Rewşenbîrîya Kurdan û PKK!

Dema têkçûna nazîzmê, rewşa piştgirên wan û piştî 2000an ew piştgirên PKK ku dev ji PKK berdan deynin ber hev. Hûnê bibînin ku rewşenbîr, zana, hunermend û aqilmendên kurdan bi gelemperî xetayên mezin kirine û bûnê dengê hêzê. Nebûne wîcdanê civatê.

Şeyhmus Ozzengîn

09.01.2022, Paz | 08:25

Rewşenbîrîya Kurdan û PKK!
Nêrîn Belav bike

Li Elmanya, di dîroka Nazîzmê de îdeologên wek Dr. J. Goebbels û bandora wan li ser civatê û rewşenbîran cîhê girîng digire. Di vê pêvajokê de hestên rewşenbîrî derbên mezin xwarine. Li Elmanya heger bi hezaran Dr. J. Goebbels û şelafên hêzê nebûna, ne Adolf Hitler, ne jî nazîzim wê nebûna xwedî hêz û wê mohra xwe li dîrokek, ku ji Elmanan re bû rûreşîyek dîrokî nekira.

Di vê dîrokê de 6 milîyon Cihû bi jenosîdek dijwar, di kampan de, di firinan de, bi gazên kîmyewî hatine qetilkirin. Di vî şerê II. yem yê Cîhanî de, nêzî 60-65 milîyan mirov hatine qetilkirin. Bi destê nazîztan û bi propagandaya van propagandîst û demogogên şelafên Elman, bûyerên nemirovane û pir xerab ji bona mirovatîyê rû dane. Gelê Elman, li gor van propagandîstan hatîye Dîzayn kirin.

Beşek ji rewşenbîr û zanayên Elmanan, di dema xwe de xetayên xwe, korbûna xwe dîtin û gula yekem berdan xwe û van propagandist û demogogan. Uzrê xwe ji mirovatîyê xwestin, ku ev tehlûkê di wexta xwe de çawa ferq nekirine. Pêşî li korbûna rewşenbîrî û li bandora hêzê girtin, ku rewşenbîr bibe çav û guhê civatê.

Dîroka nazîztan li Elmanya û dîroka PKK li seranserê Kurdistanê; dîroka propagandîst û demogogên Elman yên wek Dr. J. Goebbels û dîroka beşek mezin ji rewşenbîr, hunermend û sîyasetmedarên Kurd ji hinek hêlan de pir dişibin hev. Li Elmanya, ji sala 1936 an heta 1943an rewşa rewşenbîr, zana, sîyasetmedar û hunermendên Elmanya bînin bîra xwe. Beşek piçûk ji wan ya di zîndanan de ne, ya koçî derve bûne, yan jî ji tirsan dev, çav û guhên xwe girtine. Beşek mezin jî pişta xwe didin sîstema nazîyan û li kolanan ji wan re li çepikan dixin, êrîşî yên mayîn dikin ku çima ew jî nabin piştgirê Hîtler.

Van salên bibandon a nazîztan û salên 1990-2000an yên kurdan û PKK bidin ber hev. Hûnê derûnîyek ku dişibe hev, di van salan de di navbera piştgirên Hitler û Ocalan de bibînin.

Dema têkçûna nazîzmê, rewşa piştgirên wan û piştî 2000an ew piştgirên PKK ku dev ji PKK berdan deynin ber hev. Hûnê bibînin ku rewşenbîr, zana, hunermend û aqilmendên kurdan bi gelemperî xetayên mezin kirine û bûnê dengê hêzê. Nebûne wîcdanê civatê.

Di heman demê de stratejîya ku bi destê dewletê û PKK li ser kurdan dihat meşandin, divabû rewşenbîr bibûna deng û wîcdanê miletê Kurd, ev nebû. Ji ber wê jî, piştî ku piştgirîya xwe kişandin jî; zanîn, hizirên rewşenbîrî, nêzîkbûna gel û metodên zanistê yên maqul nehatin bikar anîn.

Bi dîroka destpêka PKK re li ser kurdan jenosîdek piralî, ku li demê belavkirî destpê kirîye. Di vê jenosîdê de Kurd dualî ketine bin bandora jenosîdek netewî. Alîyek, dewleta Tirk e û xwedîyê projeyê ew bi xwe ye. Lingê vê projê jî, li seranserê Kurdistanê PKK û Abdullah Ocalan e.

Di vê projeyê de Kurdistan talan bûye.

Di vê projê de Kurdistan ji hêla ramanên azad, ji hêla çandî û ziman de asîmîle bûye. Hestên kurdewarî derbên mezin xwarîye. Di nava girseya PKK de kurdbûn qedexe bûye û dejenerekirina hestên kurdewarî meşrû bûye.

Ji 1984’an û heta 2022yan tenê li Bakurê Kurdistanê 4500 gund û gundik hatine vala kirin.

