Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk!

Şeyhmus Ozzengîn

24.09.2024, Sal | 10:13

Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk!
Nêrîn Belav bike

 ‘‘Li gor raporên Sazîya bi Yekitîya Ewrûpa ve girêdayî, ku li ser Navenda Şopandina Bezirganîya Madeyên Xoşbir û bi karanîna wê dixebite (EMCDDA); li ser Tirkîyeyê li gor rapora 2021ê, di 2019 an de, di raporê de eşkere dike ku, li Tirkîyeyê madeyên xoşbir ku di operasyonan de ketiye dest, ji hemû welatên Yekitîya Ewrûpa zêdetir e.“

Di xebata bezirganîya Medeyên xoşbir û çekan de metodek heye ku, ji teferê bezirganên van karan de têt bikaranîn! Demo ku pêlek mezin ji van malên qaçax derbas bikin, beşek piçûk di rêyek din re dişînin û îxbar dikin. Bala hêzên ewlehîyê dikişînin ser wir û malê mezin di cîhekî din re bêdeng, bi hêsanî derbas dikin. Ev metod her di karên qaçaxê de têt bikaranîn.

Li welatan ew madeyên xoşbir ku dikeve destê asayîşa wan welatan, beşek pir piçûke. Dehqat mal hayê asayîşê jê çênabe û dadikeve bazarê.

Bingeha hêlek ji madeyên xoşbir Efganîstan e. Li Efganîstanê rojane 4 ton madeyê xoşbir têt berhevkirin. Ev reqem fermi ye. Gelo ne fermi li Efganîstanê rojane çiqa malê xoşbir têt berhev kirin? Ev ne dîyare! Di xeta bezirganîyê de ev madeyê xorbir ji Efganîstanê derbasî Îranê dibe. Ev kar, bi dehan salan e bi vî rengî dimeşe.

Malê ku derbasî Îranê dibe; bi agahîya dewletê derbas dibe. Dewlet bi destê hinek hizên wekaletê digihîne hidûdê Tirkîyeyê û Îranê. Ji wir dibe du xet; yek di ser İraqê re derbasî Sûrîyeyê dibe. Xeta din jî derbasî Tirkîyedibe. Herêmên ku ev mal têre derbas dibe dîyare û bi dehan salane têt bikaranîn. Di vî karî de hêzên ku tên bikaranîn jî dîyarin. Di rapora ser Sûrîyeyê de min ev xet zelal kiribû.

Bê ku tilîya asayîş û sazîyên îstîhbaratê têde tine be, ne mumkûne ku ev malê xoşbir derbas bibe. Beşek jî ji vî madeyê xoşbir dikeve destê mafîya Rus û derdixin Ewrûpayê.

Di vê raporê de jî ev xeta Tirkîyeyê hatîye raporkirin ku; ‘‘ji hidûdê Îranê derbasî Tirkîyeyê dibe, beşek li qiraxên ava bahra Spî li Mersînê li keştîyan têt barkirin û diçe Sûrîyeyê û bazara navdewletî. Beşa din jî digihêje Stenbolê û ji wir derbasî Bulgarîstanê, Romanyayê, Macarîstanê, Polonyayê dibe û digihêje Ewrûpa.“

Beşek ji van madeyên xoşbir ku Ji Efganîstanê-Îranê derbasî Tirkîyeyê dibe, ji sînorê Tirkîyeyê û Sûrîyeyê bi hêsanî derbasî Sûrîyeyê dibe.

Di rapora EMCDDA qet behsa Sûrîyeyê û madeyê xoşbir nabe. Min di nivîsa xwe ya li ser Sûrîyeyê de ev zelal kirîye.

