.

Şeyhmus Ozzengîn

08.10.2019, Sal | 12:29

Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan
Nêrîn Belav bike

Divê em xwe nexapînin; Tirk, Ereb û Farisan, dewletên xwe, li ser bingeha dijminatîya kurdan ava kirine. Hebûna dewletên wan, bi dagirkirina Kurdistan, bi tinekirina kurdan ve girêdayî ye. Ku Kurd nebin xwedîyê stratejîyek şikenandina nîrê dagirkerîya van hersê dewletan û Kurd, li ser axa xwe rehat nebin xwedî hêz û nikaribin serfiraz, azad bijîn. Çanda mirovatîyê bi van dewletên dagirkerên Kurdistan re tineye û ji van dewletan hêvîya helwestek mirovane xapandine.

Ev demek dirêje Tirkîye bi piştgirîya Rûsîya, Îran û Sûrîye pîlanek ava kirîye û dixwaze li Başûrê Rojavayê Kurdistan dest bi operasyonek dagirkerî bike. Pîlana ku li ser Rojavayê Firatê pêk anî, niha dixwaze vî pîlanê dagirkerî biberfirehî, li seranserê xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan bimeşîne.

Bi alîkarî û dagirkirina Tirkîye, li Carablûs û Efrîn çi têt kirin?

Artêşa tirkîye, bihemahengîya wan hêzên Ereban yên tundrew re; dest dirêjî canê kurdan, malên kurdan, namûsa kurdan dikin. Heta niha 350 hezar ereb li herêmê, liser mal û milkê kurdan hatîye bicîh kirin û demografîya herêmê têt guhertin. Niha Tirkîya dixwaze vî pîlanî ji bona seranserê axa Başûrê Rojavayê Kurdistan bikar bîne.

*Armanca vî pîlana Tirkîye, dagirkirina xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan e.

*Bicîhkirina penaberên ereb li ser mal û milkê kurdan e û guhertina demografîya herêmê bixwe ye.

*Di amadekirina nexşa Sûrîye a sîyasî û amadekirina makezagonet nû a Sûrîye de zeîfkirina destê kurdan e, ku Kurd wek statû tiştek bidest nexînin.

Tirkîye, ji bona destpêkirina vê operasyona leşkerî û pêkanîna vî pîlanê dagirkerî; ev demeke, danûstendinên dîplomatîk, navdewletî dimeşîne.

Di meşandina van têkilîyên dîplomatîk de muhatabên Tirkîye; Rûsîya, Sûrîye û Îran piştgirî dan Tirkîye.

Yekitîya Ewrûpa (YA) bi pîlana „derî ji penaberan re vedikim. Wê bi milîyonan penaber werin ber derîyê we“(!) YE tehdît kir û eşkere, ji YE, ji bona vê pîlanê piştgirî xwest.

Serokkomarê Tirkîye di civîna Netewên Yekgirtî (NY) de nexşa Başûrê Rojavayê Kurdistan bilind kir û bi zimanekî vekirî, li navçavê hemû nûnerên cîhanê mêzekir û got: „Ya hûnê piştgirîyê bidin min, ku ez derbasî Rojhilatê Firatê bibim û li ser dirêjîya 450 km û Kuraya 35-40 km bigirim destê xwe. Li vê deverê gund û bajarokan avabikim û 2 milîyon penaberên Sûrîye li van gund û bajaran bicîh bikim, ku fînansman ji we û avakirin ji me. Yan jî ezê derîyê xwe ji penaberan re vekim, bikim ku bi mîlîyonan penaber werin welatên we.“(!)

Bi qasî ku ez dişopînim, YE, hin ji bona berjewendîyên xwe yên aborî-siyasî û hin jî di pirsgirêka penaberan de ev tehdîda Tirkîye qebûl kirîye. Her çiqa hinek sazîyên civakî li dij vê dekevin jî, wê wek dewletên YE bêdeng bimînin.