Li Başûrê Kurdistanê 600 gund. Li roavayê Kurdistanê ji Efrîn bigire heta ber Dirbêsîyê, di dirêjaya 500 Km. de axa kurdan ji kurdan hatîye vala kirin û radestî dewleta Tirk û terorîstên îslamî bûye.

Di seranserê 38 salan de 160 hezar Kurd ji terefê Dewleta tirk û PKK de hatine qetil kirin. Di nav vê reqemê de ciwan, pîr û kal, jin û zarok jî pirin.

Nêzî 12 milîyon Kurd axa bav û kalan terikandine. Beşek mezin ji van kurdên koçber, li metropolên tirkan bicîh bûne. Rû bi rûyî asîmîlasyonê, êrîşên nîjadperestî û jîyanek rezîl mane. Beşek piçûk jî penaberî welatan bûne. Ji Roavayê Kurdistanê jî beşek koçberî Başûrê Kurdistanê bûye.

Bi 100 hezaran Kurd ketine zîndanan û maxdûr bûne, seqet mane. Malbatên wan perîşan bûne. Di vî şerê biqirêj de kurdan bedêlên mezin dane.

Dewleta tirk li ser kurdan bi destê PKK asîmîlasyonek jenosîdkar meşandîye. Ev asîmîlasyon, projeya dewleta tirk bû. Bi alîkarîya dewletê û bi destê PKK li Kurdistanê hat meşandin. Di vê destpêkirina projeyê de hestên Kurd û kurdistanî, bawermendîya kurdewarî, hizirîna kurdewarî jikestin xwarîye. Derbek mezin li rûhê netewî ketîye.

Têkoşîna rizgarîya netewî li ser asta rûhê netewî ava dibe: Dewleta tirk, bi destê PKK ev rûh di nav beşek mezin ji terefgirên PKK de kujtîye, yên mayî bêhêvî kirîye û vê hewlê her berfireh dike.

Dewleta tirk bi destê PKK, dînamîzma têkoşîna rizgarîya Kurdistanê, dînamîkên Kurdistanê yê 40 salî hemû da ber kujtinê, telef kir û ji holê rakir.

PKK eynî rolê dijminane li Başûrê Kurdistanê, li Roavayê Kurdistanê û li Rohilatê Kurdistanê jî meşandîye. Li van deveran jî karesatên mezin anîye serê kurdan. Kurd kir dijminê Kurd, ruhê kurdewarî birîn kir û her beşê Kurdistanê kir dijminê beşê din. Îro sebeba wan rojnameger, nivîskar, propagandist, demogog, hunermend û dilxwazên PKK, ku dijminê kurdên ne ji PKKê ne ev e. Tovê kujtina rûhê hêza kurdewarî kirine erk ji xwe re.

PKK, li Tirkîyê Kemalîst, li Sûrîyê BAASî, li Îran piştgirê şîe û li İraq dijminê Başûrê Kurdistanê ye. Bi çepên Kemalîst yên dewletê re mil bi mil, girseya Kurd li gor stratejîya dewletê bi rêve dibe. Tirk li ser serê kurdan kirine efendî.

Li Başûrê Roavayê Kurdistanê bi hêza Emîn Dewlê (îstîhbarata Sûrîyê) re mil bi mil li ser navê „Ciwanên Şoreşger“ kurdan terorîze dike û dîzayn dike. „Ciwanên Şoreşger“, li Qamîşlo li tara Medînetil Şebab bicîh bûne û mîsyona ciwanên BAASê bicîh tînin. Zarokên kurdan direvînin, êrîşî ofîsên Medya Kurd û ofîsên partîyên Kurd dikin, dişewitînin. Ala Kurdistanê binpê dikin.

Li Başûrê Kurdistanê bi Haşdî Şabî û erebên nijadperest re, mil bi mil Şingal talan dike. Zarokên kurdan direvîne, nahêlin Kurdên Şingalê vegerin ser mal û milkên xwe. Bi Haşdî Şabî re li Şingalê mîsyona îran girtîye ser xwe.

Dema ku em Kurd, 38 salên vî şerê biqirêj binirxînin, emê bibînin ku vî şerî bi carekê de dînamîkên Kurd û Kurdistanê, li gor daxwaza dijminên Kurd û Kurdistanê dîzayn kirîye. Di vî şerî de bi qasî misqalekê destkevtin nehatine tomar kirin. Tenê rîya şer, mirinê, zîndanê, koçberîyê, malwêranîyê, asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê danîne ber kurdan. Kurdê sax bê qîmet, kurdê mirî bi qîmet bûye û li ser mirîyên kurdan demogog û propagandîstan karên xwe meşandine.