Ji destpêka 1990 û virde, dîrekt hêzên sazîyên veşartî yên dewleta tirkan (hêzên paramilîter) vî karî dimeşînin. Ez pir rehet dikarim bêjim ku; Tirkîyeyê wek dewlet, ji bona kar û xebatên xwe yên li henber kurdan, bi firotina madeyên xoşbir van karan fînanse dike. Xebatên dewleta tirk yên li başûrê roavayê Kurdistanê, li Sûrîyeyê, li Libyayê û li Ezerbeycanê, bi firotina madeyên xoşbir têt fînanse kirin. Tirkîyeyê destê xwe dirêjî Efrîka û Emerîka Latînî jî kirîye û li van deran jî  ‘‘bi navê bezirganîyê“, bezirganîya madeyên xoşbir organîze dike. Tirkîye, li welatên Bakurê Efrîka bi îdelojîyek îslamîst, di nav misilmanên Bakurê Efrikayê de cîh ji xwe re vedike. Hemwelatîyên van welatan li Ewrûpa, bi destê mizgeftên tirkan, karmendên tirk tên organize kirin. Li hemû dewletên Ewrûpa, li pişt organîze kirina van karan konsolxaneyên tirkan hene.

Bi navê bezirganîyê, hêzên paramilîter yên dewleta tirkan, li Roavayê Efrîka jî bicîh bûne û bingeha bezirganîya madeyên xoşbir berfireh dikin.

Îşaretên pir girîng hene ku dewleta tirkan bi xwe, bi destê van hêzên paramilîter bezirganîya diravên reş û madeyên xoşbir dike. Ji van hêzên paramilîter kesên wek Sedat Peker, AlaadînÇakicî û pir kesên din, ku di van sazîyên paramilîter de karên xerab dimeşînin jî pir tişt eşkere kirine.

Di salên 1990î û vir de, bi destê serokwezîrîya Çiller û kontra kûr ekîba Mehmet Agar, operasyonên mezin li tirkîyeyê û bakurê kurdistanê rûdan. 17 hezar cînayet yên vê demê ne. Bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Di vê demê de dewletê dest dirêjî bezirganîya madeyê xoşbir kir. Di vî warî de di derheqa Tansû Çîller, Mehmet Agar û hinek kesên din de, bi mebesta bezirganîya Madeyên xoşbir, li Elmanya doz vebûne û biryara girtina wan jî heye!

Bi hatina AK Partî a ser îktîdarê re, destpêkê bi navê ‘‘operasyona Ergenekonê“ operasyonek hat destpêkirin. Di vê operasyonê de bi sedan kadroyên dewletê hatin girtin. Bi navê JÎTEMê jî beşek dosya û cînayetên wan yên li bakurê Kurdistanê jî eşkere bûn û hatin ber dadgehê. Di van dosyayên JÎTEMê de derbas dibû ku „ji hidûdê Îranê eroîn, bi helîkopterên leşkerî yên dewletê naqilî Stenbol û Mersînê dibe.“

Piranîyên wan bi sezayên mezin jî hatin sûcdarkirin û hatin sezakirin. Lê ji 2014an şûnde bi şiklekî ev kesên qatîl hatin berdan û Îktîdara AK Partî bi van re kualîsyonek avakir. Bi vê re pêvajokek nû destpê kir. Beşek ji van girtîyên JÎTEMê û Ergenekonê vegerîyan ser karên xwe û bi dewletê re dîsa bezirganîya madeyên xoşbir hat organîze kirin.

Bezirganekî navdewletî yê madeyê xoşbir bi navê Dritan Rexhepî, Di destpêka Mijdara 2023’an de li stenbolê hat desteserkirin. Derket holê ku Rexhepî, Stenbol ji xwe re wek mesken hilbijartîye. Rexhepî çawa û çima li Stenbolê bi cih bûye? Divê meriv baronekî bezirganîya kokaînê, yekî wek Rexhepî çawa û çima li Stenbolê bi cih bûye û têkilîyên wî bi dewleta tirkan û hêzên paramilîter yên dewletê re heye zelal bike.

