Birek û Dar!

Divê di hilbijartinan de Kurd vê stratejîyê red bikin,Asîmîlasyonê red bikin.Dewleta tirkan û hebûna wê li ser axa Kurdistanê red bikin.Çûna parlementoya tirkan û meşrûkirina wê li Kurdistanê red bikin.Entegrasyon û dejenerasyona ku li ser miletê Kurd dimeşe deşîfre bikin û bi helwesta xwe, çanda xwe, zimanê xwe û xaka xwe a dîrokî biparêzin.

Şeyhmus Ozzengîn

10.05.2023, Çar | 09:13

Birek û Dar!
Nêrîn Belav bike

Hefsarê tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê di destê dewletê û PKK/HDP/YSP de ye. Bi hev re kurdan dîzaîn dikin. Ji bona entegrekirina kurdan bi dewleta tirk re, di yek armancê de têdikoşin.

Tevgera PKK û HDP/YSP, xwe di nav programa entegrasyonê a bi dewleta dagirkar re dibîne. Ji bona nûkirin-guhertina dewleta dagirkar, xwedî mîsyone, kar dike û helwesta wan a siyasî jî li gor nûkirin-xurtkirina dewleta dagirkar e. Pirsgirêka vê hêzê bi avakirina dewleteke Kurdistanî re nemaye û dijberê vê armanca miletê Kurd e.

Pirsgirêk û nerazîbûna xwe li gor programa entegrasyona bi dewletê re, li hember îktîdarê didin nîşan. Doza Kurd û Kurdistanê nakin. Doza wan doza demokrasîya tirkan û nûjenkirina dewleta tirkan bi xwe ye. Ji bona vê armancê girseya Kurd ji xwe re bikar tînin. Di vî warî de daxûyanîyên vê hêzê yên 23ê Cotmehê dîyarin.

Ji vê hêzê re çanda kurdî, zimanê kurdî û helwesta netewî ne girîng e. Li dij neteweperwerî û niştimanperwerîya kurdan e. Di nav Kurd û Kurdistanîyan de parastina nirxên netewî, geşkirina kurdewariya kurdan, wek helwesteke “dijminane li hember netewên serdest” dinirxîne.

Ji ber ku entegrasyon û asîmîlasyona kurdan, ji wan re hedefek stratejîk e; di nav saziyên dewletê de xwedî hesab in. Dixwazin wek xwedîyê dewleta tirkan ji dahatên dewletê û kirinên wê xwedî par bin.

Pirsgirêkên parlamento, yasa û nûkirina dewleta dagirkeran wek armanc li ber wan e û enerjiya kurdan dikişînin nav karesatên meşrûkirina hebûna dewleta dagirkar li Kurdistanê. Sermayedarên vê hêzê, di nav îmkanên dewletê de cihên xwe girtine û terefgirê entegrasyonê ne. Xwedî li bazara xwe dernakevin. Hestên netewî bi wan re tineye û hevalbendên dewleta dakirkar in.

Ev hêz, bi şêweyeke eşkere li dijî serxwebûna Kurdistanê, dewleta dagirkar, weke dewleta xwe dibînin. Li Bakurê kurdistanê dînamîkên Kurdistanê di destê vê grûbê de ne û van dînamîkan pêşkêşî dewleta dagirkar dike. Çûna parlementoya dagirkaran, ji wan re armanc e û vê helwestê jî wek bingeheke entegrasyona bi tirkan re dibînin. Ji ber wê jî kontra çepên tirkan, bi şîveyek stratejîk li ser serê kurdan dikin efendî. Bi van, kurdan entegreyî vê stratejîyê dikin.

Li Bakurê Kurdistanê ev bask, baskê herî xurt û xwedî îmkane û van îmkanên xwe jî ji bona reorganîzasyona dewleta dagirkar bikartîne.

Di bingeha vê hêzê de asîmîlasyon bi bandoreke mezin dimeşe û zimanê dan û stendinê, meşandina siyasetê bi tirkî ye. Berhemên wan bi tirkî ne. Hewldanên geşkirin û vejîna çand û zimanê kurdî li cem wan ne programkirî ye û ne dinav armancên wan de ye û vê karekî girîng jî nabînin. Siyaset û tercîha vê beşê jî tercîheke siyasî ye û stratejîk e.. Bi helwest, xizmetkarên çand, muzîk û zimanê tirkî ne. Ev bask, wek sazîyeke dagirkarên Tirk, xizmetê ji asîmîlasyonê re dikin. Di vî warî de kelecana Salahattin Demirtaş a bi zimanê tirkî re mînake.

Li bakurê Kurdistanê, ev hêz, temsîla Kurdên ku berê xwe dane dewleta tirkan û asîmîlebûyî dike.

Temsîla kurdên ku berê xwe dane entegrasyona bi tirkan re û dewleta tirkan wek dewleta xwe dibîne dike.

Ev hêz, li dijî doza dewletbûna Kurdan e û di vî warî de xwedî helwestin. Naxwazin ji dewleta tirkan cûda bibin!

Ev hêz barhilgirê dewleta dagirkar e û xizmetê ji stratejîya dewletê re dike.

Divê di hilbijartinan de Kurd vê stratejîyê red bikin,

Asîmîlasyonê red bikin.

Dewleta tirkan û hebûna wê li ser axa Kurdistanê red bikin.

Çûna parlementoya tirkan û meşrûkirina wê li Kurdistanê red bikin.

Entegrasyon û dejenerasyona ku li ser miletê Kurd dimeşe deşîfre bikin û bi helwesta xwe, çanda xwe, zimanê xwe û xaka xwe a dîrokî biparêzin.

Em Kurd in, miletekin û Kurdistan, cîh û warê me yê dîrokî ye. Emin efendîyê vê axê. Em li ser serê miletê Kurd efendîyên bîyanî qebûl nakin. Li ser van esasan helwesta Kurdistanî, divê wê rojê, bi îradeyek netewî dengê xwe bilind bike û dagirkarîya tirkan li ser axa Kurdistanê bi hemû sazîyên wê re red bike.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:09

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x