Di vê pêvajokê de bi sedan aktivîst, rewşenbîr, hunermend, sîyasedmedar û zanayên kurdan piştgirî dane vê heraketê. Li ser serokê PKK stran çêkirine, nivîs û roman, helbest derxistine. Bi hawayekî nedîtî, pênûs û avaz, ji bona "bijî bijî serok Apo, Apo Apo Apê me, serokê me, Şêrê Îmralî, roja me"(!)hatîye bikar anîn. Êrîş anîne ser kesên ne bi wan re û xwestine ku herkes bibe wek wan. Bandorek wilo derketîye holê, ku pênûs sekinîye, wêje ketîye bin bandorê, awaz qut bûye û rexne ji holê rabûye. Bi rewşek ku, "kî di nav kerwanê me de cîh negire wê afaroz bibe"(!) Di salên 1700an de dêrên li Ewrûpa çi anî serê „raman“ê, li Elmanya nazîzmê çi anî serê ramana azad, di sedsala me de jî PKK ew tişt anî serê rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê.

Di vî warî de ji Dr. J. Goebbelsê Adolf Hîtler bêtir bandor li ser kurdan kirine. Bi hezaran zarokên kurdan ji ber bandora propaganda ya van rewşenbîr, zana, nivîskar û hunermend, sîyasetmedaran, berê xwe dane nav refên PKK û bûne qurban. Li kolanên Ewrûpa, bi hezaran zarokên kurdan, ji dibistanên wan ew hildane û berê wan dane çîyayên Kurdistanê û yên ku rastî dîtine dîtine, bi destê PKK hatine kujtin, an jî dane kujtin. Dîyaspora Kurd jî bê sazî, bê dîplomasî û bêbandor hiştine.

Piranîyên van nivîskar, rewşenbîr, zana, hunermend û sîyasedmedaran, piştî ku PKK ew têra xwe ji xwe re bikar anîne, ji PKK veqetîyane. Lê pir hindikên wan pêvajoka sebebên veqetandina xwe şîrove kirine.

Min li jor jî anîye ziman: Rewşenbîr û zanayên Elmanan di dema xwe de xetayên xwe, korbûna xwe dîtin û gula yekem berdan xwe û van propagandist û demogogan. Uzrê xwe ji mirovatîyê xwestin, ku ev tehlûke di wexta xwe de çawa ferq nekirine. Lê piranîyên wan rewşenbîr, zana, sîyasetmedar, hunermend û xwedî hizirînên Kurd, bêdeng xwe dane alî û hatine xesandin. Yan jî hatine ser raya Kurdewarî, lê rûpela xwe a bi PKK re jî negirtine.

Yên ku stran li ser PKK û A. Ocalan çêkiribûn, kasetên xwe kom kirine, stranên xwe veşartine. Nivîskaran pirtûkên xwe red kirine û veşartine. Kolomnîstan nivîsên xwe înkar kirine. Propagandîstan dengên xwe birîne. Lê kesekî ji wan, gula yekem bera xwe nedaye! Sebebên xwe, hizrên xwe dernexistine ber nejtera zanistîyê.

Çima bûn pergalê vê malxerabîyê û çima dev jê berdan?

Rewşenbîr, ew kese ku xeteyên xwe dît, bê ku xwe bide vî alî û wî alî, raser wan xetayan derxe ber neştera zanistîyê û bibe vîcdanê civatê. Li Elmanya zana û rewşenbîrên Elmanan bê ku rastîya dîrokê veşêrin, binpê bikin, bi zimanekî zelal dîroka xwe derxistine ber neşterê û uzrê xwe ji raya giştî xwestine. Pêşî li dubareya xeteyan girtine. Rewşenbîrîya Kurdistanê di vê 38 salîya şer de, di vî warî de di sinifê de maye û di nava civatê de vîcdanê xwe, bawerîya xwe wenda kirîye. Civat bawerîyê pê nayne.

Çima Kurd, sîyasetmedarên Kurd, rewşenbîr, hunermend û zanayên kurdan, bawermendên kurdan vê rastîyê vedişêrin?

Wilo xuya dike ku forumeke rastî, an jî toreyeke hizirî ya rewşenbîrên Kurd tuneye. Hefsarê yekdestdarî ya rewşenbîrên Kurd di destê hêzê û partîyên sîyasî de ye. Bi tenê rewşenbîrên hêzê û partîyên xwe, serokên xwe ne. Partî û hêz, rewşenbîrên xwe li gorî van îdeolojîyan eyar dikin. Vê malxerabîyê jî, kirîye ku rewşenbîrên Kurd, dev ji fikr, têgihiştin û xwe ji îfadekirina azad mahrûm bike. Lewra jî rewşenbîrê Kurd di nava civaka Kurd de ne xwedî cihekî baş e, wêrektîya medenî wenda kirîye, meriv bawerîyê pê nayne û xwe jê dûr dixin.

Rewşenbîr, mafê wî tineye ku rojek ji hêzek, partîyek an jî tevgerekê re li çepikan bixe û roja din wan çepikên xwe, wan pesnên xwe jibîr bike û bibe tiştekî din. Ev dibe sebeba bêbawerîya hizirîna rewşenbîrî û ramanên rewşenbîrî di nava civatê de piçûk dike û vîcdanê rewşenbîrî birîn dike. Ev jî, rewşenbîran di nava civatê de bêbandor dike.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:02:27

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x