Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V

Çi sebeb hebûn ku bi navê „Tirkîye“ di vê herêmê de dewletek hat avakirin?

Şeyhmus Ozzengîn

29.05.2024, Çar | 11:42

Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V
Nêrîn Belav bike

Şerê 1.emîn yê cîhanê di 28ê Temûza 1914an de destpê kir. Di Mijdara 1918an de bidawî hat. Şerê 1.emîn yê Cîhanê, navenda wê Ewrûpa bû, lê rewşa Rojhilata Navîn û Nêzîk jî dîzaîn kir.

Ji hêlekê de hêzên emperyal ji bona bazarên xwe, teknolojîya xwe û kolonyalîzma xwe di şer de; şer berfireh dikirin, ji hêlekê de jî li ser Rojhilata Naverast û a nêzîk rapor û proje tomar dikirin. Yek ji van projeyan a girîng peymana veşartî, Sykes-Picot e. Ev proje bi destê yek ji şêwirmendê sîyasî yê konsolxaneya Lonrayê Françeis Georges-Picot û Pisporê şêwermendîya Rojhilata Navîn Sîr Mark Sykes e hatîye meşandin. Peyman a Sykes-Pocot, bi navê van herdû raportorên yek İngilîz, yê din jî Fransiz ve, di 16 Gulan a 1916 de, destpêkê di navbera Îngîltere û Fransa de hatîye amadekirin û dûre Rusîya jî beşdarî vê peymanê bûye. Taybetîya vê peymanê ji bo kurdan a grîng, di dabeşdarkirina axa di bin dolivgerîya osmanîyan de, beşa Kurdistanê ye. Rûsîya, di vê peymanê de beşek ji bakurê Kurdistanê dixwaze. Ev peyman, peymanek îlegal (veşartî) bû.

Bi sebeba daxwaza Rusîya ku beşek ji axa di bin bandora Osmanîyan de dixwest, dan û stendin hinek dirêj bûn. Di Çilê 1916 an de Peymana Sykes-Picot, di navbera Fransa û Îngîltere de bi beşdarbûna Rûsîya re hat îmzekirin. Armanca vê peymanê ew bû ku, di perçekirina dawî ya Împaratoriya Osmanîyan de, qadên bibandor û kontrolê yên ku, li ser lihev hatine diyar bikin. Di peymanê de li ser welatên di bin bandora Osmanîyan de bûn, bi carekê de di navbera Îngîltere û Fransa de hatin dabeş kirin.

Di peymanê de kontrolkirina başûrê Îsraîlê û Filistînê, Urdunê, başûrê Kurdistanê, axa Kendava Erebî dinav de ji Îngîltere re dima. Di eslê xwe de ji bona Îngîltere bigihêje Deryaya Navîn, Hayfa û derdor jî diket nav vê parê. Fransa jî kontrola beşek ji Kurdistanê, Sûrîyê û Libnanê digirt ser xwe.

Peyman, li ser esasê wê yekê bû ku, di dema Şerê 1.em yê cîhanê de li angora hersê dewletên di Peymana Sykes-Pîcot de cîh girtine (Îngîltere, Fransa û Rûsya) dê Împaratoriya Osmanî têk bibin û parvebikin.

Di navbera Mijdar a 1915 an û Çileyê 1916 an de danûstandin pêk hatin. Bi dîplomat Mark Sykes (Îngilîz) û François Georges-Picot (Fransiz) ra peymana lihevkirî hat îmze kirin.

Di Gulana 1916 de jî ji hêla hikûmetên wan ve hatî ye pejirandin. Em dikarin bêjin xeta Peymana Sykes-Picot; herêmên di bin kontrola Brîtanya û Fransa de hatin parve kirin.

