Kurdistan û Efxanîstan!

„Em neçûne Efxanîstanê, ku li wir netewekî ava bikin“(!)

Şeyhmus Ozzengîn

27.08.2021, Cum | 09:19

Kurdistan û Efxanîstan!
Nêrîn Belav bike

Di 22.08.2021 an de Kek Mesûd Barzanî di derheqa cûdahîya di navbera Başûrê Kurdistanê û Efxanîstanê de daxûyanîyek da. Di vê daxûyanîyê de, kek Mesûd Barzanî dîyar dikir ku; „Cûdahiyeke zêde di navbera Efxanîstan û Kurdistanê de heye“(!)

Werin em bi hev re van cûdahîyan zelal bikin:

Di dîrokê de navê Efxanîstan ji bona Peştûyan hatîye bikaranîn. “…stan“, cîh û war, di wateya welatê Efxanan de hatîye bikar anîn.

Serokkomarê Emerîka Joe Biden dibêje; „em neçûne Efxanîstanê ku li wir netewekî ava bikin“(!) Tam di virde em rewşa civata Efxanîstan deynin ber xwe. Ku armanca Emerîka, NATO, NY û YE, li Efxanîstanê ne dewletek hevpar û niştimanî be, wê çawa „aşitî û demokrasî“yê li ser axa Efxanîstanê ava bikin? Çi karê wan li Efxanîstanê hebû ku 20 sale şer kirin?

Hêjaye ku, em eynî pirsê ji bona Kurdistanê jî bipirsin:

Ku Emerîka nebe piştgirê doza Kurd li Kurdistanê, wê Kurd çawa xwe ji êrîşên Tirkîye, Îran, İraq, Sûrîye û hêzên tundrew biparêze? Ku Emerîka ji bona avakirina nirxên netewî û yekitîyek niştimanî li Kurdistanê ne piştgir be, wê Kurd çawa destkevtinên xwe li henber van dijminan biparêzin? Ku armancên Emerîka û hêzên Hevpeymanan ne ev piştgirî be, çi karê wan li Kurdistanê heye?

Rewşa Civatên li Efxanîstanê:

Li angora datayên wezareta derve ya Emerîka, hejmara rûniştinerên Efxanîstanê 40 milîyon e. Belavbûna hejmara etnîkî ya Efxanistîyanê; grûba herî mezin Peştû ne. 42 ji % ne. Grûba duduyan jî Tacik in. Ew jî 27 ji % ne. Grûbên din Ozbek 9 ji %, Hazar 9 ji %, Eymak 4 ji %, Tirkmen 3 ji % Belûcî 2 ji % ne.

Efxanîstanê, welatekî ku 150 sale di nav şer û gengeşîyan de 10 caran navê wê, 30 carî ala wê hatîye guhertin. Efxanîstanê, ji 20 cûre miletan, 40 zimanên cûda û 75 ji % li gundan dijîn. Efxanîstanê, di navbera mudaxaleyên derve û hundur de mêzêna xwe wenda kirîye. Di dinyayê de naşibe ti welatan. Kesekî ji pêvajoka Efxanîstanê a 150 salî ders jî negirtîye û bi ti welatan re jî nayê qîyas kirin.

Li angora îstatîstîkên 1972, hejmara rûniştinerên Efxanîstan yên bajaran 12.42 ji % bû. Li gor îstatîstîkên 201924.8 e. Tê maneya ku niha Efxan 75.2 ji % li gundan rûdinên û ji teknolojîya demî mahrûm in. Têkilîyên civakî li du esasan hatine dîzay kirin. Îdeolojîya olî, rêxistinî û eşayîrî.

Di warê etnîkî û civakî de, di warê rêxistinî û îdeolojî de raste „Cûdahiyeke zêde di navbera Efxanîstan û Kurdistanê de heye“! Tevgera Talîban û rewşa civata Efxanîstanê hevûdû temam dike. Civatek paşde mayî, helbet wê rêxşistina vê civatê jî li ser rewşa civatê bêt honandin. Ev girêdanên olî, civakî û kulturî berhema wê rêxistin a Talîban bi xwe ye. Talîban, pir bi hêsanî hêla civatê ya olî, civakî û çandî, paşde mayî ji bo xwe bikar tîne û ji bona berjewendîyên îdeolojî-rêxistinî ev civat ji Talîban re nahmeteke mezin e.

Efxanîstanê, dîrokî, wek herêmek tampona rêgirtinê, di navbera Rusan û Îngilîzan de hat bikaranînin. Paşîyê jî bû bingehek berberî ya di navbera Yekitîya Sovyet û Emerîka de. Yanî axa Efxanîstanê, ev demek dirêje ji bona gengeşî û stratejîyên herêmî, navnetewî têt bikar anîn. Sebebek ji şerê navxweyî yê Efxanîstanê jî destdirêjîya aktorên cîhanê ne.

***

Rêveberîya Başûrê Kurdistanê di vî warî de jî naşibe Efxanîstanê. Başûrê Kurdistanê, rê neda ku axa Kurdistanê ji bona berjewendîyên herêmî bêt bikaranîn û bibe bingehek taşeronî. Di vir de jî di navbera Herêma Kurdistanê û Efxanîstanê de cûdahîyên mezin hene.

Li Kurdistanê, qedera miletê Kurd û hikumeta Kurdistanê, doza netewî a mafdar wê tayîn dike. Lê li Efxanîstanê hêla îdeolojî-olî û Eşayîrî pêşeroja Efxanîyan tayîn kir û dike. Li Efxanîstanê, Mahmûd Tarzî ku bavê fikrên milî yê Efxanîstanê ye; ji ber îdeolojî ya îslamî û şerê eşayîrî yê navxwe, hatîye jibîr kirin. Lê li Kurdistanê Rêbaza Nemir Barzanî û doza milî a miletê Kurd li ser linge û zînde ye, roj bi roj geştir dibe.

