Finlandîya-Swêd û PKK!

Her tişt bi aqil û zanistê serkevtî dibe û xwe bi civatan dide qebûl kirin. Hêla din zore û rêka zilmê ye.

Şeyhmus Ozzengîn

18.05.2022, Çar | 15:53

Finlandîya-Swêd û PKK!
Nêrîn Belav bike

Li ser navê PKK, bi rêya PKK her ev rêka zor û zilmê ket pêsîra kurdan. Kurd, bi vê li bakurê Kurdistanê têkçûn.

Rewşenbîr, Sîyasetmedar, porspî û aqilmendên kurdan bi hestek netewî û niştimanî li henber vê tehlûkê helwest dananîn. Beşek ji wan di dema xwe de tehlûke nedîtin. Beşek ji wan pişta xwe dan vê hêzê û li xwe xweş anîn. Beşek jî hatin xesandin, tirsîyan, nebûn dengê rastîyê. Li henber afaroza hêzê, nebûn vîcdanê civatê û dengê xwe dernexistin. Îro, evana giştik, yek bi yek ji rewşa Bakur û Roavayê Kurdistanê berpirsîyarin.

Îro, di ser PKK re, bi rêya PKK dagirkar, hebûna xwe, sîyaseta xwe meşrû kirine. Pir zelal, PKK wek hêzek paramilîtar ya van dewletên dagirkar têt bikaranîn li henber Kurdistanê.

PKK çawa zerarê dide doza miletê Kurd?

Dema ku Rûsîya bi darê zorê şerekî neheq xist pêsîra Ûkrayna û zor û zulma Rûsîya bû tehdîdek cîhanî; Berdevkê PKK Cemil Bayik, di germîya şer û kûjerîya Rûsîyayê de, li ser navê PKK daxûyanîyek da û got; “Ukrayna ne dewlete û tucarî nebûye dewlet. Ew çete dewleti ye” û bi vê tereferê ku xizmetê ji wan re dikir dîyar dikir.

Bi geşbûn û hêzbûna şerr re, Ewrûpa li rêyên ji bin bandora gaz û nefta Rûsîya rizgar bibin gerîyan. Îhtîmala yek ji van rêyan jî, gaz û nefta başûrê Kurdistanê bû. Di vê demê de têkilîyek dîplomatîk jî di ser rêveberên başûrê Kurdistanê re destpê kir.

PKK, di vê dema ku Serokwezîrê Kurdistanê li Îngilîstanê hat pêşewazî kirin; murîdên PKK bi hêkan êrîş anîn ser konvoya Serokwezîrê Kurdistanê.

Tam di wê demê de, dîsa Cemîl Bayik daxûyanî da medya PKK û got: “Em rê nadin ku başûr neft û gaza xwe di rêya Tirkîyê re daxîne bazara navdewletî.”

Çima PKK naxwaze ku gaz û nefta Kurdistanê bi destê Kurdan dakeve bazara navdewletî? Dijminên kurdan ser û binê axa Kurdistanê talan dikin, ev meşrû ye ji PKK re, lê bi destê kurdan bikaranîna dewlemendîya xwezayî a Kurdistanê ne meşrû ye, çima? Di vir de PKK xizmetê ji kê re dike?

Di heman demê de, KNK ya PKK jî li ser navê Nulufer Koç daxûyanîyek da û got;

“ li Kurdistanê di navbera du baskan de şer heye. Yek ji van baskan, dixwaze dewletek Kurd ava bike. Ev PDK e. Baskê din jî parêzerê sînoran e. Ev jî PKK ye. Em li dijî avakirina dewletek Kurdî ne. Gerîla parêzerê sînorên herêmê ye. Hinekan îşareta dewletek kurdî dane başûrîyan û em iznê nadin ku ev bibe.”

Îhtîmala avakirina dewletek Kurdistanê jî vê hêzê ewqesî aciz dike ku, bibe sebebên van daxûyanîyan.

Ji bona ku Ewrûpa, ji gaz û nefta Kurdistanê îstîfade bike û ji bin nîrê energîya Rûsîya rizgar bibe, divêtîya Ewrûpa bi alternatîfek nû a enerjîyê heye. Ev jî enerjîya başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî, divê pirsgirêkên navbera Başûrê Kurdistanê û Bexda bên çareserkirin. An jî rê ji dewletek Kurd a serbixwe re bêt vekirin. Hemû ba û bahoz, boran di virde radibin. PKK, di vir de bi rêk û taşeronîya Rûsîya, Îran û Sûrîyê digire ser xwe û li henber Kurdistanê helwestê datîne. Di nav kurdan de mîsyona dijmin bicîh dike. Berpirsîyara KNK baş dizane, ji bona ku Kurd di herêmê de bibin aktorek, divêtîya wan bi piştgirîya gavên hîn xurttir heye. Îhtîmala peydakirina vê piştgirîyê jî van rêveberên şîrheram aciz dike. Bi xwîna kurdan, li ser kurdan sîyaseta dagirkaran dimeşînin.

Eynî tişt li Şingalê jî derket ber me:

Berpirsîyarekî PKK li Şingalê avakirina YBŞ û bicîhbûna PKK li Şingalê bi çend hevokan tanî ziman:

„Em beşek ji Haşda Şabî ne. Mûçeyên me ji İraqê tên. Berê li Şingalê ji tirsa PDK ala İraqê nedihat bakirin. Yên ku ala İraqê li Şingalê bilind kir em bûn. Bi saya me İraq li Şingalê bicîh dibe. Me nhehişt ku PDK û Pêşmerge li Şingalê bicîh bibin. İraq deyndarê me ye.“

Rewşa PKK ewqes eşkereye ku gotin jê re nemaye:

Finlanda û Swêd ji bo bibin endamên NATOyê dexûyanî dan. Van herdû dewletan daxwaza endamtîyên xwe îmze kirin û ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şandin. Di vê pêvajokê de wezîrtîya derve ya Tirkîyeyê daxwûyanîyek da. Di daxûyanîya fermî a Tirkîyeyê de dihat dîyar kirin ku; „Fînlandîya û Swêd du dewletên pişgirên PKK, piştgirên terorê ne. Nabe ku bibin endamê NATO yê.“(!)

Pir balkêşe; di van 30 salên borî de carek jî PKK li Swêdê çalakîyek li ser navê PKK lidar nexîstîye. Di heman dema daxûyanîya wezareta Tirkîyeyê de alayek mezin a partîya PKK li paytextê Swêdê, li Stokholmê hat dalqandin. Armanca dalqandina vê alê û mesaja dalqandina vê alê di vê demê de pir zelale. Piştgirîya daxûyanîya dewleta Tirkan bi xwe ye.

PKK, mîsyona Dîyap Axa û hevalbendên wî yên di dema pejirandina Peymana Lozanê girtîye ser xwe û vekirî dimeşîne. Lê pênûsa rewşenbîrî a kurdan, dengê aqilmend û rîhspîyên kurdan dernakeve. Sîyasetmedar li derdora PKK hîn li kurtêlan digerin.

18.05.2022

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:14:12

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x