Di 1990an û vir de, Tirkiye, bi tevahî veguherî dewletek, hem transît û hin jî bi xwe bezirganî ya eroînê û kokaînê. Tirkîye, eroîna ku li Pakistanê û Afganistanê têt hilberandin, yek ji wan dewletên ku bezirganîya vî madeyê xoşbir dike ye! Di vir de ‘‘çînek taybetî ya sazîyên paramilîter û bazirganên tirk yên xwecihî dimeşe.“ Di qada navnetewî de bezirganîya van hêzên paramilîter yên bi ser dewletê ve li Ewropa û Amerîkaya Bakur belav dibin. Di vê veguhertinê de; ‘‘şopa van hêzên paramilîter, têkilîyên bi dewletê re û hevkarên hemşirîkên wan yên li welatên Balkanan derdikeve ber me.“

Bezirganên madeyê xoşbir yên tirk li balkanan, piranî xwe dispêrin hevkarên etnîkî yên Albanî, ku eroînê tînin sûka Ewropayê. Li gelek welatê balkanan, bezirganên tirk bicîh bûne, karên bezirganîyê dikin û di bin re jî bezirganîya madeyên xoşbir organîze dikin. Di vir de Albanîa, Bosna-Hersek, Romanya, Polonya, Makedonîya bûye bingehek bezirganîya madeyê xoşbir ji tirkan re. Tirk, li Ewrûpa, di belavkirina madeyên xoşbir de pir hêz û grûbên etnîkî tînin bikaranîn.

Di raporên ser Tirkîyeyê de têt îdîa kirin ku „belge hene, tirkîyê eroînê bi Kokaînê diguhere, difroşe û bezirganîya kokaînê jî dik

Di raporê de hatîye ragîhandin; ‘‘ku bezirganîya mezin a kokaînê li Hollanda û her weha Danîmarka, bi giranî xwe dispêrin têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê.“

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:46

Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin!Danasîn!Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye!Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber!Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve?PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e!Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî!Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê!Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VIDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IVDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIIDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIDîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê!Abdullah Kiran û Kurdperwerî!Mirwet!Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin!Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye!Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye!Bingeha Mirovatîyê Xîret e!Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê!Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir?Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe?Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye!Dîktatorîya Îslamî û mirovatî!Panorama 2023Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê yeNemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê!Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê!Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV)Rûpelek ji Dîrokê (III)Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji DîrokêRêbaza Doza Kurdistanê!Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK!Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne?Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn!Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû.Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend!Birek û Dar!Erdhej û dewleta tirkan!Zarokên KurdBaşûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê!D A N A S Î N!J e n o s î d!Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e!Panorama 2022Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere?Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne!Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa!Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e!Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran!Jîna Emînî û Îran!Êlûn û Referandûm.Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê!Dêr a ZehferanêLi İraqê Çi dibe?Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!Dilovanekî Kurd; Abit GursesÇareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê!Finlandîya-Swêd û PKK!Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê!Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm!Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê!Lepên TarîQedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye!Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!Rewşenbîrîya Kurdan û PKK!Panorama sala 2021ê!Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê!Kurdistan!Bêdengîyek metirsîdar!Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê?Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin!Dewletek federal a İraq Mumkûn e?Modela İraq, Kurd û hilbijartin!Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron!Kurdistan û Efxanîstan!Afganistan û metodên Emerîka!Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in?ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe!Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye!Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa!TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî!Serkirdeyên PKK û Kurdkujî!Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye!Partîhezî û Neteweperperwerî!Riza T.Hulmanî -AGAHÎ!S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“!BEXDA!Dr.Husên Duzen û mijarek civakî!DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran!Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!''Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?Ji Raya Giştî reÊrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin?Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze?Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast!Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê!„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!PANOREMA 2020Fabel û Riza Topalê Hulmanî!Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN!GELÎYÊ ZÎLAN!Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî!Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk!Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter!Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“Joe Biden û Kurd!John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê!Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin!Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye!Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin!Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye!Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka!Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in!'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast!Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan!Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin!Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin.YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist!PANORAMA 2019 an!Pirsgirêkên YNK û Kongre!Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare!Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e!Wê dahatên neftê ji kurdan re binDenklem Tên Guhertin!Divê Kurd Çi bikin?Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e!Li Sûrîye Guhertin û Denklem!Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke!Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd!Hunermend -Arif SevinçHunermendê Mozayîkê, Îman HisênKurdistan û Kedkarên Berhemên Milî!Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo)Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin!ŞûjinBiranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!'Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x