Her çiqa ev peyman di navbera van hersê dewletan de bi rengekî veşartî, di parmentoyên wan de hatibin pejirandin jî; Peyman di eslê xwe de, di navbera burokratên van her sê dewletan de nivîskî û veşartî hatîye meşandin. Li Rojhilata Naverast û Kurdistanê jî encamên şerê 1.em yê cîhanê, li gor vê peymanê hatîye dîzaîn kirin.

Piştî munaqeşeyên li ser rewşa sîyasî û serwerîya axa di bin kontrola Osmanîyan de; Peymana Sykes-Picot hat berfirehkirin ku Îtalya û Rûsyayê jî di nav xwe de bigire.

Di vê peymanê de Rewşa Kurdistanê, li ser esasê dabeşkirinê têt şîrove kirin. Heta berî şerê 1.em yê cîhanê, axa Kurdistanê di navbera dewleta Osmanî û Safewîyan de wek du beşan hatibû dabeşkirin. Lê di Peymana Sykes-Picot de axa Kurdistanê dibû çar perçe û dihat dabeş kirin. Ev pîlan jî, pîlanek bi zanistî pêşîlêgirtina avakirina dewletek Kurd li ser axa Kurdistanê bû. Dabeşkirina axa Kurdistanê, nedîyarkirina erdnîgarîya xaka kurdistanê, hat wateya ji holê rakirina sînorên erdnîgarîya Kurdistanê, perçekirina miletê Kurd bi xwe. Seranserê dîroka Peymana Sykes-Pico, ji miletê Kurd û Kurdistanê re bû bingeha talan, kujtin, înkar, asîmîlasyon û jenosîdan li ser kurdan.

Li gor vê pîlanê ku em îro dibêjin başûrê Rojavayê Kurdistanê dibin serwerîya Fransa de, Başûrê Kurdistanê jî di bin serwerîya İngîltere de têt dabeşkirin. Di vê peymanê de Kurdistan bicarekê de ji nexşeya dinê têt rakirin û sînorên serwerîya miletê Kurd binpê dibe.

Ev derba li ser esasê „nedîyarîya“ sînorên Kurdistanê hatiye xistin; ku îro hin li başûrê Kurdistanê, hin li Bakurê Kurdistanê û hin jî li başûrê Rojavayê Kurdistanê sînor û hebûna miletê Kurd derxistîye munaqeşê eve. Di dabeşkirina axa di bin bandora dewleta Osmanî de tenê sînor û serwerîya hemû axên ku li ser dewlet hatine avakirin, sînorên wan tên dîyar kirin. Tenê sînorên axa Kurdistanê bi zanistî nayê dîyar kirin. Yanî di vir de Kurdistan wek kolonîyê jî nehatîye hesibandin.

Biryar di eslê xwe de di Çilê 1916 an de hatîye dayîn. Axa Kurdistanê hatîye dabeş kirin. Lê Rewşa Axa Anatolîa yê û bakurê Kurdistanê di munaqeşê de ye. Rûsîya beşek Ji axa bakurê Kurdistanê dixwaze. Yûnanîstan beşek ji Anatolia û Asîya piçûk dixwazin. Tam di germiya van munaqeşeyan de; 17ê Cotmeha 1917 an de li Rûsîya Bolşewîk bi şoreşekê dest datînin ser îktîdarê. Yekitîya Sovyeta Sosyalîst têt îlankirin û îktîdara nû ji şerê 1.em yê Cîhanê vedikişe. Ev bûyera ku li Rûsîya pêk tê û Rûsîya bê şert û merc ji şer vedikişîne, rewşa bakurê Kurdistanê, Asîya piçûk û beşek ji Anatolîayê diguhere. Encama vê şoreşê; hin Rûsîya di 23.11.1917an de dike ku Bolşewîk Peymana Sykes-Picot deşîfre bikin, hin ji dike ku Rûsîya ji daxwaza beşek ji axa bakurê Kurdistanê bipaş de xwe bikişîne. Rûsîya, bê şert û merc ji Ardahan, Kers û Erzûromê vekişîya.

(Wê bidome)

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:32:23

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x