Di warê rêxisitî û leşkerî de jî Kurdistan û Efxanîstan ji hev dûr û xwedî cûdahîyên mezin in.

Talîban, tevgerek Leşkerî a Îslamî ye. Şervanên Talîbanê, xwe wek „şervanên Xwedê" dibînin. Bi metodên leşkerî û bi darê zorê armanca wan, bicîh kirina hikmên Şerîatê ye. Avakirina hikûmdarîyek îslamî li seranserê cîhanê, xeyalên wan yên herî bipêş de ne. Îdeolojî û armancên Talîban, li seranserê axa Efxanîstanê û armancên tevgera Kurd ji hev cûda ne. Motîfên mirovahî di asta mafê Pêkhateyan û demokrasîyê de, di asta mafê jinê û zarokan de, di asta perwerdeyê de jî cûhîyek mezin heye. Pêşengîya Kurdistan di astek demokratî û modern de ye.

Şervanên Talîban xwe wek „şervanên Xwedê" dibînin.(!)

Pêşmergên Kurdistanê di astek modern de, bi hest û ramanên netewî, niştimanî hatine rahênandin. Rênîşana Pêşmergên Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê bi xwe ye. Pêşmerge, ne xwebexşên îdeolojî û hestên eşayîrî ne. Di astek netewî û niştimanî de hatine rênîşankirin. Li ser van astên hêja Pêşmergên Kurdistanê, bi dehan salan çendîn efsaneyên girîng tomar kirine. Eger Pêşmerge bicarekê de ji nav destê hizrên partîzanî rizgar bibe, dîyare ku amadeyî tomarkirina dehan efsaneyên din be jî.

Li ser van cûdahîyan ez bi Kek Mesûd Barzanî re hem fikir im. Lê fikarek heye ku dîvê em bi zanistî û bi hişmendîyek netewî niştimanî li ser rawestin. Ew jî rewşa Başûrê Kurdistanê ye:

Başûrê Kurdistanê, ji terefê çar dijminan, hêzên îslamî-tûnrew de dorpêçkirî ye. Hebûna Emerîka û Hêzên Hevpeymanan li herêmê pir girîng e. Lê divê em navekî li vê hebûna Emerîka û Hêzên Hevpeymanan bikin. Yekitîya nav mala Kurd ji vê hebûnê girîngtir e. Eger li Başûrê Kurdistanê, mala Kurd, li ser stratejîyek netewî û niştimanî xwe bi rêk û pêk neke, pêşmergên Kurdistanê ji bin bandora hestên partîzanî rizgar neke, artêşek milî û yekpare dernexîne holê; di nav gengeşîyên navxweyî yên hizbî de, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan herêmê bicîh bihêlin û vekişin, wê çi bibe? Divê Kurd, berî ku li bersîva vê pirsê bigerin, nav mala xwe bi sîstem, bi rêk û pêk bikin ku, em rû bi rûyî bersîvek xerab neyên.

Raste; tehdîdek mezin wek rêxistina Talîban ku li ser Hikûmeta Efxanîstanê -ku Emerîka, Nato, NY û YE avakiri bû- li ser hikumeta Herêma Kurdistanê tine ye. Lê tehdîdên wek dagirkerên Tirk, Faris û ereban û bi dehan hêzên tûnrev, ku bi wan re têkildar li ser herêma Kurdistanê heye. Lîstik, êrîş, bandor û helwesta van dewlet û rêxistinan li ser Kurdistanê ji quweta miletê Kurd zêdetire.

Eger di warê navdewetî de piştgirîyek girîng ji kurdan re tinebe, wê dijminên Kurd û Kurdistanê, bi hêsanî dev ji êrîşên xwe bernedin. Wê pirsgirêkên nav mala Kurd ji xwe re bikar bînin. Ev rastî, di vekişandina Hêzên Hevpeymanan û Emerîkayê de wê derdikeve ber me. Ji ber ku dijminên me, di herêmê de hebûna me û serwerîya me li ser xaka me qebûl nakin. Bi hestên dijminane û nîyeta dijminane em dorpêç kirîne.

Her çiqa dewleta İraq, wek „dewletek federatif“ ji bona Kurd û ereban hatibe damezirandin jî, beşek mezin ji ereban hebûn û statûya kurdan di mejûyê xwe de qebûl nekirîne û Dewletek xurt a İraq, ji bona herêma Kurdistanê tehdîde. İraq, Kurdan ji êrîşên dijminan naparêze.

Hebûna Hejdî Şabî, PKK û Îran, Tirkîye li ser axa Herêma Kurdistanê tehdîde. Dewletên aktorên herêmê, pir bi hêsan dikarin bi vekişandina Emerîka û Hêzên Hevpeymanan ji herêmê re van tehdîdan li henber Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikar bînin.

Bi vekişandina Hêzên Hevpeymanan û Emerîkayê re, eger heye ku karesatên mezin di vî warî de ji miletê me re derkevin holê. Ji bo wê jî divê em roj berî rojê li Herêma Kurdistanê yekrêzîyek netewî, milî û niştimanî ava bikin. Artêşa xwe ji gengeşîyên hizbî rizgar bikin û li ser esasên netewî, niştimanî ji nû ve rahênînin û rênîşan bikin.

Divê em aborîya xwe ji bin bandora gendelî û tehdîda Bexdayê rizgar bikin. Dizî û gendelî li Kurdistanê tehdîdek mezin a ser raman û helwesta milî, niştimanî ye û ev, pêşîya hevgirtinek netewî jî digire.

25.08.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2026 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:08:50

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x