Muhatabê din yê Tirkîye Emerîka ye. Ji ber ku bi destpêka şerê li henber DAÎŞ re; Emerîka hat herêmê û bicîh bû. Bi kurdan re têkilî danî û Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) avakir. Di şerê li henber DAÎŞ de, wek hevalbendek leşkerî tevgerîya. Ji hêla lojîstîk de piştgirî da van hêza û her ku çû ev têkilî di asta leşkerî de bipêşve çû. Lê ticarî Emerîka bahsa piştgirîyek sîyasî ji kurdan re nekir û kurdan jî li Rojava ev ji Emerîka ev daxwaz nekir!

Gihîşt astek wilo ku Emerîka, dinavbera presa Tirkîye û rewşa YPG/HSD de ma. Tirkîye, têkilîyên xwe bi Rusîya, Îran û Sûrîye re jî çêkir û li henber Emerîka wek qozek bikaranînê xist destê xwe.

Di herêmê de li ser hevalbendîya bi kurdan re, sîyaseta Koşka Spî û Pentagon û kongre, Senoto ya Emerîka perçe perçe û durû helwest nîşan dan. Ev rewşa sîyaseta Koşka Spî û Pentagon li ser asta têkilîyê bi kurdan re; ji dagirkirina Kerkuk û Carablûs-Efrînde, bawerîya Kurdan şikenandîye. Helwestek Xiyanetkar û tenê „ji bona berjewendîyên xwe bikaranîna kurdan“ derxistîye ber me. Beşek ji van sazîyên Emerîka, sîyaseta Koşka Spî rexne kirin û Koşka Spî bi „terkkirina hevalbendên Kurd û xîyaneta bi kurdan re“ tewanbar kir û eşkere kirin ku; „ev helwesta Emerîka wê kurdan bavêje hinbêza Rûsîya, Tirkîye, Sûrîye û Îran“.

Koşka Spî jî di daxuyanîyê xwe de eşkere kir ku; „şerê Sûrîye û hebûna leşkerên Emerîka li bakûrê Sûrîye mesrefek mezin ji Emerîka re tîne û ji netîcên vî şerî jî bifikarin“. Ji ber wê jî eşkere kirin Ku; „Ev demeke Tirkîye amadekarîya xwe dike. Wê Tirkîye di demek nêzîk de li ser bakurê Sûrîyê dest bi operasyonekê bike. Emerîka di vê operasyonê de cîh nagire û piştgirîyek leşkerî jî nade vê pîlana Tirkîye. Wê Emerîka hêzên xwe yên leşkerî ji herêmê bikişîne“(!)

Bi gelemperî ji van daxûyanîyan derdikeve holê ku Tirkîye raya navdewletî bi van têkilîyên dîplomatîk nerm kirîye û vê jî, ji bona berjewendî û armancên xwe yên nemirovane bikar bîne. Hin dewletên ku di bin baskê Yekitîya Netewan (YN) de û hin YE, Rûsîya di derbarê vê pîlana Tirkîyê de îqna bûne. Ji Koşka Spî jî dengên cûre cûre didin nîşan ku, Emerîka jî ji bona pîlanên Tirkîye amade ne.

Sîyasetmedarên Kurd çi dikin?

Ji helwestek netewî û kurdistanî dûr, bi berjewendîyên partîzanî tevdigerin. Bi sîyaseta wekaleta şer li xwe dinêrin û bê stratejîyek Kurdewarî ne. Bi pergalên sîyasetek yekalî, totalîter tevdigerin û di nav xwe de perçe perçe ne. Bi binpêkirina berjewendîyên Kurd û Kurdistan sîyaseta „biratîya gelan“(!) diparêzin. Nizanin ku wê rojekê ev sîyaset jî bibe sebeba jikenandina wan.

Min her nivîsîye û carek din dinivîsim. Eger li Başûrê Rojavayê Kurdistan ênîyek Kurd û kurdistanî ava nebe. Arteşek milî parastina xaka Kurdistan neke stratejî ji xwe re, wê kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan wenda bikin!

Her stratejî li ser esasên berjewendîyên milî ava dibe. Kurd ji vî hestî dûr nikarin xaka xwe ji dagirkeran biparêzin.

08.10.2019

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3927 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:02:13

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x